Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî got ku siyaseta Tirkiyeyê sala 2022’yan bi tecrîd, şer û operasyonên tesfiyekirinê derbas kir û wiha got: “Ev siyaset ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî. Dê sedsala duyemîn bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike. Ev yek jî bi fikrên birêz Abdullah Ocalan pêkan e.” 

 
Di sala 2022’yan de siyaseta Tirkiyeyê li gorî polîtîkayên şer, pevçûn, cihêkarî û hedefgirtina hemû dînamîkên civakê yên îktîdarê teşe girt. AKP û şirîkê wê yê biçûk MHP’ê, her ku hilbijartinên giştî yên ku dê sala pêşiya me de bên lidarxistin nêz dibe, zext û êrişên xwe zêdetir kir. Tifaqa Milet ku CHP û Partiya Îyî serkêşiya wê dikin, ji ber helwesta xwe ya pasîf ji civakê re nebûn hêvî. Tifaqa Ked û Azadiyê ku serkêşiya wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên demokrasiyê dikin jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên welêt, bi pêşniyarên xwe muxalefeta herî bibandor kir. Di halê hazir de di qada polîtîkayê de rewşa tifaqan ev e. Li hêla din pêşnûmeqanûnên ji bo guherandina Makeqanûnê, doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin, darizandina siyasetmedarên kurd, hedefgirtina şaredariyên CHP’î, “qanûna dezenformasyonê”, fezleke, hevdîtinên budçeyê, xistina parlamenteriya Semra Guzel a HDP’î û nîqaşên têkildarî pirsgirêkên welêt, mohra xwe li sala 2022’yan dan. 
 
DI SALEKÊ DE 138 FEZLEKE
 
Meclisê ku navenda siyasetê ye, mîna salên berê îsal jî bi polîtîkayên tesfiyekirina siyaseta demokratîk derbas kir. Sala 2022’yan ku bi fezlekeyên parêzbendiyê dest pê kir, bi xistina parlamenteriyan bi dawî bû. 25 jê parlamenterên HDP’ê bi giştî 40 dosyayên fezlekeyê yên derheqê 28 parlamenteran de di 3’yê çileyê de, 7 jê parlamenterên HDP’ê û yek jî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bi giştî 8 dosyayên parêzbendiyê yên derheqê 8 parlamenteran de di 13’ê çileyê de, 2 fezlekeyên derheqê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de di 12’ê çileyê de, 23 dosyayên parêzbendiyê yên derheqê 19 parlamenterên HDP û DBP’ê de di 1’ê nîsanê de, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaraoglû û parlamenterên HDP’ê jî di nav de 65 dosyayên parêzbendiyê yên derheqê 34 parlamenteran de jî di 3’yê cotmehê de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. 
 
PÊŞNIYARQNÛNÊN AKP-MHP’Ê YÊN BÛNE QANÛN
 
Gelek pêşniyarên AKP-MHP’ê yên ne ji bo başiya gelên Tirkiyeyê, hatin qebûlkirin û bûn qanûn. Partiyên muxalefetê jî di dema dengdayînê de ev pêşniyarqanûn red kirin. “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina di Hinek Qanûnan a bi Hejmar 2/4018’an” ku bendergehên welêt ji bo 49 salan pêşkeşî şîrketên alîgir dike di 6’ê çileyê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Qanûna Pergala Teserûf û Razemeniyê ya Teqawidbûna Ferdî û Guhertina di Hinek Qanûnan û ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de ya bi Hejmar 375’an” ku ji bo Banqeya Navendî hinek sererastkirina dike û bi sedema “pereyê tarî rewa dike” û “Rîska ewlekariya neteweyî” dihat rexnekirin di 19’ê çileyê de, “Pêşniyarqanûna Pîşeya Mamostetiyê” ku Egîtîm Sen li dij derdiket di 4’ê sibatê de, “Pêşniyarqanûna Sererastkirin Nukleerî” di 6’ê adarê de, “Qanûna Hilbijartinê” di 31’ê adarê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherandina Qanûna Parêzeriyê” di 8’ê hezîranê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Qanûna Hawirdorê û Hinek Qanûnan” di 10’ê hezîranê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Qanûna Çapemeniyê û Hinek Qanûnan” ku weke “qanûna sansûrê” dihat pênasekirin di 16’ê hezîranê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Qanûna Dadger û Dozgeran û Hinek Qanûnan” ku weke pakêta darazê ya 6’an hatibû pêşkeşkirin di 23’yê hezîranê de, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Qanûna Cezayên Leşkerî û Hinek Qanûnan” di 30’ê hezîranê de û “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Qanûna Baca Dahatê û Hinek Qanûn û Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de” di 3’yê mijdarê de li Lijneya Giştî ya Meclisê bi dengên AKP-MHP’ê hatin qebûlkirin. 
 
TEKLÎFA BUDÇEYA LÊZÊDEKIRÎ
 
Yek ji teklîfên lêzêdekirî yên AKP’ê kiribû jî “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina di Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’yan” bû. Ev pêşniyar di 20’ê hezîranê de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin û bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin. Bi vê pêşniyarqanûnê re ji bo budçeya rêveberiyên ber budçeya giştî dikevin 817 milyar û 271 milyon û 632 hezar lîre, ji bo budçeya rêveberiyên xwedî budçeya taybet 63 milyar û 203 milyon û 143 hezar lîre û bi giştî 880 milyar û 474 milyon û 775 hezar lîre tahsîsat hat kirin. HDP’ê şerh danî ser teklîfê û ev budçe weke budçeya OHAL’ê pênase kir. 
 
YÊN KU DIVIYABÛ BIHATINA VEKOLANDIN RED KIRIN
 
Hemû pêşniyarqanûnên ku tu başiya wan bo civakê nînin yek bi yek li Meclisê hatin qebûlkirin û hemû pêşnûmeyên HDP’ê yên ku ji bo lêkolînkirina mijaran, bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Pêşnûmeya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina cînayeta Hrant Dînk, pêşnûmeya ji bo lêkolînkirina mirinên bi wesayîtên zirxî, pêşnûmeya ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên ji ber bicihneanîna biryarên DMME’yê derdikevin, lêkolînkirina nelirêtiyan û pêşnûmeya ji bo lêkolînkirina teqîna li Taksîmê, li Lijneya Giştî ya Meclisê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. 
 
DOZA GIRTINA HDP’Ê
 
HDP, di tevahiya salê de rastî êrişên zext, binçavkirin û girtinan hat. Her wiha di doza girtina HDP’ê de jî geşedanên girîng çêbûn. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn mutalaaya xwe ya têkildarî doza girtinê ya li Dadgeha Makeqanûnê di 20’ê çileyê de ji HDP’ê re şand. Di mutalaayê de hevdîtinên di pêvajoya “çareseriyê” de hatin kirin weke têkiliya rast rast a di navbera HDP û PKK’ê de hatin destnîşankirin. Di mutalaayê de hat îdiakirin ku girtina partiyan di hemû demokrasiyan de heye, daxwaza redkirina îtîrazên HDP’ê yên di parastina pêş de hat kirin, hat xwestin ku HDP bi tevahî were girtin û ji bo kesên qedexeya siyasetê bo tê xwestin jî hat xwestin ku 5 salan nekarin siyasetê bikin. Şahîn, ji bo budçeya ku dê di çarçoveya budçeya 2023’yan di 10’ê çileya 2023’yan de bê dayîn jî xwest ku hesabên partiyê yên banqeyê bên bloqekirin. Ev daxwaza Şahîn a behsa xeberê ji HDP’ê re nehat ragihandin û HDP li ser çapemeniyê hîn bû. 
 
PARLAMENTERIYA SEMRA GUZEL HATE XISTIN
 
Operasyonên siyasî di sala 2022’yan de bi dawî nebûn û di 1’ê adarê de parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel hate xistin. Guzel, di 2’yê îlonê di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Stenbolê hate binçavkirin, di 3’yê îlonê de jî hate girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî). Îdianemeya têkildarî Guzel beriya ku li ser UYAP’ê were weşandin, ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) ve hate weşandin. Parlamenteriya Guzel di 23’yê kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê bi dengên AKP, MHP û Partiya Îyî ve hate xistin. 
 
HEVDÎTINÊN BUDÇEYÊ
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan di 5’ê kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê kirin û 12 rojan berdewam kir. Di budçeyê de ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran parek nehat veqetandin û budçeya şer ji sedî 98 hat zêdekirin û bû 470 milyar lîre. Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan di 15’ê kanûnê de li Lijneya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer ên îktîdarê, bikaranîna çekên kîmyewî û zextên li ser zimanê kurdî mohra xwe li hevdîtinên budçeyê da. 
 
PÊLA GIRTINA SIYASETMEDARÊN KURD
 
Îktîdara ku ji sala 2015’an ve vegeriyayî konsepta şer, sala 2022’yan bi operasyona li dijî DBP’ê bi dawî kir. Di seranserî salê de bi sedan endam û rêveberên DBP’ê hatin girtin û di 23’yê kanûnê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê û hevserokên 14 bajaran hatin binçavkirin. Ji siyasetmedarên ku di 26’ê kanûnê de derxistin dadgehê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun hatin girtin. 
 
SALA KU ŞER HATIYE GIRANKIRIN
 
Îktîdarê di sala 2022’yan de şer hîn girantir kir û di 1’ê sibatê de bi awayekî hemwext êrişî Wargeha Mexmûrê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de li Mexmûrê 2 kes, li Şengalê 3 kes û li Dêrikê jî 4 kes hatin qetilkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 2’yê sibatê de li Kulliyeya Serokkomariyê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Di 4’ê sibatê de jî Erdogan di daxuyaniyeke xwe de wiha qala rola Barzaniyan a di şerê li dijî kurdan de kir: “Barzanî roj bi roj seknên xwe yên cuda îspat dikin.”Piştî hevdîtinên di navbera Hewlêr û Enqereyê de, dewleta tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federa ya Kurdistanê êriş da destpêkirin. Her wiha Tirkiyeyê di 20’ê tîrmehê de gundê Perex ê bajarokê Derkarê yê Zaxo bombebaran kir. Di encama êrişê de 9 welatiyên ereb ên ji bo seyranê hatibûn herêmê hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. 
 
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Tirkiye, bi bikaranîna çekên kîmyewî re êdî bû yek ji wan welatan ku bi sûcên şer bû rojev. Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 152 caran çekên kîmyewî bi kar anîn û di van êrişan de 55 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Tirkiyeyê di tevahiya salê de kesên mijara bikaranîna çekên kîmyewî dixistin rojevê hedef girt, bikaranîna çekên kîmyewî înkar kir û li hêla din Wezîrê Parastinê Hulusî Akar li xwe mikûr hat. Di hevdîtinên budçeyê de Akar gotina xwe ya “Di envantera me de nîne” dubare kir lê wiha li xwe mikûr hat: “Muhîmeta ku rondikan ji çavên mirovan tînin di operasyonên taybet ên hêzên ewlekariyê de tên bikaranîn. Armanca wê jî parastina jiyana mirovan e.” Kesên ku daxwaza lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî dikirin jî hatin girtin. Akar, da zanîn ku dê nehêlin şandeyên cuda li herêmê lêkolînan bikin û îdia kir ku şandeyeke wan li herêmê lêkolîn kiriye û raporek amade kiriye ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. 
 
ŞERÊ KU BELAVÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÛ
 
Şerê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê hatiye girankirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bû. Di serî de Kobanê ku her tim di hedefa îktîdarê de ye, gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin. Îktîdarê, polîtîkayên xwe yên şer û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta dawiya salê jî domandin. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HATE GIRANKIRIN
 
Di sala 2022’yan de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku weke navnîşana çareserkirina pirsgirêkan tê dîtin hate girankirin. Ocalan ku ev 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, herî dawî di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina vê rewşê, li gel parêzer û malbatê, her wiha bi sedan parêzer, hiqûqnas, rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî jî çalakî li dar xistin û ketin nava hewldanan. Çalakiyên li dijî tecrîdê, mohra xwe li salê dan. Çalakî di tevahiya salê de domiyan û niha jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya nobetê tê lidarxistin. 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ
 
Li ser bangawaziya HDP’ê ku li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê di nava rê û rêbazên alternatîf de bû, gelek partiyên çep û sosyalîst hatin ba hev û xebatên xwe yên di bin stratejiya “Rêya Sêyemîn”di tevahiya salê de domand. HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP û TKP ku di meha çileyê de hatin ba hev, li ser têkoşîna hevpar nîqaş kirin. Piştî ku TKP û Halkevlerî xwe vekişandin, 6 partiyên din piştî nîqaşên dûvdirêj ên mehan di 25’ê tebaxê de Tifaqa Ked û Azadiyê ragihandin. Tifaqê di deklarasyona xwe ya meha îlonê de ji bo serdema pêş û hilbijartinê perspektîfa xwe diyar kir. 
 
NÎQAŞÊN MASEYA ŞEŞLING ÊN HER BERDEWAM
 
CHP, Partiya Îyî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê di 12’ê sibatê de di bin navê Maseya Şeşling de hatin ba hev û tifaqa xwe ragihandin. Demekî kin piştre di 28’ê sibatê de metna “Pergala Parlamenteriya Xurtkirî” îmze kirin. Lê di tevahiya salê de ji bilî nîqaşa namzetê serokkomariyê, tu nîqaşên din nekir. Ku hêjta nekarîne namzetê xwe jî diyar bikin. Maseya Şeşling ku bi soza demokrasiyê xebatên xwe yên hilbijartinê dikin, ne di metna xwe ya 28’ê mijdarê de û ne jî di Pêşniyara Guherandina Makeqanûnê de têkildarî pirsgirêka kurd tu pêşniyar nekirin. Sal qediya û diyar bû ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê tifaqa navborî xwedî tu planan nîne. 
 
HEWLDANÊN PARTIYAN ÊN JI BO HILBIJÊRÊN KURD
 
Rayedarên îktîdarê û partiyên di nava Tifaqa Milet de cih digirin di tevahiya salê de ji bo wergirtina dengên kurdan polîtîka kirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî Abdullah Ocalan ku rê nayê dayîn bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike wiha got: “Kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide yê li Îmraliyê.” Li ser vê yekê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû got; “Rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe” û di tevahiya salê de têkildarî pirsgirêka kurd û qeyûman gelek caran daxuyanî dan ku di sala 2022’yan de ji daxuyaniyên balkêş bûn. 
 
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî sala 2022’yan ji hêla siyasetê ve nirxand û got ku îsal bi êrişên li dijî HDP’ê derbas bûye lê HDP’ê berxwedaneke mezin raber kiriye. Ji êrişên partiyên îktîdarê heta polîtîkaya şer û tecrîdê û rêyên çareseriyê, Temellî di gelek mijaran de bersiva pirsên me da.  
 
HDP di tevahiya salê de li qadan bû. Lê li her qadê rastî êrişan hat. Îktîdar çima êrişî HDP’ê dike? 
 
