Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin

  • rojane
  • 14:52 19 Mijdar 2023
  • |
img
BURSA - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di “Meşa Azadiyê” de axivî û têkildarî pirsgirêka kurd û tecrîdê wiha got: “Werin em vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin.” 
 
Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, tevî hemû astengkirinan jî didome. Welatiyên ku li bajarên herêmên Ege û Marmarayê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hatin gel hev, ber bi Gemlîkê ve ketin rê.
 
QEDEXE Û ASTENGKIRIN
 
Bi sedan wesayît li gelek noqteyan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û gelek kesên pê re, li ser rêya Orhangazî ku 20 km’an dûrî Gemlîkê ye, daxuyanî dan. Hatîmogûllari, da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê ber bi Gemlîkê ve dimeşin û wiha got: “Şoreşger, welatparêz û demokrat bi roja ye li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dikin.” 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Duh li Amed, Çukurova, Serhd û çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê me çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Ji duh ve hêzên ewlekariyê û polîs ji bo astengkirina me dikevin nava hewldanan. Duh jî gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îro jî hevalên me yên ji Ege û Îzmîrê berê xwe dabûn vê derê hatin astengkirin û binçavkirin. Li Stenbolê jî heman astengkirin çêbûn. Niha ji çar aliyên Tirkiyeyê ve gel diherike vê derê. Em bi zext û astengkirinên pir cidî yên hêzên ewlekariyê re rû bi rû ne. Divê ev yek were zanîn; vîna gel li vê derê ye. Di serî de gelê kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li vir in. Gel dibêje; ‘bila tavilê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin.’”
 
JI BO PIRSGIRÊKA KURD BANG KIR
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari daxuyand ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, mimkin nîne ku gelên Tirkiyeyê di nava rewşeke demokratîk de bijîn û wiha pê de çû: “Ji bo dawî li şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn were, divê pirsgirêka kurd çareser bibe, statûya Rojava were qebûlkirin û gelê kurd bigihije mafên xwe. Di heman demê de heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, heta ku birêz Ocalan muxatab neyê girtin em ê nekarin ji rewşa şer, pevçûn û cihêkariyê xelas bibin.” 
 
Herî dawî jî Hatîmogûllari wiha got: “Werin em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane li ser rêbazekî bixebitin û tecrîda li Îmraliyê rakin. Werin em bi hev re birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin. Em ê li vir meşa xwe bidomînin. Banga me ji bo hemû hêzên demokratîk û saziyên maf, hiqûq û edaletê yên Tirkiye û navneteweyî ev e; werin em bi hev re piştgiriyê bidin çareserkirina vê pirsgirêkê. Em ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re dibêjin ku dê meşa me bidome.” 
 
Piştî axaftinê, girseyê dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye