Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan

img

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tevî hemû êrişên pergala mêr-serdest jî di sala 2022’yan de li her qadê li ber xwe dan û wiha got: “Di her 365 rojên salê, di her hefte û di her saeta salê de jinan li ber xwe dan. Dê sala 2023’yan bibe sala bidawîkirina tecrîdê, vekirina deriyên girtîgehan û sala serkeftinê.” 

 
Mîna li her devera cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî êrişên li dijî jinan di sala 2022’yan de zêde bûn. Li hemberî êrişan, rêxistiniya jinan a li seranserî cîhanê bêhtir hate xurtkirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku li rojhilatê Kurdistanê olan da, mohra xwe li sala 2022’yan da. Heke gotin di cih de be, tespîta “Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinan” teşe girt. 
 
Lê belê mîna hemû îktîdaran, ji ber ku îktîdara AKP’ê jî ji hêza jinan ditirsiya, komkujiyên mezin li ser jinên kurd kir ku pêşengtiya rêxistiniya jinan dikin. Di cotmeha sala 2022’yan de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê/rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama sûîqestekê de hate qetilkirin û yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) jî li Parîsê di encama êrişa heman hêzan de li paytexta Fransayê Parîsê hate qetilkirin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran da zanîn ku sala 2022’yan ji bo jinan saleke dijwar bû, hewl hate dayîn ku faşîzmê di nava her aliyê civakê de bê birêxistinkirin, jinên azad hedef hatin girtin, îktîdara AKP’ê hewl da gel bêhêvî bibe lê hêza birêxistinkirî ya jinan bûye hêzeke alternatîf. 
 
Têkildarî êrişên di sala 2022’yan ên li dijî jinan û têkoşîna jinan a li hemberî van êrişan, em bi Başaran re axivîn. 
 
Mîna tevahiya civakê, jinan jî sala 2022’yan di bin sîya şer de derbas kir. Sala nû jî bi heman awayî dest pê dike. Gelo di sala 2022’yan de di rojeva jinan de çi hebû? 
 
Sala 2022’yan ji bo jinan saleke dijwar bû. Em 100 salên dawî ji bo jinan weke ‘salên zehmet’ pênase dikin. Lê belê di sala 2022’yan de faşîzm pir zêde hate birêxistinkirin, faşîzm li her qada civakê hate belavkirin, serdestiya zilam pir zêde hat birêxistinkirin, têkoşîn û jina azad hedef hate girtin. Lewma ev sal ji bo jinan pir zehmettir derbas bû. Îktîdara AKP-MHP’ê bi polîtîkaya şer re piştgirî da vê rewşê. Ji ber ku li cihê şer, milîtarîzm û zayendperestî tê birêxistinkirin û ji ewil jî jin hedef tên girtin. Ji ber ku şer li ser bedena jinê tê meşandin. Di şer de mîna xenîmetê li jinan tê nihêrtin. Lewma jî îktîdarê bi rêbazên piralî jin hedef girt. Yek ji argumana bingehîn a rejîma yekzilam ev bû. Kesê jê re serokkomar tê gotin ku lê bi sîfetê serokê giştî yê partiyekê her roj derdiket pêşberî kamerayan, berdevkên partiya wî, medya, daraz, diyanet û hêzên wî yên ewlekariyê tevekan jî jin hedef girtin, û li gorî xwe li jinan rol barkirin. 
 
Li gorî van hêzan, jin dê li malê be, zarokan biwelidîne, xizmetê ji dewlet û zilam re bike, serê xwe bitewîne û daxwaza azadiyê neke. Anku dê îradeya xwe ava neke. Ji ber vê sedemê jî her roj li Tirkiyeyê jin hatin qetilkirin. Mixabin di vê mijarê de li ber destê me daneyên bitendurist nînin. Her roj agahiya gelek cînayetên jinan û mirinên biguman tên. Dema mirinên jinan ên biguman tên vekolandin, xuya dibe ku cînayetên di encama tundiya zilaman de ne. Îsal bi dehan jin bi sedema ku ji cihên bilind ketine jiyana xwe ji dest dan an jî întîhar kirin. Lê dema em lêkolîn dikin, dibînin ku an hatine qetilkirin, an jî neçarî întîharê hatine kirin.
 
