Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
- aborî-ked
- 15:00 06/6/2020
Li gorî dane u rapora meclîsa ÎSÎG'ê di meha Gulanê de herî kêm 156 karker bûn qurbana cînayetên kar. 29 karker bi Covid-19 mirin
Li gorî dane u rapora meclîsa ÎSÎG'ê di meha Gulanê de herî kêm 156 karker bûn qurbana cînayetên kar. 29 karker bi Covid-19 mirin
Li Wanê ku ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, bi dehan esnafên ku nikaribûn kredî, kirê û heqê fatûreyên xwe bidin dikanên xwe girtine.
Li Pasûrê gundiyên ku di şert û mercên zor û zehmet de sewalvaniyê dikin, qatixên xwe yên ku dê zivistanê bifiroşin hêdî hêdî berhev dikin.
Sidik Aydemîr ku li gundê Şêsunisê yê navçeya Rêya Armûşê dijî, ji bo darên gûzan û garis av bide, qenala avê ya 60 sal berê bavê wî bi bêrê çêkiribû bi kar tîne.
Ji Zanîngeha ODTU Prof. Dr. Ebru Voyvoda û Zanîngeha Bilkentê Prof. Dr. Erinç Yeldan têkildarî bandora virûsa corona ya li ser aboriyê rapor amade kirin. Li gorî rapora wan dê li Tirkiye rewşa betaliyê ji sedî 14’an derkeve ji sedî 33’an. Hêjmara kesên betal jî dê ji 4,7 milyon kesan derkeve 11,7 milyon kesan.
Karkerên çandiniyê yên di şert û mercên zehmet de dişixulin, bi şewba coronayê re şertên wan girantir bûne.
Cotkarên li gundê Buhêrkê yê Artûklûyê ku bi çandiniyê debara xwe dikin, diyar kirin ku bi çandiniyê bêhna wan dertê.
Endam û rêveberên BTS'ê yên Îzmirê li dijî sirgûnan ji Îzmirê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Beriya meşa milê Îzmirê Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, bertek nîşanî sirgûnan da û got: “Em li dijî zext û tundiyan serî natewînin. Em nabin karmendên ku serî ditewînin."
Piştî bazara amûrên kevn hat girtin bi sedan esnafên seyar mexdûr bûn. Esnafan got: "Di bêrîka me de heqê nan jî tuneye."
Parlamenterên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç û Kemal Pekoz, diyar kir ku ji ber bahoza li Edeneyê rabû, ji sedî 95 berhem û bereketa çotkaran weşiya ye û ji meclîsê xwest zagon bê guhertin û alîkariya afetê bi çotkar û rençberan re bê kirin.
Prof. Dr. Mustafa Durmuş, bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û anî zima ku "mezinbûnek xapînok" a aboriyê heye û ev aboriya xapînok xizmeta aramiya civakê nake.
Li Pasûrê her sal welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre rê dimeşin.
Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.
Li gundê Xelîla yê Kerboranê, ji ber ava lexemê cotkar nikarin erdên xwe bajon. Cotkaran anî ziman ku berazên li qeraxa ava lexemê kom dibin jî zirarê didin erdê wan.
Li Hewengê ji ber terezê hem darên fisteqan derb xwarine hem jî randimana fisteqan kêm bûye. Serokê Odeya Çandiniyê a Navçeyê Fûat Almas, xwest piştgiriya cotkaran bê kirin û herêm wekî "herêma afetê" bê îlankirin.