Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye

img

DERSIM - Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan, bi awayekî tund bertek nîşanî serladana ji bo rakirina peyker û navê Seyît Riza da û ev tişt got: "Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye."

Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan, li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da serladana Partiya Vatanê ya ji bo rakirina peyker û navê Seyît Riza ku li Walîtî û Şaredariya Dersimê hatibû kirin. 
 
TESPÎTEKE BALKÊŞ
 
Aslan, tespîteke bavê xwe ya têkildarî sedema nebûna gora Seyît Riza bi bîr xist û ev tişt gotin: "Bavê min wiha bersiv dida vê pirsê; hikûmetê gotiye ku heke gora wî hebe wê çêre li ser şîn bibe û mî bên vê çêrê bixwin. Mirov jî wê goştê vê miyê bixwin û rêbiriya wî derbasî mirovan bibe..."
 
‘WÊ KÎNA XWE NEGIRIN'
 
Aslan, destnîşan kir ku Seyît Rıza û hevalên xwe ji bo vê yekê hatine darvekirin û  wiha pêde çû: "Ev jî têr nekir, cenazeyê wan şewitandin. Ev jî têr nekir, xweliya agir a cenazeyê wan jî dan ber bayê. Bi tu awayî kîna xwe negirtin. Îro jî dixwazin bi ser Partiya Vatanê û Perînçek bîrdariya wî hilweşînin û navê wî ji kolanan rakin. Dema vê yekê bikin wê kîna xwe hildin? Na."
 
'BÎRDARIYEKÊ PIR DÎTIN'
 
Aslan bi lêv kir ku li aliyekî li dijî Seyît Riza ev tişt tên kirin û li aliyekî jî gelek mirov wî bi pirtûk û gotaran heta îro anîne û wiha got: "Li Dersimê, çêkirina bîryardariyek pir dîtin. Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye." Dirok tu kesî li cihê vala nake serok. Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye. Tarîtî çiqas zêde bibe wê ewqas ew biçirise. Rûmeta me ye dest nedê."