Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
- aborî-ked
- 09:07 29/7/2021
Ahmet Dagtekîn, birayê karkerê demsalî Ethem Dagtekîn ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, got: "Ev, polîtîkayeke dewletê ye. Hin jê di rê de dimirin hin jê di behrê de difetisin hin jê jî di êrîşên nîjadperest de jiyana xwe ji dest didin."