WAN - Waniyan ku gotin "Êdî em nikarin kîloyek firingî jî bistînin" û bal kişandin ser krîza aborî, destnîşan kirin ku heya hikûmeta AKP'ê neçe û meseleya kurd neyê çareserkirin wê aborî baş nebe."
Girêdayî israra AKP û MHP'ê ya neçareserkirina meseleya kurd, ji ber polîtîkayên ewlehiyê nîviyê pir ên çavkaniyên welêt ji bo "parastinê" tên xerckirin. Ji ber vê her diçe hêza kirînê ya gel jî qels dibe. Ji bajarên ku bandoreke nebaş ji krîza aborî digire û her diçe hejmara betaliyê lê zêde dibe, yek jê jî Wan e. Waniyan got ku heya desthilat neguhere wê rewş baş nebe.
'YEKANE ÇARE GUHERÎNE HIKÛMETÊ YE'
Erhan Dûrmûş bilêv kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê krîz kûrtir dibe û got ku gelek kes ji ber ku nikarin nan bibin malê xwe dikujin. Dûrmûş destnîşan kir ku ciwanên li Wanê ji ber betaliyê koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dikin û got: "Sedema evqas kûrbûna krîzê, polîtîkayên şaş ên desthilatê ne. Hûn çi qasî wezîran biguherîn jî bêfêde ye, hûn çi qasî stratejiyan biguherînin jî bêfêde ye. Yekane rêya başkirina aboriyê guherîna hikûmetê ye."
'HEYA MESELEYA KURD ÇARESER NEBE ABORÎ BAŞ NABE'
Dûrmûş bal kişand ser pirsgirêka sereke ya welêt, pirsgirêka kurd û got: “Desthilat naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe. Di Doza Kobanê de ceza hatin birîn. Ji bo ev pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bibe tevgeriyan, lê ceza li wan hat birîn. Bi salan e li ser mirina mirovan ji xwe re prîmê çêdikin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe aborî pêş nakeve."
Mûzaffer Kanat ê ku 20 sal in debara xwe bi aşpêjiyê dike, anî ziman ku ew di warê aborî de rojên herî dijwar derbas dikin. Kanat got: “Berê min 100 kîlo doner difirot, îsal 20 kîloyan amade dikim, lê nikarim 20 kîloyan jî bifiroşim. Em îsal nikarin xebatkaran jî bînin cem xwe. Salên berê me goştê mirîşkan bi 30 TL'yan dikirî, lê îsal em bi 130 TL'yî dikirin. Her tişt pênc qat zêde bûye. Ji ber vê ez ê dikana xwe bigirim. Wiha nabe. Ger wiha bidome em ê dikanên xwe bigirin û biçin malê."
'EZ NIKARIM KÎLOYEKE FIRINGÎ BISTÎNIM'
Mehmet Siddik Ayta anî ziman ku ji ber zêdebûna biha û krîza aborî êdî nikare kîloyek firingî û xiyar jî bikire û got: “Rewşa aborî gihaştiye rewşa herî xirab. Tiştek nayê kirîn. Em neçar man debara xwe bikin. Ez hatime temenekî wiha ku nikairm karekî jî bikim. Ez debara 4 kesan dikim. Kurekî min li Elihê dixwîne û kurê din jî ji ber ku kar nîn e li malê rûniştiye. Wê di vê krîzê e mirov çawa debara xwe bikiN?"
Saîm Ertaş jî diyar kir ku ji ber ku kar nedîtiye ji bo xebatê çûye bajarên cuda û wiha got: “Ji ber ku derfeta kar tune ez niha naxebitim. Ji ber ku li bajarê me kar tune em diçin derve. Em di karê înşaetê de dixebitin. Beriya du mehan ez ji ser înşeatê ketim û her du lingên min şikestin û ez emeliyat bûm. Ger li welatê me derfetên kar hebûna, çima em ê malbat û welatê xwe biterikînin û herin bajarên din? Berê li bajarê me sewalkarî û çandinî dihat kirin. Lê, ev yek êdî nayê kirin. Gund vala ne û ji ber bihabûnê kes bi çandiniyê re mijûl nabe. Divê êdî ev rewş were dîtin û çareseriyek were peydekirin."
Ozkan Gungor jî anî ziman ku ji ber ku li Wanê kar tune ye ciwan koçî bajarên din dikin û wiha got: “Ez di înşaetê de operetaorê makîneyê me û min par qeza kir. 3 mehan li nexweşxaneyê mam û ez 4 caran emeliyat bûm. Hîn jî platîn di lingê min de heye. Ez zehmetiyê dikişînim, lê ez mecbûr im bixebitim. Ez mecbûr im li debara dê û bavê xwe bikm. Her du jî extiayr in. Krîza aborî barê me pri giran kiriye. Ger li vir derfetê kar hebûniya wê ciwan neçûna cihekî din."