Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’

img

ENQERE - Hunermend Farqîn Azad berhema “Gula Min” a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nivisandiye û muzîka we çêkiriye, kir klîb. 

 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş stranek bi navê “Gula Min” nivîsand û muzîka wê çêkir. Hunermend Farqîn Azad ku li Fransayê dimîne klîba  “Gula Min” çêkir.  
 
Beşek ji dengê Demîrtaş jî di klîbê de heye û vokaliya Farqîn dike. Derhêneriya klîbê Koma Azad kiriye. Rojnamevan Yûsûf Alkan li Parîsê dîmenên ji bo klîbê kişandiye û honandina berhemê jî Kerem Pola kiriye. 
 
Stran ango berhema ewil a Demîrtaş li ser vê lînkê dikare were temaşekirin û guhdarkirin: https://www.youtube.com/watch?v=nPYxbhi-_TE