Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir

  • rojane
  • 09:09 19 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Baskê Meşa Azadiyê ya ber bi Gemlîkê ve ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin, li Enqereyê dest pê kir. 
 
Meşa Azadiyê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê ve hatibû destpêkirin îro jî berdewam dike. 
 
Meş, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin. Baskê meşê yê Enqereyê bi rê ket. Gelek kes li avahiya Rêxistina HEDEP’a Enqereyê hatin gel hev. Polîsan, otobûsên ku dê welatî lê siwar bûbûna girê dan. 
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BIÇIN GEMLÎKÊ’ 
 
Li ser vê yekê welatî bi wesayîtên xwe yên taybet bi rê ketin. Beriya birêketinê jî Palamenterê HEDEP’ê yê Colemêrgê Onur Duşunmez axaftineke kin kir û got ku rastî gelek astengiyan tên lê çi dibe bila be ew ê biçin Gemlîkê. 
 
Duşunmez, wiha got: “Em ji bo agahdarkirina raya giştî li vir in. Weke ku hûn tevek jî dizanin em ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ber bi Gemlîkê ve diçin. Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê. Ji bo ku pêşiya azadiyan vekin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Peywirdarên ewlekariyê ku bi hincetên cuda û bi awayekî derhiqûqî hewl didin me bidin sekinandin; hûn çiqas berîqatan deynin jî em ê hem wan berîqatan hem jî tecrîdê ji holê rakin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) jî pêk bînin. Ji bo dengê xwe bilindtir bikin divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Piştşî daxuyaniyê, girseyê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kir. Welatî piştre jî bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Gemlîkê ve ketin rê. 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
18/01/2024
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
16/01/2024
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
27/11/2023
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
20/11/2023
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
19/11/2023
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
17/11/2023
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
16/11/2023
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15/11/2023
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
12/04/2021
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye