Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe

img

WAN- Kûafor û berberên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtine, anîn ziman ku ji ber ku derfetine wan ên din tune ne ji mecbûrî dixebitin. 

Wezareta Karên Navxweyî, ji ber şewba Covîd-19'ê di 21'ê Adara 2020'an de kuafor û berber heya 11'ê gulanê girtibûn. Serokê Odeya Kuafor û berberan a Wanê Veysel Koç, ew ji ber kar û barê xwe di warê tenduristiyê de di nava koma xetereyê de cih digirin. 
 
HER TIŞT BIHA BÛYE
 
Koç, bibîr xist ku çend mehan kuafor û berber girtîbûne û ji ber wê zor û zehmetî kişandine. Koç, diyar kir ku piştî karê wan dîsa dest pê kiriye vê carê her tişt biha bûne. Koç, diyar kir ku piştî şewb derketiye serê her mişteriyekî xewliyekê û pêşmalekê bi kar diînin û bikaranîna maske, lepik, dezenfektan û qolanyayê jî mecbûrî ye. Koç, anî ziman ku paşê fîrma û medîkalên berên kozmetîkî difiroşin jî her tişt biha kirine û got: "Fiyetê beran ji 5 lîreyan bû 50 TL." 
 
Koç, destnîşan kir ku berber û kuafor di warê ewlehiya karî û tenduristiyê de di koma xetereyê de ne û got, piştî destûra hatye dayîn kargeh bên vekirin serdana kargehan kirine û ji ber pandemiyê kargeh hişyar kirine. Koç got: "Qezenckirina pereyan girîng e, lê belê tenduristiya me girîngtir e. Malbata her kesî heye. Divê em tenduristiya wan jî piştguh nekirin." 
 
MIŞTERÎ KÊM BÛNE 
 
Berber Yûnûs Kûtlûer jî anî ziman ku ji ber pandemiyê dikanên wan demekê girtî mane û di vê demê de karê wan kêm bûye û got, di vê demê de bi deynan debara xwe kirine. Kûtlûer, destnîşan kir ku çendî ku tevdîran digirin jî mişterî bi tirs tên û got, ji ber pandemiyê karê wan pir kêm bûye. Her wiha Kûtlûer, bal kişand ser fiyetên tiştna jî û got: "Her tişt du qat biha bûye. Berê ev qasî mesref çênedibû. rewşa me esnafan nebaş e."
 
'DIVIYABÛ DEWLET PIŞTGIRIYA ME BIKIRA' 
 
Kuafor Aysel Ataman jî anî ziman ku di warê aborî de zehmtiyê dikişînin û got, ji ber ku her tişt biha bûye wan jî heqê kuaforê biha kiriye. Ataman got: "Mişterî dibêjin biha ye. Lê em mecbûr in biha bikin. Em hem bi xetereyê re rû bi rû dimînin hem jî tiştek bi dest me nakeve. Esnaf giş zehmetiyê dikişînin. Diviya bû dewlet piştgiriya me bikira. Qet nebûna diviyabû em li malê bûna, heya ku şewb biqediya." 
 
Ataman, destnîşan kir ku di warê derûnî de jî zehmetî kişandine û got: "Em dikarin bibêjin ku jiyana me girêdayî şans e. Di vê pêvajoyê de mişteriyên me kêm bûn. Mirov ditirsin û naxwazin werin kuaforê. Gava tên çi ji destê me tê em dikin, lê em jî bi xetereyê re rû bi rû ne. heya ji destê me tê em di paqijiyê de baldar in û em 3 maskeyan li ser hev bi kar tînin. Em amûrên xwe jî tim paqij dikin. Diviyabû em heya demekê nexebitiyana. Heger derfetên me hebûna heya şewb biqediyana, em ê bisekiniyana. Lê em mecbûr in bixebitin." 
 
MA / Ozlem Yayan – Melek Şahîn