Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku sala 2022’yan bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû û wiha got: “Mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû. Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rewş dê heta barbariyê biçe.” 
 
Deynên hundir û derve, enflasyona bilind, hêza kirînê ya kêm, bêkarî, xizanî û birçîtiyê mohra xwe li sala 2022’yan da. Piştî pêvajoya pandemiyê, sala 2022’yan weke karesatekê di bîra mirovan de cih girt. Polîtîkayên antî-demokratîk, nîjadperest û neteweperest, krîza îktîsadî hêj kûrtir kir. Çavkaniyên Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer, pevçûn û tundiyê hatin tunekirin û rêveberên îktîdarê ev rastî bi xwe anîn ziman. Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû û vê nirxandinê dike: “Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rewş dê ber bi barbariyê ve biçe.” Em têkildarî panaromaya civakî-aborî ji Zanîngeha Marmarayê bi akademîsyenê KHK’î Muftuoglû re axîvîn. 
 
Em ê li ser kurteya aboriya sala 2022’yan biaxivin lê li gorî min divê mirov hinek li bermayiya salek berê binêre. Kîjan rojev, mijar û pirsgirêk bo îsal hatin hiştin? 
 
AKP dema nû bûy îktîdar, di sala 2002’yan de hewl da li gorî bernameya neolîberal ku bingeha wê ji hêla Kemal Dervîş ve hatibû amadekirin tevgeriya. Ji bo ku vê bernameyê pêk bîne bû îktîdar. Diviya ji bo pergalê ev pergal bixista meriyetê. Ji xwe li gorî wê tevgeriya. Carnan jî li ber bayê Yekitiya Ewropayê ket. Di dawiya dawî de qanûnên xebatê heta asteke mezin sist kir, bêewle kir, pergala ewlehiya civakî tesfiye kir û ev yek kir qanûn. Gelemperiya van vesazkirinan mafên xebatkaran ji holê rakirin. Zêdetir polîtîkayên aboriya piyasaperest xistin meriyetê. Di vê serdemê de sermayeya neteweyî û ya navneteweyî gelek jê razî bûn. 
 
 Ev rewş kengî û çima xerab bû? 
 
Ji hilbijartinên sala 2011’an ve êdî mercên neteweyî û navneteweyî hêdî hêdî guherîn. Jiyana xebatê, mafên civakî û aliyên neyînî yên têkildarî tenduristiyê, her ku bi xwe re texrîbat anîn, guhertin jî çêbûn. AKP’ê, hewld a îktîdara xwe bi gotinên weke Osmaniya nû, bi operasyonên derveyî sînor û bi xerakirina polîtîkaya derve re biparêze. Bi taybet jî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bêhtir gur kir û hewl da hebûna xwe bidomîne. Anku hem bala gel da aliyekê din û hem jî hewl da polîtîkayên xwe yên aborî û civakî ku di qada navneteweyî de qels bûbûn dîsa telafî bike. Polîtîkayeke wisa şopand. Lê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de xuya bû ku ev hewldanên wê tevek jî bi kêr nayên. 
 
 Piştgiriya gel winda kir û dest bi siyaseta şer kir... 
 
AKP ku piştgiriya gel winda kir û nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar, polîtîkayeke ku gel bêhtir li hemberî hev sor dike, dabeş dike xist meriyetê. Piştî 15’ê Tîrmehê jixwe dest bi avakirina rejîmeke nû kir. Derbasî Pergala Hikûmeta Serokkomariyê bûn ku her tiştekî tenê yek kes dizane û tenê gotina wî derbasdar e. Anku hemû raye di destê yekkesî de hatine komkirin. Bi vê yekê re me geşdanên di siyaset û aboriyê de bi hev re dîtin. Piştî vê pêvajoyê jî me di aboriyê de feraseteke ku roj bi roj tundtir dibe, daxwazên herî biçûk ên gel bi dijwarî ditepisîne, grevan qedexe dike û her cureyên lêgerînên maf asteng dike re rû bi rû man. Anku ew zexta ku em di qada siyasî de her tim lê rast dihatin, êdî di aboriyê de jî derket pêşberî me. 
 
Anku piştî rêya wan xelas bûyî li rêbazên berê vegeriyan? 
 
Ji ber ku êdî baweriya gel bi amûrên wan ên îdeolojîk nema. Wê demê jî hîn bêhtir serî li rêyên zextê dan. Pêvajoyeke mîna salên 90’î bi serê me anîn. Heke di mijara aboriyê de rewş nebaş be yan jî di polîtîkaya hundir de qels bî, tavilê serî li rêbaza şer bide ku her kes êdî jê têr bûye. Ev rêbaz ev sed sal in bûye çanda vê dewletê. Lê di 30-40 salên dawî de bêhtir tê bikaranîn. Îktîdar hewl dide berê gel bide hev, li dijî hev sor bike û wisa xwe li ser pêyan bigire. Bi vê rêbazê re hem tevgera çînan manîpule dike, hem asteng dike û hem jî li ser hemû nakokiyan ferasteke faşîst û neteweperest serwer bike. Me heman tişt demekî kin piştî 7’ê hezîranê anku di 15’ê Tîrmehê de dît. Li dijî vê îktîdara yekzilam tu carî muxalefeteke rasteqîn derneket. Mixabin ku muxalefeteke ku piştgiriya gel bigire û polîtîkayên çareseriyê pêş bixe derneket holê. 
 
Çima muxalefet çênebû yan jî çima di vê mijarê de bi ser neketin? 
 