Beriya her tiştî sala 2022’yan ji bo Tirkiyeyê bû saleke wisa ku krîzên bi salên dûvdirêj e didomin bêhtir hatin hîskirin. Krîza herî mezin jî feraseta rêveberiya niha ye. Pergala hikûmetê ya Serokkomariyê ku rejîmeke otorîter e, roj bi roj faşîzm bêhtir saz kir. Di her bûyerê de me ev yek bêhtir hîs kir. Îktîdar, ji bo ku xwe ji vê krîzê xelas bike rêyek peyda nekir û bi rêya tundî, zext, şer û her cureyên zilmê hebûna xwe domand. Bêguman dema vê dike jî HDP’ê hedef digire, wê weke dijmin nîşan dide û bi rêya zext û êrişên li dijî HDP’ê hewl dide xwe xelas bike. 
 
 
 Em ji ber van êrişan qet şaş nebûn lê îktîdar pir şaş ma. Tevî her cureyên êrişan jî HDP’ê bi israr têkoşîna xwe domand. 
 
Ji ber ku HDP tekane partiye ku li dijî van polîtîkayên îktîdarê disekine û li şûna wan polîtîkayan rêyên çareseriyê peyda dike û dibêje ku çareserî pêkan e. Îktîdar, tenê HDP’ê weke dijberî xwe dibîne lewma jî êrişên xwe di sala 2022’yan de hêj bêhtir giran kir. Di esasê xwe de êrişên li dijî HDP’ê, parçeyeke êrişên topyekûn ên li dijî gelê kurd e. Parçeyeke êriş û tundiya li ser jinan û kedkaran e. HDP nûnertiya gelê kurd, kedkaran, jinan û hemû gelên bindest e. Lewma jî dibe hedefa êrişên îktîdarê. Ji ber ku îktîdar dijminê jin, ked, xweza û kurdan e. Em ji ber van êrişan qet şaş nebûn lê îktîdar pir şaş ma. Tevî her cureyên êrişan jî HDP bi israr têkoşîna xwe domand.
 
Sala 2022’yan ji hêla HDP’ê ve çawa derbas bû?
 
Dema em sala 2022’yan bi tevahî dinirxînin; HDP’ê li dijî îktîdarê, feraset û faşîzma wê têkoşîneke pir xurt da. Îktîdara ku ji bo 100’emîn sala komarê dibêje; ‘Sedsala Tirkiyeyê’, di esasê xwe de bi rastiya ku dê ev sedsal bibe sedsala gelên Tirkiyeyê û gelê kurd re rû bi rû ma. Di 8’ê Adarê de, di Newrozê de, li Wanê, Amedê û di çalakiyên rojane yên HDP’ê de dît ku ev sedsal dê li gorî daxwaza wê teşe negire. Ji bo me bû sala têkoşînê. Di tevahiya salê de mijarên sereke yên têkoşîna me bûn tecrîd û berxwedana li dijî şer. Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, di esasê xwe de pergala bêedaletî û bêhiqûqtiya ji vê rewşê diqewime ye. Li hêla din sepanên zextê yên şer û dewleta polîsan didome. Em jî li dijî vê di tevahiya salê de têkoşiyan. 
 
Siyaseta Tirkiyeyê tifaqên xwe mezin dike. Gelo Maseya Şeşling karî di mehên ewil de çareseriyekê pêş bixe? 
 
Hêvî û bendewariya ji Maseya Şeşling zêde bû lê wan di tevahiya salê de tenê nîqaşa namzetiyê kir. Lê hêj jî namzetek diyar nekiriye. Dema nîqaşa namzet dikir gelo ma karî ji bo mijarên din çareseriyekê pêş bixe? Nexêr. Reşnivîseke makeqanûnê derxistin. Me dît ku hewl didin Makeqanûna 12’ê Îlonê dîsa çêbikin. Dibêjin “Demokrasiya Parlamenteriya Xurtkirî” lê ji bo ku ev demokrasî bandorê li civakê neke jî hêj pir xetên wan ên sor û astengiyên wan hene. 
 
 Gelo Maseya Şeşling çima nikare bersivekê ji hêviyên bo wê hene biafirîne, çima venaguhere maseyeke ku bi rastî jî siyasetê hildiberîne? 
 
