Gelê Katalonya ji bo referandûmê çûn ser sindoqan

  • cîhan
  • 11:45 1 Cotmeh 2017
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Katalonya tevî hemû astengiyan, ji bo serxwebûnê referandûmê pêk tîne.
 
Gelê Katalonya îro saet 09:00'an bi dirûşma, 'Niha dema serxwebûnê ye' ji bo referandumê dest bi dengdanê kirin. Katalonan, di Hezîrana 2017'an de dema referandûmê eşkere kirin û tevî hemû destwerdan û zextên Spanyayê jî ji rêya xwe venagerin. Katalonya bi dirûşma "Niha dema serxwebûnê ye" berê xwe daye referandûmê. Spanya jî zextê zêde dike. Berî çend rojan hikumeta Spanyayê ragihand ku 2,5 mîlyon pisûlayên dengan hatine desteserkirin. Di operasyona hêzên polîsan ên bi navê Gûardîa cîvîl de, li nêzî Barcelonayê, pisûlayên dengan û li Îgûaladayê jî bi qasî 100 sindoqên dengdanê hatine desteserkirin. Hat gotin, Gûardîa cîvîl, bi qasî 4 mîlyon zerfên dengdanê desteser kiriye.
 
Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy û hikumeta mûhafazakar biryar dabûn, ku tevî yekîneyên polîsan ên heyî, 10 hezar polîsên din ji herêmê re bên şandin û endamên Gûardîa cîvîl ku ji leşker û polîsan pêk tê, li Katalonyayê werin bicihkirin. Herêma Katalonya dikeve başûr rojhilatê Spanyayê. Hejmara şêniya wê bi qasî 7 milyon 500 hezar kes in.