Ruhê ciwanan li her derê ye

img

STENBOL - Di tevahiya sala 2022’yan de ciwan li dijî polîtîkayên fihûş, tiryak, sîxûrkirin û pişaftinê li kolanan bûn. Ji Meclisa Ciwanan Amed Can Uçar diyar kir ku di sala pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 

Ciwan, hêza serkêş û dînamîk a civakê ne. Di sala 2022’yan de jî ciwan bûn hedefa polîtîkayên pişaftin, sîxûrkirin, fihûş, tiryak, girtin, binçavkirin û polîtîkayên şerê taybet. Li gel polîtîkayên şerê taybet, di heman demê de ciwan bi bêkarî û zextên di her qada jiyanê de hatin dorpêçkirin. Tevî hemû zextan jî ciwanan karî di geşedanên siyasî, aborî, civakî û çandî de bibin xwedî gotin û bi rêya xebatên xwebirêxistinkirinê re jî li dijî polîtîkayên şerê taybet li kolanan daxwaza azadiyê qîriyan. 
 
LI KOLANAN BERTEKA JI BO ‘KARA’
 
Ciwanan, bi girtin û binçavkirinan dest bi salê kir. Di serî de li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê, li gelek bajaran 24 ciwan hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Can hate girtin. 
 
Xwendekarê fakûlteya tipê yê 20 salî Enes Kara li gel ku baweriya wî ya olê tunebû jî ji ber zexta malbata xwe li wargeha Cemaeta Nûrê hatibû bicihkirin û ji ber tundiya lê hatiye kirin, di 10’ê çileyê de li Xarpêtê xwe kuşt. Dîmenên ku Kara beriya mirina xwe kişandibûn û peyamên wî, têkiliyên wargehên cemaetan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê û AKP’ê careke din xist rojevê. Li gelek bajaran ciwan daketin kolanan û xwestin ku wargehên cemaetan bên girtin. Di çalakiyên li Enqere, Edene, Îzmîr û Stenbolê de hat destnîşankirin ku berpirsyarê mirina Kara, AKP û MHP ne. Di çalakiyên li Stenbolê de 83 xwendekar hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
HDP’ê piştî mirina Kara pêşnûmeyek pêşkeşî Meclisê kir û da zanîn ku hejmara wargehên cemaet û terîqatan di sala 2006’an de hezar û 723 bûn lê ev hejmar di sala 2021’an de derketiye 3 hezar û 331’an. Pêşnûmeya lêkolînê bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 
 
ZEXTA SÎXÛRKIRINÊ
 
Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 27’ê kanûna sala 2021’an de bi dirûşma “Dem dema ciwanan e” 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Zextên li ser ciwanan piştî kongreyê hîn zêdetir bûn. Di encama serdegirtinên malan ên li Wan Sêrt, Riha û Mêrsînê de 18 ciwanên HDP’î hatin binçavkirin. Tevlibûna kongreyê weke hinceta binçavkirinê hat nîşandan. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê jî hatin berdan. 
 
Li gel binçavkirinan, her wiha zextên sîxûrtiyê jî zêde bûn. Ciwanê bi navê Alî Şeker (18) li Amedê bi hinceta “kontrola îmzeyê” vexwendin emniyetê. Li emniyetê sîxûrtî li Şeker hate ferzkirin. Ciwanê bi navê Mûstafa Ekîncî yê 23 salî ku li Taxa Huzurevlerî ya Amedê tevî hevalên xwe dimeşiya, rastî tacîza polîsan hat. Piştre jî sîxûrtî li Ekîncî hate ferzkirin û bi ser mala wî de hate girtin. 
 
Li naverasta kolaneke Êlihê 4 polîsan pêşî li Bariş Afşar ê HDP’î girtin. Polîsan gefa “gora xwe amade bike, em ê dev ji te bernedin” li Afşar xwar. Li ser gefan jî Afşar ji bo gilîkirina 4 polîsan çû qereqolê lê li wir polîsan zexta sîxûrtiyê li Afşar kir. 
 
BI SER ÇALAKIYA MUZÎKÊ DE GIRTIN
 
Ciwanên Partîzan û Ciwanên Demokrat a Nû (YDG) di 23’yê çileyê de li Samandag a Hatayê pêşandana muzîkê li dar xist. Polîsan bi ser çalakiyê de girt û herî kêm 30 ciwan bi lêdanê binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên di 28’ê çileyê li Amed, Êlih û Sêrtê de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Vedat Ozer û Vedat Guler jî di nava binçavkiriyan de bûn. 
 