Ji ber ku hîç qala pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî anku “Pirsgirêka kurd” nake. Naxwaze pê re hevrû bibe. Cisaret nake derkeve derveyî sînorên ku dewletê xêz kirine. Mezintirîn bêhiqûqî tecrîd e lê yek gotinê nake. Têkildarî mijara girtiyên siyasî, “Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê” û sepanên di vê çarçoveyê de ketine meriyetê tiştekî nabêje. Weke mînak, rejîma qeyûm heye. Li dijî qeyûman di guherandina makeqanûnê de hevokeke pir balkêş heye ku dibêje; “Qeyûm, divê ne bi destê rêveberiyê lê bi destê Meclisê bên tayînkirin.” Diviya bigotina teqez em destûrê nadin rejîma qeyûm. Qeyûm, bi serê xwe rejîma vesayetê ye. Bi serê xwe ev pergal ji bo sazûmanbûna faşîzmê hatiye avakirin. Em qala maseyekê dikin ku ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyan pêş naxe. 
 
We got hewcehiya me bi çareseriyê heye. Li ser bangawaziya HDP’ê di nava salê de Tifaqa Ked û Azadiyê hate ragihandin. Gelo ev tifaq dê bikare ji derdê jin, ciwan, karker û kedkaran re bibe derman? 
 
 
 Tenê bi bernameyeke bi vî rengî pêkan e ku ji bo serdema pêş rêyeke rast a têkoşîna demokrasiyê vebe û aştiyeke rasteqîn pêk were. 
 
Weke HDP’ê me tifaqeke demokrasiyê ya mezin ava kir. Me bang kir û bi hemû derdorên civakê re hevdîtin kirin. Me vebijêrka tifaqa demokrasiyê çêkir. Bêguman Tifaqa Demookrasiyê li gorî aqilê Rêya Sêyemîn tevdigere û bingeha têkoşîna demê diafirîne. Di bin sîwana tifaqa demokrasiyê de gelek tifaqên din hene. Yek ji van jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bi vê tifaqê re têkoşîna sosyalîst a Tirkiyeyê da gel xwe, têkoşîna kedê di nava tifaqê de cih girt û xwedî feraseteke wisa ye ku têkoşîna gelên rastî kedxwariyê tên birêxistin dike. Navnîşana wan kesên ku li dijî îktîdarê têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê didin e. Tenê bi bernameyeke wiha pêkan e ku ji bo serdema pêş rêyeke rast a têkoşîna demokrasiyê vebe û aştiyeke rasteqîn pêk were. Em baş dizanin ku dê bi çareseriyên demkî û guherandina serokkomar re ji vê qirêjiyê nekarîn xelas bibin. Ji bo Tirkiye û herêmê dema veguherîneke mezin hatiye. Ji bo ku îradeya siyasî ya ku dê vê veguherînê pêk bîne derkeve holê, me vebijêrkek danî pêşiya gelên Tirkiyeyê. 
 
Di tevahiya salê de rojeva sereke ya kurdan û HDP’ê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Ev 21 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û çalakiya li pêşiya Wezareta Dadê didome. Saleke bêyî Abdullah Ocalan bi Tirkiyeyê çi da windakirin? 
 
 
 Sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê dema pirsgirêka kurd hate çareserkirin dê dest pê bike. Hewcehiya Tirkiyeyê bi qonaxeke ku pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin heye. Ya ku dê ev qonax bianiya jî fikrên Ocalan bûn. 
 