Di van rojên dawî de bûyerek kete rojeva Tirkiyeyê. Zarokeke 6 salî bi murîdekî terîqetê re tê zewicandin. Ji 6 saliya xwe ve bi awayekî rastî îstîsmara sîstematîk tê. Dema mezin dibe jî serî li wezaretê dide. Lê wezaret du salan tenê temaşe dike. Lê kesek nehatiye girtin. Piştî ku bûyer tê bihîstin, wezaret kerem dike û tev li dosyayê dibe. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî derdikeve û rêxistinên jinan û partiya me hedef digire. Her wiha li Êlihê keçeke 14 salî ji hêla kesekê ku birayê wî cerdevan ve hate revandin. Malbatê serî li her derê da û me jî ji wezaretê pirsî. Lê bersivên sosret dan. Wezîr, dibêje ku revandina zarokeke keç di bin ‘berpirsyariya’ wê de nîne. Dibêje ku bûyer, bûyereke windabûnê ye û ew li windayan nagere. Bêyî ku şerm bike hewl da bi van gotinan ders bide. Kesa ku nizane parastina zarokeke keç di bin berpirsyariya wê de ye, niha wezîr e. Îro hêj jî gelek zarokên keç rastî tacîz, destdirêjî û îstîsmarê tên. 
 
 
 Dema jin rastî tundiyê tên, dudil tevdigerin ku serî li mekanîzmayên dewletê bidin. Ji ber ku dema diçin qereqolan, tên qanehkirin û li malê tên vegerandin. Hêzên ewlekariyê yên wezîra ku ji bo îstîsmarê digot ‘Ji carekê tiştek nabe’ dibêjin ‘ji şimaqekê tiştek nabe’ û dişînin malê. 
 
Her wiha di zêdebûna van sûcên behsa xeberê de roleke girîng a darazê heye. Bi taybet jî di mijara tundiya li dijî jinan de, hûn ji bo polîtîkaya necezakirinê çi dibêjin? 
 
Zilamên ku kravata xwe girê didin, xwe bedil dikin û derdikevin pêşberî dadger, ‘daxistina ceza ya zilam’ werdigirin. Ez nabêjim ‘daxistina ceza ya ji ber rewşa baş’ ji ber ku ‘daxistina ceza ya ji ber zilamtiyê’ ye. Piştî qetilkirina jinan, tevahiya jiyana wan tê deşîfrekirin. Hewl didin sûcê jinan peyda bikin. Hewl didin hizra ‘Xwedê dizane jinê çi kiriye?’ di bin hişê de civakê de ava bikin. Vê yekê jî bi rêya medyayê dikin. Wezareta Diyanetê fetvayan dide û dibêje ‘bi zaroka 12 salî re zewac dibe.’ Dema derheqê kesên van fetvayan didin de gilî tê kirin jî biryara neşopandinê tê dayîn. Lê dema jin xweparastina xwe pêş dixin jî ceza lê tê birîn. Vaya zilam tam jî ji vê cisaret digirin. Ji endamên îktîdarê yên dibêjin ‘jin û mêr ne wekhev in’ û ji serokê Giştî yê AKP’ê hêz digirin. Di rewşeke wiha ku milîtarîzm tê sorkirin de hewl didin jinan bifetisînin. Hewl didin ji civakê îzole bikin û tecrîd bikin. Hewl didin kolan û qadan ji bo jinan veguherînin cihên talûke. Hewl didin malan ji bo jinan veguherînin cihên herî xetere. Dema jin rastî tundiyê tên, dudil tevdigerin ku serî li mekanîzmayên dewletê bidin. Ji ber ku dema diçin qereqolan, tên qanehkirin û li malê vedigerînin. Hêzên ewlekariyê yên wezîra ku ji bo îstîsmarê digot ‘Ji carekê tiştek nabe’ dibêjin ‘ji şimaqekê tiştek nabe’ û dişînin malê. Weke ku di mînaka Fatma Altinmakas de hatiye dîtin, ji ber ku bi tirkî nedizanî û nekarî tiştên bi serê xwe hatin vebêje, dema li malê hatiye vegerandin hate qetilkirin. Bi sedan jinan ji ber van polîtîkayên îktîdarê jiyana xwe ji dest dan. Ev jî bes nake ku wezîrê karên hundir mîna dijminê jinan be her roj jinan dike hedef. Peymana Stenbolê hedef digire. Ji bo ku li gorî Peymana Stenbolê tevbigerin em têkoşiyan lê Serokê Giştî yê AKP’ê di pêvajoya pandemiyê di nîvşevekê de betal kir. 
 