Nerazîbûnên ciwanan ên li dijî pergala perwerdeyê domiyan. Koordînasyona Tevgera Ciwanên Dibistana Amadehî li pêşiya Operaya Sureyya ya li Kadikoyê hatin ba hev û bertek nîşanî pergala perwerdeyê dan. Ciwanan da zanîn ku pêşeroja wan ji wan hatiye dizîn. Endamên Ciwanên Azadîxwaz li Îzmîrê ji hêla polîsan ve hatin tacîzkirin. 
 
Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 10’ê îlona 2021’an de kampanyaya “Werin em bendîbûnê têk bibin û jiyaneke nû ava bikin” da destpêkirin û di vê çarçoveyê de gelek ciwan ji çirava tiryak û fihûşê rizgar kirin. Ciwanên HDP’î yên ku di sala 2022’yan di çarçoveya vê kampanyayê de xebatên xwe didomandin, li gelek taxên Wanê gelek ciwan ji tora fihûş û tiryakê rizgar kirin. 
 
DORPÊÇA DARAZÊ
 
Xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt di 11’ê gulana 2010’an de li Muglayê bi guleya polîsan hate qetilkirin û li ser navê wî Komeleya Ciwanan a Şerzan Kurt hatibû avakirin. Ji ber bîranîn û daxuyaniyên di bin sîwana komeleyê de hatine kirin, derheqê 9 kesan de doz hatibûn vekirin. Doz 10 salan domiya û di 28’ê çileyê de biencam bû. Doz, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin û li 7 xwendekaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
Bi sedema ku di 10’ê gulana 2013’an de li Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê bertek nîşanî çalakiya komên nîjadperest dane, derheqê 37 ciwanên kurd û sosyalîst de doz hatibû vekirin û hat îspatkirin ku qeydên dîmenan ên polîsan bi awayeke derhiqûqî hatine girtin. Xwendekaran beraet kir. 
 
Di 15’ê gulana 2012’an de 10 xwendekar di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Ji ber partiya ecînê, ciwan bi îdiaya “çalakiya rêxistinî” hatin darizandin û ji bo her xwendekarekî 6 sal cezayê hefsê hate birîn. Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir. 
 
Li endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî, di sala 2003’yan de bi hinceta ku bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane ceza hatibû birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev ceza weke derhiqûqî nirxand. DMME’yê da zanîn ku mafê darizandina adilane û xwebirêxistinkirinê yên ciwanan hatine binpêkirin û cezayê tazmînatê da Tirkiyeyê. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahida eşkere Kezîban Kuday de derheqê 13 ciwanan de biryara binçavkirinê da û ji van ciwanan 10 jê hatin girtin. 
 
ÇALAKIYÊN OCALAN
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de ji hêla ciwanan ve hate protestokirin. Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 13’ê sibatê de meşeke dirêj dan destpêkirin ku 3 rojan berdewam kir. Meş, ji gundê Rovî yê Kobanê dest pê kir û li gelek bajaran belav bû. Ciwanan di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wanê ji bo Ocalan meşek li dar xistin. 
 
Bi hinceta ku dê komploya 15’ê Sibatê protesto bikin, di 14’ê sibatê de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de li Wanê 14 kes, li Amedê 27 kes, li Erziromê 8, li Agiriyê jî 6 ciwan hatin binçavkirin. Ji van binçavkiriyan 8 jê hatin girtin û yên din jî hatin berdan. 
 
Li gel komploya 15’ê Sibatê, her wiha li gelek bajaran ciwanan pêşengtiya pîrozbahiyên Newrozê û rojbûna Ocalan kirin. Bi milyonan kes tev li van çalakiyan bûn û ya herî zêde bal kişandî jî tevlibûna zêde ya ciwanan bû. Daxwaza sereke ya ciwanan azadiya fîzîkî ya Ocalan bû. Li navçeya Gazîosmanpaşa û gelek deverên din jî ciwan daketin kolanan, agir hil kirin û pîrozbahî li dar xistin. 
 
Ciwanên Xwedekarên Welatparêz ku li navçeya Kadikoy a Stenbolê komxebat li dar xist, tecrîda li ser Ocalan protesto kir. 
 
BERTEKA LI DIJÎ CEZAYÊ VOLTAYÊ
 
Pêşengên Meşa Mezin a Gemlîkê jî ciwan bûn. Ciwanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Ciwanan di heman demê de li dijî “cezayê voltayê” yê li Ocalan hatiye birîn çalakiya “voltayê” kirin. 
 
BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRIŞAN
 
Ciwanan li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Polîsan êrişî meşa li Stenbolê kirin û 48 kes bi lêdanê binçav kirin. 
 
Hêrsa ciwanên li bajarên Amed, Wan, Stenbol û Colemêrgê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî mezin bû. Êriş, bi meşên bi meşaleyî û teqandina fîşekên hewayî hatin protestokirin. 
 
EM NIKARIN VEHEWÎN! 
 
Xwendekarên zanîngehê di tevahiya salê de li dijî pirsgirêka nehewînê çalakî li dar xistin. Xwendekaran li wargehan cih nedîtin û ji ber fiyetên zêde nekarîn ji xwe re malan bigirin. Ciwanên ku di bin navê Platforma Sîwana Me Asîmane de hatin ba hev, li Îzmîr, Enqere û Stenbolê bi rojan li park û kolanan çalakiyên “Em nikarin vehewîn” li dar xistin. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî fiyetên vehewînê û wargehên kêm ên dewletê dan. Bi sedan ciwan tev li çalakiyan bûn. 
 
PROTESTOKIRINA ZEMÊN JI BO VEGUHESTINÊ HATINE KIRIN
 
Li gel pirsgirêka vehewînê, her wiha zemên ji bo veguhestinê hatine kirin jî di rojeva ciwanan de bûn. Ciwanan li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) zema ji sedî 40 a li veguhestinê hatiye kirin, protesto li dar xistin. Ciwanan peyama “Veguhestina bêpere û biqelîte maf e, nayê firotin” dan. Zemên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo veguhestinê kirin ji hêla rêxistinên ciwanan ve hat protestokirin. Ji bo ku zemên hatine kirin paşve werin girtin, ciwanan 170 hezar îmze kom kirin. 
 
KOMELEYÊN XWENDEKARAN HATIN BA HEV 
 
Hevdîtinên xwendekaran di tevahiya salê de berdewam kirin. Piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, li eywaneke dawetan a Amedê komxebata xwendekaran li dar xist. Komxebat, diyarî xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt kirin ku li Muglayê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin. Ji Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Êlihê, Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Eren a Bedlîsê, Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê, Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê,  Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Înonu ya Meletiyê, Komeleya Piştevaniyê ya Xwendekaran a Zanîngeha Harranê ya Rihayê û gelek xwendekar tev li komxebatê bûn.
 
TURNUVAYA KEMAL KURKUT 
 
Bi mebesta ku balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet, bi pêşengtiya ciwanên HDPî û bi dirûşma “Tu jî golekî biavêje bendîbûnê” turnuvaya futbolê hat lidarxistin. Turnuva, ji bo bîranîna Kemal Kurkut hat lidarxistin ku di Newroza 2017’an de li Amedê hatibû qetilkirin. 12 jê yên jinan bi giştî 152 tîm beşdarî turnuvayê bûn. Êrişên Tirkiyeyê di rojeva turnuvayê de bûn. Lewma jî di tevahiya turnuvayê de ciwan rastî êrişên polîsan hatin. Di 29’ê tîrmehê dema turnuva hêj didomiya de li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin. 
 
TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ
 
Platforma Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP), di 13’ê adarê de damezirandina Meclisa Ciwanan ragihand. Meclis, bi dirûşma “Hêza me heye ku em pêşî li ber rûxandina ekolojiyê bigirin, em xwedî gotin in” hat ragihandin û hat destnîşankirin ku dê têkoşîna li dijî krîza avhewayê bidomînin. Her wiha ciwanan pêşengtiya çalakî û xwepêşananên li dijî qirkirina daran a li Çiyayê Cûdî û herêma Besta yên Şirnexê kirin. 
 
BERXWEDANA ODTU’YÊ
 
Weke çandekê her sal li Stadyûma Şoreşê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) merasîma mezûniyetê tê lidarxistin. Lê rektoriyê bi îdiaya “ewlehiyê” merasîma îsal betal kir. Xwendekarên ODTU’yê ku gotin “Em ne dev ji Mezûnbûnê ne jî dev ji Şoreşê ber didin”, kepên xwe îsal jî li Stadyûma Şoreşê bilind kirin. Li gel vê, xwendekaran li dijî “rêya rantê” ya ku li daristana ODTU’yê tê çêkirin jî dest bi çalakiyan kirin û ev çalakî hêj didomin. 
 
BERTEKA LI DIJÎ PIŞAFTINÊ
 
Yek ji rojevên sereke yên ciwanan a îsal jî polîtîkayên pişaftinê bûn. Ciwanan bertek nîşanî organîzasyonên ku di bin navê “mîhrîcanê” de li Cizîr, Sûr û Bazîdê hatin lidarxistin dan. 
 
Ciwanan di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û di dîrokên cuda de bertek nîşanî polîtîkayên pişaftinê dan. 
 
