ÊLIH - Derket holê ku qeyûmê ku 3 milyar û 53 milyon TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, bi faîzeke zêde kredî kişandiye.
Parti Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31'ê Adarê de Şaredariya Êlihê bi 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar û 75 TL û 91 qurişî ji qeyûm dewr girt.
Qeyûmê Êlihê ji bo 545 milyon TL'yê ku ji Denîzbank, Vakifbank û Halkbankê kişandiye, 290 milyon û 3 hezar û 610 TL û 21 TL faîz daye. Heya niha pereyê tevî faîzê hatiye 835 milyon û 3 hezar TL û 610 TL û 21 quriş e û ji vî deynî tenê 165 milyon û 488 hezar TL hatiye dayin.
Kredî ûfaîzên ku ji bankeyan hatine stendin bi vî rengî ne:
“Pereyê Sereke Faîz
Denîzbank
* 100 milyon 71 milyon û 204 hezar û 973 TL
Vakifbank
* 45 milyon 1 1 milyon û 250 hezar û 866 TL
* 100 milyon 27 milyon û 78 hezar û 132 TL
* 80 milyon 19 milyon û 300 hezar û 199 TL
* 50 milyon 30 milyon û 71 hezar û 725 TL
Halkbank
* 25 milyon 6 milyon û 51 hezar û 117 TL
* 25 milyon 6 milyon û 210 hezar û 303 TL
* 20 milyon 12 hezar û 861 hezar û 348 TL
* 40 milyon 30 milyon û 398 hezar û 749 TL
* 60 milyon 75 milyon û 576 hezar û 196 TL”
MA / Fethî Balaman