Jin di her qada jiyanê de rastî tundiya mêr tên û îsal aktîvîst û siyasetmedarên jin ên ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan diparêzin li her qada jiyanê rastî êrişan hatin û hatin dorpêçkirin. Armanca esasî ya ji vir çi bû? 
 
Êrişên di sala 2022’yan de li dijî jinan ne tenê bi êrişên ku li ser sorkirina mêran pêk hatin bisînor man. Her wiha tundiya ‘mêr dewletê’ ya raste rast jî hebû. Dema jin daketîn kolanan, dema mafê xwe yê protestokirinê bi kar anîn û siyaseta demokratîk dikirin, hedef hatin girtin. Semra Guzel parlamenter bû lê bi kompasa wezîrê karên hundir hedef hat girtin û medyayê jî taşeroniya wî kir. Di dema binçavkirinê de hewl dan serê wê bitewînin. Rojnameger Berîvan Altan rojnameger bû û li pey heqîqetê bû lê hewl dan serê wê bitewînin. Ev mînak, ji bo jinan peyam bûn. Anku dibêjin; ‘hûn nikarin siyasetê bikin, hûn nikarin heqîqeta civakê ragihînin.’ Di 25’ê Mijdarê de jin rastî tundiya hêzên ewlekariyê hatin. Di dema binçavkirinê de rastî îşkence û tacîzê hatin. Lê tevî vê yekê jî wezîra Malbat û Xizmetê Civakî ev zilm û tundiye jinedîtî ve hat. Divê baş bê zanîn ku em dijbertiya malbatê nakin. Malbat, rastiyeke civakê ye lê em vî halê malbatê qebûl nakin. Çawa ku hewcehiya vê dewletê bi demokratîkbûnê hebe, hewcehiya malbatan jî bi demokratîkbûnê heye. 
 
Bêguman di demekî wiha aloz de li Kurdistanê jî polîtîkayên şerê taybet bênavber domiyan. Polîtîkayên şerê taybet ên hêzên ewlekariyê û biûnîforma yên li dijî jinan, tacîz û destdirêjiyên wan hîn zêdetir bûn. Yek ji kedkarên Zanista Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li Silêmaniyeyê bi 11 guleyan hate qetilkirin. Yek ji van jî ji ber xwe ve çênabin. Tevek jî girêdayî hev in. Ne tundiya nava malê, ne tundiya zilamê ku jin li naverasta kolanê bi şûrê samûray qetil kirî, ne gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê ku jinan hedef digire, ne hedefgirtina têkoşîna jinan ji hêla Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî û ne jî pratîkên ‘wezîrê karên sûc’ ji ber xwe ve çênabin. Tevek jî encama polîtîkaya dijminatiyê ya îktîdarê ya li dijî jinan e. 
 
Di encama operasyona hemwext a li 14 bajaran de 8 hevalên me yên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin girtin. Bi dehan mînakên mîna vê dosyayê hene. Hewl didin rêxistiniya me ji hev belav bikin. Civak û jinên nerêxistinkirî ji hemû êrişan re vekirî ne. Bêguman xweparastina herî mezin, xwebirêxistinkirin e. Lewma jî jinan rêxistiniya xwe ya li dijî polîtîkayên şer hîn bêhtir mezin kir. Bingeha têkoşîna hevpar mezintir kir. Tifaqên piştevaniyê mezin kir û di her kêliyê de li ber xwe da. Di her 365 rojên salê, di hefte û di her saeta salê de jinan li ber xwe dan. Li kolanan bûn, li qadan bûn, li kursiya Meclisê û li medyaya dijîtal bûn. Jinan di her qada jiyanê de li ber xwe dan. Têkoşîna keda xwe da. Pêşengtiya gelek berxwedanên karkeran ên li Tirkiyeyê kirin. Lewma jî dê sedsala 21’an bibe sedsala jinan. Îktîdar hewl dide vê sedsalê bi kurdan û jinan bide windakirin. Lê berevajî vê dê ev sedsal bibe sedsala kurdan û jinan. 
 
 
 Em ketin pêvajoyeke wisa ku hewl didin şer û tecrîdê girantir bikin, êrişên li dijî têkoşîna jinan a birêxistinkirî didomin lê li hêla din jî xebatên hilbijartinê didomin. Lewma jî jin ne tenê di hilbijartinê de hêza diyarker be lê yên ku dê pêşerojê diyar bikin jî jin in. 
 