Tirkiyeye ya bêyî Ocalan di nava 8 salan de gelek tişt winda kirin. Me di navbera salên 2013-2015’an de dît bê ka Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Ocalan re dikare çi bike lê me nexist pratîkê. Divê em bibêjin ku gelek kêmaniyên siyaseta demokratîk hene. Siyaseta Tirkiyeyê ya niha xwedî li wê demê dernakeve, bi qasî ku tê xwestin înîsiyatîf li xwe negirt û ji wê rojê heta niha Meclisê tu gav neavêtin lewma jî em hêjta li dijî pirsgirêkên mezin têdikoşin. Tirkiyeyeke bêyî Ocalan nikare pêşiya xwe veke, ev yek pir eşkere ye. Sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê dê di 29’ê cotmeha 2023’yan de dest pê neke. Sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê dema pirsgirêka kurd hate çareserkirin dê dest pê bike. Hewcehiya Tirkiyeyê bi qonaxeke ku pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin heye. Ya ku dê ev qonax bianiya jî fikrên Ocalan bûn. 4Qîmeta pêvajoya çareseriyê jî di vir de bû. Heke îro em hêjta li dijî tecrîdê dakevin qadan, sedema vê baweriya me ya ji vê fikrê ye. Em dizanin ku rêya çareseriyê ev e. Xweziya siyaseta Tirkiyeyê li gorî vê rastiyê tevbigeriya. Xweziya li dijî van polîtîkayên tecrîd, şer û zextê, li gorî perspektîfa aştiyê tevbigeriyan. 
 
Gelo bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re ku digot “Ez dikarim di nava hefteyekê de îxtîmala şer û pevçûnan ji holê rakim” ma dê bikarin pirsgirêkên vî welatî çareser bikin? 
 
Di esasê xwe de bi vê gotina xwe peyameke pir xurt dide siyaset û civakê. Lê siyaseta Tirkiyeyê guh neda û tu pirsgirêkan çareser nake. Ne îktîdar û ne jî muxalefet pirsgirêkan çareser dike. Weke HDP’ê em bi israr vê rastiyê ji siyaseta Tirkiye û raya giştî ya navneteweyî re vedibêjin. Li cihekî ku azadiyên siyasî lê tune, li cihekî ku dewleta hiqûqê û nirxên hiqûqa gerdûnî lê tune; hûn nikarin qala demokrasî, edalet û çareseriyê bikin. Jixwe pêk jî nayên. Divê hemû kes êdî vê rastiyê bibîne. Çalakiya me jî tam ji bo vê rastiyê ye. 
 
Îktîdara ku tecrîd hîn girantir kir, di şer de israr dike. Di sala 2022’yan de şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê hate kûrkirin û êriş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn. Gelo aqilê dewletê yê îktîdara AKP’ê yê niha dewletê ber bi ku ve dibe? 
 
Tekane berhema vî aqilî, ji bilî rûxandinê tiştekî din nîne. Ev aqil, pêşeroja xwe di welatê kurdan de dibîne. Dixwaze bi dagirkirina Rojava û Başûr re wan deveran bike mêtingeha xwe û çavkaniyên wan tune bike. Li hundir kedxwarî, li derve mêtingerî. Ev aqil, xwe li ser bingeha mêtingeriyê ava dike û hewl dide bi vê rêyê hebûna xwe bidomîne. Hem li hundir û hem jî li derve ev aqil bi xwe re tenê rûxandinê tîne. 
 
Gelo çareserî heye?
 
Çareserî, Komara Demokratîk e. Çareserî ew e ku li dijî aqilê netewe dewletê, mirov bi aqilê neteweya demokratîk nêzî welat û herêmê bibe. Divê piranîparêzî bikare rêgeha siyasetê diyar bike. Divê nûnertî li herêman xurtir bikeve meriyetê û ji bo avakirina avadaniyeke demokratîk jî li ser mijara xweseriyê sergehiştî be. Di esasê xwe de ji bo ku li ser vê fikrê nîqaş neyên kirin, fikr hatiye tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê, ne tenê bi sînorên Îmraliyê ve bisînor e. Feraseteke ku tevahiya welêt xistiye tecrîdê. Hûn nikarin bifikirin û çareseriyekê peyda bikin. Hûn nikarin li ser mijarên herî sereke nîqaşan bikin ji ber ku hûn hatine tecrîdkirin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy