Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
- aborî-ked
- 09:15 24/12/2019
Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin.
Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin.
Sendîkaya Karsazan a Îstasyona Îkmala Gaz, Petrol û Enerjiyê diyar kir ku benzîn û motorîn zem bû.
Karker Ercan Îlter ê ji Amedê koçî Antalyayê kiriye û li vir ji ber xizaniyê li kolanan xurde kom dike û debara xwe dike, hem ji kriza aborî hem jî ji çavên li ser xwe bêzar e.
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, di mîtînga Amedê de axivî û rexneyên tûj li AKP'ê kirin. Gezen, îQtîdara AKP'ê wekî faşîst û paşverû pênase kir û got: “Li aliyekî yên ji ber xizaniyê nikarin nan bibin mal û întîhar dikin hene, li aliyê din yên 50 hezar lîra didin xwarinekê heye."
Nûnerên sendîkayan beriya civîna dawî ya Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya karkeran û hevkariya sendîkayan karibin daxwaza xwe pêk bînin.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di Mêrsînê de axivî û got: “Krîza siyasî bi ya aborî re bûye yek. Sedema herî girîng a krîzê jî polîtîkaya şer û pevçûnan e.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, banga tevlîbûna mîtînga ku dê roja yekşemê bi şîara "Ji bo jiyaneke mirovî û aştiya civakî em demokrasiyê ava bikin" bê lidarxistin kir.
Kedkarên li Mêrsîn û Edeneyê beriya mîtînga "Ji bo jiyanek bi mirovane" ya KESK di 21'ê Kanûnê de li Mêrsînê li dar bixin banga tevlêbûnê kir. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bang li hemû karker û kedkaran kir û xwest li dijî xizanî, bê însanafa bacê û bê ewlehiya kar û kedê têbikoşin.
Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga "Em dixwazin bia wayekî mirovane bijîn" gazî her kesî kirin.
Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Tanay Sidki Ûyar, ji bo pêdiviya bi enerjiyê ji dêvla bendavên ku zirarê didin xwezatê û mirovahiyê enerjiya bayê pêşniyar kir û got: "Rêveberiyên herêmî bi avakirina kooperatîfên enerjiyê dikarin pergaleke enerjiyê ava bikin".
Lîjneya Rêvebirina KESK'ê, beriya 3'emîn civîna Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî daxuyaniyek da û xwest ku bihayê asgarî li derveyî bacê bê hiştin.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari, xwest heqê herî kêm 3 hezar û 200 TL bê diyarkirin û bacê ji karkeran nestîne.
Cîgirê Serokê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrimci) Murat Pircan Yaratan, anî ziman ku diyarkirina heqê herî kêm, peymana tomarî ya hikûmet û civakê ye. Hevserokê Malên Gel (Halkevlerî) Nurî Gunay jî anî ziman ku heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin.
Platforma Plankarên Bajar a Endezyar û Mîmarên Azadîparêz, bi şîara “Rêxstinbûn û Piştevaniyê ku xweşik dike û dide jiyandin" li Odeya Endezyarên Elektrikê ya Enqereyê, civîna çapemeniyê li dar xistin ^Fu avakirina xwe îlan kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, di konferansa Dîroka Kedê de axivî û got: "Tevgera çîna karkeran di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Di pêvajoyek wisa de divê mirov dîrokê zanibe û bi zanebûna dîrokê li pêşerojê binere. Ev ji her demê bêtir girîngtir e."