PIŞTGIRÎ DAN NOBETA EDALETÊ
 
Piştgiriya herî mezin ciwanan da Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê ji hêla Emîne û Ferît Şenyaşar ve hatibû destpêkirin. Rêxistinên ciwanan gelek caran çûn serdana nobetê û piştgirî dan malbatê. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Meclisa Partiyê (PM) Lîvan Orman û gelek ciwanên din ên ku çûn serdana nobetê, bi hinceta piştgiriya bi nobetê re mehekê girtî man. 
 
Weke her salê, îsal jî 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin. Ciwanan di 20’ê tîrmehê de li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin. 
 
ÊRIŞÊN NÎJADPEREST
 
Êrişên nîjadperest ên li dijî ciwanan berdewam kirin. Li dijî xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê êrişa nîjadperest hate kirin. Di êrişê de 3 xwendekar hatin derbkirin. 
 
UÇAR: DIXWAZIN ÎRADEYÊ TÊK BIBIN
 
Yek ji endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê Amed Can Uçar ku li dijî polîtîkayên ser ciwanan di tevahiya salê de li kolanan bû, sala 2022’yan nirxand. Uçar, da zanîn ku bi taybet jî êriş û zextên li ser ciwanên kurd zêde bûne û wiha got: “Di hedefa konsepta şer a ku ji sala 2015'an ve didome de ciwan hene. Ji bo ku ciwan nekevin nava nîqaşên bîrdozî, êrişan dikin. Berê wan didin tiryak û fihûşê. Bi vî awayî dixwazin mekanîzmaya fikirînê û îradeya wan têk bibin. Dema kurdekî ku difikire derdikeve holê, wan ji xwe re weke dijmin dibînin.” 
 
Bi domdarî Uçar da zanîn ku aborî û krîzên piralî yên îktîdarê herî zêde bandorê li ciwanan dikin û wiha domand: “Ciwan bi saetan dixebitin lê heqê keda xwe wernagirin. Mirovên heta 60-70 saliya xwe dixebitin nikarin bo xwe kevirekî deynin ser kevirekî. Her wiha pirsgirêka wargehan a xwendekarên zanîngehan heye. Bi pirsgirêkên aboriyê xwendekaran pasîvîze dikin. Ciwan jî li dijî vê bi şev û roj li kolanan li ber xwe dan. Polîsan bênavber hewl dan ciwanan binçav bikin.” 
 
TURNUVAYA XWEBIRÊXISTINKIRINÊ
 
Di berdewamê de Uçar anî ziman ku tekane hêza ku gel têxe nava liv û tevgerê ciwanan in lewma jî her tim rastî êrişên binçavkirin û girtinê tên û wiha got: “Bersiva herî mezin a ciwan didin îktîdarê, têkoşîn e. Bi têkoşîna xwe dikare îktîdarê dorpêç bike. Ciwan, di tevahiya salê de li dijî tiryak û fihûşê têkoşiyan. Me gelek pîrozbahî û turnuva organîze kirin. Îktîdar ditirsiya lewma jî êriş kir. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Me di pêvajoya turnuvayê de ev rastî dît. Bi hêzên çevîk û taybet re hewl dan me bitirsînin. Lê belê turnuvayê rêxistiniya ciwanan hêj mezintir kir. Gel jî bi awayekî girseyî tev li bû. Tevî dorpêçê jî paşvegav neavêt û xwedî lê derket.” 
 
'ARMANCA JI TECRÎDÊ QIRKIRIN E’
 
Uçar, bi domdarî bi lêv kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojeva wan a sereke bû û axaftina xwe wiha qedand: “Bi tecrîdê gelê kurd hedef tê girtin. Dixwazin gelê kurd tecrîd bikin. Polîtîkaya tecrîdê, polîtîkaya qirkirinê ye. Bi konsepta şer a sala 2015’an ve bajar hatin rûxandin. Ev konsept û pergala tecrîdê heman mekanîzma ye. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Tu aliyekî hiqûqî yê tecrîdê nîne. Tu aliyekî hiqûqî yê îzolekirinê û qutkirina pêwendiyan nîne. Dema gelê kurd azad bû, dê tevahiya gelên cîhanê serî hil din û dawî li pergala netewe-dewletê bînin. Lewma jî rakirina tecîdê girîng e. Em ê êdî hîn bêhtir birêxistinkirî tevbigerin. Her gava me ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Me bi saya birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên şerê taybet nas kir. Di her pêngavên me de dê azadiya fîzîkî bibe parçeyeke kampanya û xebatên me. Divê rojeva ciwanan bibe azadiya fîzîkî.” 
 
MA / Mehmet Aslan