Karkerên jin ên findiqan têkoşîna kedê didin

img

ORDU - Jinên beşdarî meşa ‘Ji bo findiqan edelet’ a ji şaredariya Orduyê heta Gîresûnê pêk hat bûn, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe berdewam dikin.

 
Kedkar û rençberên findiqan bi meşa ‘Ji bo findiqan edelet’ a ji şaredariya Orduyê dest pê  kir û li Gîresûnê bi dawî bû, li dijî erzaniya findiqan a ji aliyê TMO’ê ve hatiye aşkerakirin bertekên xwe anîn ziman. Di meşa 2 rojan berdewam kir de rençberên findiqan ên li berhem û keda xwe xwedî dernakevin jî rexne kirin. Jinên ku di eniya pêş a meşê de  daxwazên xwe anîn ziman, banga "Dengê me bibîhizin" kirin.
 
EM WARÊ XWE TERK NAKIN
 
Yek ji karkera findiqan û xwendekara zanîngehê Fulîk Işik jî tevlî meşê bû. Işik, diyar kir ku hikûmet dixwaze ew vê herêmê terk bikin û wiha got: "Dixwazin em findikên xwe bibirin û biçin. Lê em vir terk nakin. AKP di dema hilbijartinan de tê Orduyê. Lê der barê findiqan de tu tiştekî çareser nakin. Gotin welat, gotin netew… behsa findiqan nekirin.  Yên ji wan re gotin ‘erê’ bila şerm bikin. Ez xwedî li keda xwe derdikevim.”
 
MEŞA HÊVIYÊ
 
Rençber Nermîn Arpalioglu jî diyar kir ku ew tu karê ji findiqan nagirin û wiha got: “Em ji bo hêviyekê derketin rê. Lê bihayê findiqê zêde ye. Em sibehê 5.30’an de radibin heta 6’ê êvarê dixebitin. Em bang li rayedar û rayagiştî dikin. bila dengê me bibihîzin." 
 
Rençber Nerîman Tanriover jî  anî ziman ku dayika wê ya 80 salî gotiye ‘biçe findiqên me biparêze’ û ji bo vê tevlî vê meşê bûye. Tanriover da zanîn ku ew dê heta dawiyê têbikoşe. Arzu Yeşîlê jî daxuyakirin ku tê xwestin hilberîneriya findiqan tine bikin û got ji bo hêzê bide hilberîneran tevlî vê meşê bûye. 
 
Yasemîn Çîlê jî bi lêv kir ku ew her tim li cem gelê Behrareş yên xwedî li keda xwe derdikevin e.