Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê

img
MANÎSA - Karkerê Madenê yên 19 rojin li Kirkagaçê ji bo mafê xwe yê tazmînatê bistînin çalakiyê li dar dixin, diyar kirin ku hikûmet soza xwe pêk neyîne dê bimeşin Enqereyê. 
 
Karkerên Madenê yên Uyar ku li Soma Kirikagaç a Manîsayê ji 12'ê Cotmehê heta niha rastî gelek astengiyan hatin û 19 rojin çalakiyan li dar dixin, bi biryarin ku heta dawî têbikoşin. Karkerên madenê ji bo mafê xwe bi dest bixin li gel serma, germa û baranê çalakiya xwe berdewam dikin. Karkeran, xwestin rayedarên ku soz dane wan soza xwe pêk bînin. Karkeran destnîşan kirin ku rayedar soza xwe pêk neyînin dê bimeşin Enqereyê. 
 
Berpirsiyara Çapemeniyê ya Sendîkaya Birleşik Maden Îş'ê Kamile Çîftçî, anî ziman ku 7 salin di sendîkayê de kar dike û wiha got: "Em dixwazin demek berî demeke mafê me yê tazminatê bidin me. Dema em ji bin çavan derketin, bi hinceta me maske girênedaye 900 TL cezayê pereyan li me birîn. Girtek bi me dan îmzekirin. Lê me girtek îmze nekir. Cezayê pereyan tenê li 2 jinan birîn. Heta ku ez mafê xwe bi dest bixim ezê têkoşîna xwe berdewam bikim." 
 
Selahattin Çankal jî anî ziman ku ji ber xebatên sendîkayî dawî li karê wî anîn û wiha got: "Ew qas polîs û esker li hemberî me rawestiya ye. Sedema vê yekê dewlet jî wekî karsaz tev digere. Dewlet karsazan diparêze. Eger soza xwe pêk bînin emê bimeşin Enqereyê."