Celal Talebanî çû ser dilovaniya xwe

  • cîhan
  • 16:37 3 Cotmeh 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî tê YNK'ê Celal Talebanî li Almanya çû ser dilovaniya xwe. 
 
Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir. Hat diyar kirin ku rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bûbû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a bijişkan de bû. Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî ji bo çareseriya pişikê roja 11'ê Îlonê çûbû Almanyayê. 
 
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17'ê Kanûna 2012'an li Bexdayê krîza mejî derbas kiribû û rewşa wî ya tendurustiyê têk çûbû, paşê ji bo çareseriyê şandibun Nexweşxaneyeke Almanyayê. Talebanî roja 19'ê Tîrmeha 2014'anvegeriya Silêmaniyê.  Celal Talebanî careke din çû Almanyayê û ji Îlona 2016ê ve li Silêmaniyê bû.