ÎZMÎR - Teqawîdên ku hewl didin di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de debara xwe bikin bi gotinên “Heke pêdivî bi teserûfê hebe bila deriyê qesrê bê kilîdkirin” bertek nîşanî daxuyaniya desthilatê ya “teserûfê” da.
Bandora enflasyona bilind û bihabûna jiyanê dibe sedem ku kesên teqawîd bûyî nikarin bi mûçeyên niha xwe bigihînin dawiya mehê. Teqawîdên ku qismekî wan ê zêde 10 hezar lîre digirin, hatine rewşa ku êdî nikarin bi mûçeyên xwe dan û stendinê jî bikin. Gelek teqawîd jî neçar dimînin ku bixebitin. Desthilat jî bi hinceta krîza aboriyê dibêje ku zemê li mûçeyan nake û “mizgîniya herî dawî” ragihand jî ew bû ku kesên teqawîd dikarin bi awayekî bê pere li Saziya Wargehên Krediyê betlaneyê bikin.
Bertekên kesên teqawîd ên li dijî van daxuyaniyan didomin. Teqawîdên ku diyar dikin jiyaneke mirovî dixwazin, bi daxuyaniyên li gelek bajaran dan û mitîngan bertek nîşanî rewşê dan û roja yekşemê li 9 bajaran bi dirûşma “ji birçîtî û xîzaniyê re” na mitîng li dar xist.
‘EM SEDEQEYÊ NAXWAZIN’
Rêveberê Sendîkaya Teqawîdan a Bornovaya Îzmîrê Zafer Yûrdakûl (66) anî ziman ku teqawîd mûçeyê ku heq dikin nagirin û dê ji bo vê yekê têbikoşin. Yûrdakûl anî ziman ku jiyaneke weke mirovan dixwazin û got: “Şûna ku AKP baceyên dewlemendan efû bike bila jiyaneke weke mirovan pêşkeşî teqawîdan bike. Me li vî welatî 30-40 salan ked da, em heqê keda xwe dixwazin. Em ji kesê sedeqeyan naxwazin.”
‘EM JI BIRÇÎBÛNÊ DIMIRIN’
Nermîn Kiliç (52) a 10 hezar lîre mûçeyê teqawîdan digire, anî ziman ku mûçeyê ku tê dayîn qebûl nakin û got: “Îro sînorê birçîbûnê 17 hezar lîre ye û em bi vî mûçeyî ji birçîbûnê dimirin. Erdogan got ‘teqawîdno hûn dikarin betlaneyê bikin’. Em ê çawa biçin betlaneyê? Em heqê rê bidin an jî bi wî pereyi nan û kifteyan bixwin? Em vê qebûl nakin. Heke pêdivî bi teserûfê heye, bila deriyê qesrê were kilîdkirin. Ew di nav keyfê dane û em êşê dikişînin. Heke wan teserûf kiribûya ew pere da têre karkeran jî û teqawîdan jî kiribûya.”
‘EM Ê TÊBIKOŞIN’
Esma Bozkûrt (65) a teqawîd jî anî ziman ku bi mûçeyê heyî nikare debara xwe bike, karên rojane dike û got: “Em piştî saet 18.00’an diçin bazarê ji bo ku tiştên erzan bistînin. Tevî ku em di her tiştî de teserûf dikin jî fatore zêde tên em nikarin bidin. Heta ku mûçeyê me were başkirin em ê têbikoşin.”
‘EM AKP’Ê NAXWAZIN’
Mehmet Çenguş (70) bi bîr xist ku desthilat weke ku heneqên xwe bi teqawîdan bike sozan dide û got: “Desthilat qet qiymetê nade karker an jî teqawîdan. Em dixwazin desthilata AKP’ê biçe. Em dixwazin desthilateke li cem xebatkar û kedkaran were. Heta ku desthilata AKP’ê hilweşe em ê li qadan bin.”
Gursel Ûlaş (56) jî bal kişand ku desthilatê mirov muhtacî pariyekî nanê hişk kirine û got: “Bi mûçeyê dan em nikarin biçin cihekê çayekê vexwin. Jiyaneke wiha li me ferz dikin. Xizanî ne qedera me ye. Li welat hilberîn nîne û em xizaniyeke zêde re rû bi rû ne.”