Weke Meclisa Jinan a HDP’ê we gelek civîn û konferans li dar xistin û bi jinan re hatin ba hev. Di encama van hevdîtinan de we tespîtên çawa kirin û encamekê çawa jê derket? 
 
Di sala 2022’yan de me pêvajoyeke kongreyê jî derbas kir. Beriya wê jî me li herêman konferans li dar xistin û piştre konferansa xwe ya navendî li dar xist. Ev, nîqaşên me yên navxweyî bûn. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê em tifaqek in. 6 pêkhateyên me û hevalên me yên serbixwe hene. Ji jinên femînîst heta yên sosyalîst û elewî, meclisa me ya jinan nûnertiya heqîqeta hemû jinên li Tirkiyeyê dike. Lê em vê bas nabînin û dixwazin bi jinên din re jî bên ba hev. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Divê ev hilbijartin ne tenê weke hilbijartinek bê dîtin. Weke hûn jî dibînin şer weke amûreke hilbijartinê tê bikaranîn. Em ketin pêvajoyeke wisa ku hewl didin şer û tecrîdê girantir bikin, êrişên li dijî têkoşîna jinan a birêxistinkirî didomin lê li hêla din jî xebatên hilbijartinê didomin. Lewma jî jin ne tenê di hilbijartinê de hêza diyarker be lê yên ku dê pêşerojê diyar bikin jî jin in. Îdiaya me ew e ku pêşengtiya pêvajoyeke ku dê em jî bi ser kevin û gaveke din nêzî azadiya xwe bibin bikin. Di hemû hevdîtinan de em vê mijarê nîqaş dikin. Li hêlekê em dibêjin ku dikarin van êrişan têk bibin, li ser çawaniya avakirinê û xebatan dimeşînin. Ji bo ku van nîqaş bikin em bi jinên ji nêrînên cudatir hatin ba hev. Em ê di pêvajoya pêş de bi jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê re bên ba hev û hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin. 
 
 We got ku jin li dijî tundiya mêr-dewletê qet qad vala nehiştin û têkoşiyan. Başe li gorî we ev têkoşîn bi tena serê xwe bes e?
 
Têkoşîneke jinan a bênavber didome heye lê gelo ev bes dike? Bêguman nebes e. Heta ku em vê îktîdara faşîst têk dibin û aqilê kolektîf li tevahiya civakê belav dikin jî dê bes nebe. Weke jinan em tu carî nabêjin ‘xelas, em bi ser ketin.’ Ji ber ku ji me tu kes azad nebûye. Li Tirkiyeyê tu kes nikare vê îdiayê bike. Ji kîjan pîşe û rewşa aborî dibe bila bibe, hemû jinên li Tirkiyeyê rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê tên. Kesek nikare bibêje ‘ez li vî welatî rastî tacîz û tundiyê nehatime.’ Gelek cureyên tundiyê hene. Em bi tundiya psîkolojîk, fîzîkî û aborî re rû bi rû ne. Lewma heta ev tevek jî ji holê radibin em her tim kêm in, ‘têr nake.’ Di dawiya dawî de serdestiya zilaman a bi hezaran salan heye ku bandor li tevahiya civakê kiriye. Her wiha îktîdarek heye ku dixwaze têkoşîna jinan têk bibe û li sedsal berê vegerîne. Li gorî vê îktîdarê cihê jinê nava malê ye, divê hevjîn, xwişk û zaroka keç be. Ji bilî vê tiştekî îfade nake. Nûnertiya wê ya li Meclisê pir kêm dibe. Heke li gorî pîvanên mêr-serdest tevbigere dikare bibe. Lewma li gorî me heke hemû jin bên ba hev dikarin bi ser kevin. Hewcehiya me bi mezinkirina piştevanî û tifaqa jinan heye. Li dijî kîjan jinê dibe bila bibe, tundiya li dijî jinan polîtîk e. 
 
