Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’ 2021-03-20 11:28:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi dîmen peyamek Newrozê weşand û bi kurdî got, ‘Newroz pîroz’.   Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi dîmen peyamek Newrozê weşand û Newrozê pîroz kir. Trudeau, Cejna Newrozê ya gelê kurd, faris, afgan, zerdeştî, bahai û civakên Asyaya Navîn û Îsmaîlî pîroz kir û ev tişt got: “Newroza ku tê wateya roja nû, pîrozkirineke kevn a biharê ye. Di vê pêvajoyê de malbat û hevalên hev xwarina xwe parve dikin û ji bo muzîk û diyariyên jiyanê zindî bikin tên gel hev.    Serokwezîrê Kanadayê, destnîşan kir ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal mîna sala borî Newroz cuda derbas bibe û gelek mirov bi tena serê xwe bi awayekî îzolekirî Newrozê derbas bikin.    Trudeau, di dawiya peyama xwe de got, ‘Newroz pîroz’.