Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi dîmen peyamek Newrozê weşand û bi kurdî got, ‘Newroz pîroz’.
 
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi dîmen peyamek Newrozê weşand û Newrozê pîroz kir. Trudeau, Cejna Newrozê ya gelê kurd, faris, afgan, zerdeştî, bahai û civakên Asyaya Navîn û Îsmaîlî pîroz kir û ev tişt got: “Newroza ku tê wateya roja nû, pîrozkirineke kevn a biharê ye. Di vê pêvajoyê de malbat û hevalên hev xwarina xwe parve dikin û ji bo muzîk û diyariyên jiyanê zindî bikin tên gel hev. 
 
Serokwezîrê Kanadayê, destnîşan kir ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal mîna sala borî Newroz cuda derbas bibe û gelek mirov bi tena serê xwe bi awayekî îzolekirî Newrozê derbas bikin. 
 
Trudeau, di dawiya peyama xwe de got, ‘Newroz pîroz’.