Banga min ji bo jinên di nava partiya îktîdarê de jî ye; ev mijar mijareke polîtîk e û hûn neçarin di nava partiya xwe de jî veguherînê pêk bînin û li dijî serdestiya mêr a di nava partiya xwe de têbikoşin. Em têdikoşin û hîn jî nikarin bibêjim ji sedî sed serdestiya mêr bi dawî bûye. Têkoşîna me ya li dijî rêhevalên me yên herî nêz jî didome. Divê jinên di nava îktîdar û muxalefetê de êdî ji vê siyasetê re bibêjin bes e. Divê jinên bidersok êdî ji vê îktîdarê re bibêjin ‘bes e.’ Divê jinên ku deng didin AKP’ê jî vê rastiyê bibîinn; sedema xizantiya we, polîtîkaya şer a AKP’ê ye. Parlamenterê AKP’ê bi xwe li Meclisê got bê ka bihayê tenê bombeyekê çiqas e. Bi pereyê her bombeyê dikare pêdiviyên gelek zarokan bên pêşwazîkirin û ewlehiya gelek jinan bê girtin. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike. Em jî dê xwe bigihînin hemû jinan û têkoşîna hevpar mezintir bikin. 
 
 
 Dirûşm û perspektîfa ‘jin, jiyan, azadî’ ne tenê ji hêla kurdan ve hate pejirandin. Dirûşma hevpar a gelên li wê derê bû. Bi vê jî bisînor nema û niha li her devera cîhanê olan dide. Ev, pêvajoyeke pir binirx e û nîşan dide bê ka tevgera jinan a li cîhanê çiqas mezin bûye û nîşan dide ku pêşengtiya jinan jî jinên kurd dikin. 
 
 Bûyera herî şênber a ku têkoşîna jinan a sala 2022’yan vedibêje, serhildana li Rojhilat û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî pêk hatibû. Mijara sereke ya vê serhildanê jî dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bû. Ev dirûşm niha li tevahiya cîhanê bûye dirûşma hevpar a jinan. Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 
 
Niha li seranserî cîhanê îktîdarên mêr-serdest a rastgir pêş dikevin. Têkoşîna jinan a xurt a li dijî wan jî didome. Bi taybet jî şoreşa di demên dawî de li Rojhilat û Îranê derketî pir girîng e. Li dijî rejîma molayan her tim protesto hebûn. Çendek jê ji ber krîza aborî û çendek jî li dijî faşîzma rejîma molayan bûn. Lê niha aliyê herî girîng ê vê serhildanê ew e ku bi pêşengtiya jinan pêş ket. Bi pêşengtiya jinan berxwedaneke mezin tê raberkirin. Ji ber ku rejîma molayan ji ewil jin hedef girtin. Dirûşm û perspektîfa ‘jin, jiyan, azadî’ ne tenê ji hêla kurdan ve hate pejirandin. Dirûşma hevpar a gelên li wê derê bû. Bi vê jî bisînor nema û niha li her devera cîhanê olan dide. Ev, pêvajoyeke pir binirx e û nîşan dide bê ka tevgera jinan a li cîhanê çiqas mezin bûye û nîşan dide ku pêşengtiya jinan jî jinên kurd dikin. 
 
Ev berxwedana ku di şexsê jinên kurd de pêş ket, ne tenê perspektîfa berxwedanê di xwe de dihewîne. Ev berxwedan her wiha nîşaneya paradîgmayekê ye. Ev paradîgma, ew paradîgmaya li Rojava ye ku ji bo hemû cîhanê bû hêvî. Paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya ku li Rojava derket holê, bo jinên cîhanê bû hêvî. Pergala li Rojava bi vê dirûşmê teşe girt. Lewma ji hêlekê ve dibe hedefa Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî. Em nikarin vê yekê ji siyaseta şer û tecrîdê ya li Tirkiyeyê cuda bigirin dest. Di dawiya dawî de sedema bingehîn a tecrîdê ew e ku berê gelan bidin hev. Ji hêlekê ve tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan girantir dikin û li hêla din jî êrişî fikriya wî dikin. 
 
Bi meha ye ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Dewlet çendek agahiyan parve dike lê bi israr bersivê nade serlêdanan. Îktîdara AKP-MHP’ê ji hêlekê ve şer û li hêla din tecrîdê giran dike. Tecrîd tê wateya şer, milîtarîzm û tundiya li dijî jinan. Lewma yên ku li dijî jinan têdikoşin jî jin in. Bi sedan sala ye em di nava malan de hatin tecrîdkirin û ji civakê hatin îzolekirin. Her tim hebûn û îradeya me tune hate hesibandin. Em baş bi bandora tecrîdê ya li ser jiyana xwe dizanin. Lewma jî em bi israr dixwazin ku tecrîda li ser xwediyê fikra pergala azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk anku birêz Ocalan bê rakirin û ji bo vê têdikoşin. Heta ku em bi ser dikevin jî dê têbikoşin. Banga me ji bo hemû saziyan ew e ku li dijî vê rewşê xwedî helwesteke zelal bin. 
 
