Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’ 2021-08-27 13:18:00 ENQERE - Hunermend Farqîn Azad berhema “Gula Min” a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nivisandiye û muzîka we çêkiriye, kir klîb.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş stranek bi navê “Gula Min” nivîsand û muzîka wê çêkir. Hunermend Farqîn Azad ku li Fransayê dimîne klîba  “Gula Min” çêkir.     Beşek ji dengê Demîrtaş jî di klîbê de heye û vokaliya Farqîn dike. Derhêneriya klîbê Koma Azad kiriye. Rojnamevan Yûsûf Alkan li Parîsê dîmenên ji bo klîbê kişandiye û honandina berhemê jî Kerem Pola kiriye.    Stran ango berhema ewil a Demîrtaş li ser vê lînkê dikare were temaşekirin û guhdarkirin: https://www.youtube.com/watch?v=nPYxbhi-_TE