Di sala nû de pêvajoyeke hilbijartinê li pêşiya me ye. Gelo Tifaqa Cumhur û Maseya Şeşling hêviyekê dide jinan û civakê yan na? Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî van tifaqan xwedî cudahiyeke çawa ye? 
 
Me qala tifaqa AKP- MHP’ê kir bê ka ziyaneke çiqas mezin gihandiye jinan. Dema em li Tifaqa Milet dinihêrin, dibînin ku ew jî ji AKP’ê gelek pêşdetir nînin. Hewl didin îktîdarê restore bikin, gavên pir biçûk biavêjin. Divê mirov bi vekirî bibêje ku tu ferqa wan ji Tifaqa Cumhur nîne. Dibêjin dema bûn îktîdar dê Peymana Stenbolê têxin meriyetê lê mesele tenê ev peyman nîne. Jin daxwaza hemwelatiya wekhev û civakeke ku bikarin tê de biewle bijîn dikin. Di Maseya Şeşling bi xwe de jî nûnertiyeke wekhev nîne. Lewma jî ferqa bingehîn a Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji wan ev e. Tifaqa Ked û Azadiyê, têkoşîna azadiya jinê esas digire. Em jin dê bikevin hilbijartinan û bibin hêza damezirîner. Lewma ferqa herî mezin ev e. Yên ku dê mohra xwe li vê serdemê bidin, jin in. Lewma divê em xwedî helwestekî zelal bin. 
 
Divê jin dengê xwe nedin tu partiyên ku nûnertiya wekhev pêk ne anîn. Tu tifaqên ku mijara jinan esas nagirin û bingeheke hevpar ava nekirîn nikarin pêşerojekê bo vî welatî ava bikin. Tu tifaqên bêyî li guhdarîkirina jinan li ser navê wan diaxivin dê nekarin bi ser kevin. Ferqa tifaqa me jî ev e. Em têkoşîna jinan ne piştre lê niha dimeşînin. Em jin dê hem hilbijartinê û hem jî pêvajoya piştî hilbijartinê birêsin. 
 
Baş e lê jin dê di sala 2023’yan de xeteke têkoşînê ya çawa ava bikin? 
 
Armanca me ew e ku vê îktîdara yekperest a mêr-serdest têk bibin. Em dikevin pêvajoya hilbijartinê û tekan rojeva me û rêbaza têkoşîna me hilbijartin nîne. 
 
Di sala nû de em ê li dijî polîtîkayên şer, tecrîd, qirkirina jinan û krîza aborî li qadan bin û li hêla din jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi piştevaniya jinan a herî mezin bikevin sala 2023’yan. Ji bo ku ev sedsal bibe sedsala jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dê tu hêz nekarin xwe li hemberî vê têkoşîna biisrar û rewa ya jinan bigirin. Em dizanin ku îktîdar bêhêviyê çêdike. Îktîdar her tim hewl dide wisa nîşan bide ku weke em bêalternatîf bin. Nexêr, alternatîf heye û ew jî em bi xwe ne. Em baş pê dizanin bê ka em tên ba hev karên çiqas mezin dikin. Em dizanin bê ka jin di vê mijarê de çiqas bihêzin. Sala nû ji bo jinan ne tenê dê bibe sala têkoşînê lê di heman demê de dê bibe sala serkeftinê. Bi hêviya ku sala nû ji bo hemû jinan bibe sala azadî, wekhevî û demokrasiyê. Me di sala 2022’yan de gelek hevalên xwe yên jin winda kirin. Di şexsê heval Nagihanê de ez hemû hevalên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Dê têkoşîna wan rêya me ronî bike. Pênûsa wan li erdê nema û dê nemîne. Qad vala neman û dê vala nemînin. Bi sedan hevalên me di girtîgehan de ne û têkoşîna xwe di nava çar dîwaran de didomînin. Sala 2023’yan dê bibe sala ku deriyên girtîgehan tên vekirin û hevalên me jê derdikevin. Dê sala 2023’yan bibe sala serkeftina têkoşîna li dijî tecrîdê û dê bibe sala têkbirina tecrîdê. Ji niha ve sala nû ya her kesî pîroz dikim. 
 
MA / Eylem Akdag - Fethî Balaman