Ji ber ku muxalefet li şûna ku pirsgirêkên gel çareser bike, ketin xefika siyasî ya AKP’ê. Bûne parçeyeke siyaseta şer û pevçûnan, dijayetî û dabeşkirinê ya AKP’ê. Lewma jî muxalefet –Tifaqa Milet- HDP ne di nav de, ji pirsgirêkên esasî yên gel qut bû. Vê yekê jî derfeteke mezin da AKP’ê. Jixwe beriya pandemiyê di sala 2019’an de hemû hevsengiyên aboriyê di asteke mezin de xera bûbûn. 
 
 Bawerim hûn qala mercên pandemiyê dikin... 
 
Pandemiyê ev rewş hîn wêdetir bir. AKP’ê, pandemî weke firsendek bi kar anî. Di vê pêvajoyê de rewşa gel pir xerab bû lê komeke sermayedar a biçûk, sermayeya xwe hîn mezintir kir. Lê her çiqas hêdî jî be encamên wê hatin dîtin. Meyla zêdebûna enflasyonê hêj ji destpêka sala 2021’an ve xuya dikir. Rêveberiya aboriyê di vê pêvajoyê de bi zanebûn polîtîkayên ku berjewendiyên komekê diparêzin xistin meriyetê. Gelemperiya gel bi vê mijarê re eleqedar nebû lê wê demê polîtîkaya bê ka dê pereyên wan bi ku de biçin dihatin kirin. Faîz kêm bû lewma pere bo dovîzê çû û rê li ber devaluasyoneke mezin vekir. Dolar ji 8 lîre û nîvan derket 18 lîreyan. Devaluasyona 10 lîre di nava yek du mehan de pêk hat. Jixwe di mijara enerjiyê de em girêdayî derve bûn û êdî di peydakirina xurekên bingehîn de jî em êdî bûn berdestên hêzên derve. Feraseta wan a aboriyê li vir teqiya. 
 
 Reqem di carekê de firiya... 
 
Ji ber ku bi bilindbûna devaluasyonê re fiyet jî zêde bûn û enflasyon jî di carekê de firiya. Reqemên TUÎK’ê yên jênebawer jî vê rastiyê nîşan didin. Enflasyona ku di cotmehê de ji sedî 2.39, di meha kanûnê de derket ji sedî 13.58’an. Rêjeya enflasyonê ya herî bilind a 30 salan derket holê. TUÎK reqemekê parve dike lê dema em diçin market û bazarê vê rastiyê dibînin. Enflasyon pir lez û bez bilind bû û vê jî bi xwe re hevsengiya aboriyê xera kir. Ji ber ku li rexa din jî deynê me yê ji bo derve zêde ye. Ev deyn tevek zêde bûn û bûn barê aboriyê. Pir eşkere bû ku ev enflasyon dê di sala 2022’yan de bidome. Anku em bi van baran ji sala 2021’an derbasî sala 2022’yan bûn. Lê dîsa jî îktîdara siyasî bi israr heman polîtîkayê dimeşîne. 
 
Bi kurt û kurmancî em bi barê deyn, enflasyona bilind, bêkarî, xizanî û hwd. ketin sala 2022’yan... 
 
Bêguman aliyê vê yê civakî jî heye. Di aboriyê de texrîbat û têkçûnek heye. Hêza kirînê ya gel kêm dibe, esnaf û bazirgan nikarin planên xwe pêk bînin û gelek kargeh îflas dikin. Jixwe di dema pandemiyê de ziyaneke mezin gihiştibû wan û îcar ev bar jî li ser zêde bû. Beşekê sermayeyê jî bi neyînî ji vê bandor bû. Di navbera çînan de nehevsengiyeke mezin çêbû. Heqdestê kedkaran kêm bû. 
 
Bandora wê di daneyên navneteweyî de jî xuya dikin... 
 
Di reqemên navneteweyî û yên Banqeya Cîhanê de jî tê dîtin. Derket holê ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke birçîtiyê ya mezin heye. Derket holê ku gel nikare xwe baş xweyî bike û xurekan bi dest bixe. Di daneyên Banqeya Cîhanê de derket holê ku Tirkiye yek ji 3-4 dewletê cîhanê ye ku enflasyona xurekan lê heye. Di nava welatên OECD’ê de dewleta ku enflasyon lê herî zêde Tirkiye ye. Bihayê enerjiyê heta fiyetên xurek û avahiyan, tevek jî pir zêde bûn. Di vê rewşê de rewşa kedkaran jî hîn xerabtir bû. Di hezîrana sala 2021’an de mîna îsal dîsa Komîsyona Kêmtirîn Mûçeyê civiya bû û ji sedî 50 zem kir. Lê pir eşkere bû ku dê enflasyon di pêvajoyên pêş de zêde bibe. Eşkere bû ku bi enflasyona sala 2022’yan re dê ev yek tune bibe. 
 
 Kîreyên heyî li ser kêmtirîn mûçeyê ne... 
 
Yek ji deverên herî zêde kedkar lê dijîn Stenbol e. Li gorî daneyên xebateke di meha cotmehê de, kîreyên malan ser 10 hezar lîreyan in. Gelo heke li cihekî kêmtirîn mûçe 5 hezarî 500 lîre û kirê ser 10 hezar lîreyan bin dê mirovên li wî bajarî çawa bijîn? Yek ji qadên ku fiyetê pir biha bûyî jî  qada veguhestinê bû. Anku li vir xizantiyeke mezin heye. Di daneyan de jî xuya dibe. Her wiha di nava welatên OECD’ê de welatê herî xizan Tirkiye ye. Anku mirov rojê herî kêm 10-12 saetan dixebitin û jiyana xwe di danin holê lê nikarin pariyeke nan bibin mala xwe. Li gorî daneyên dûrî rastiyê yên TUÎK’ê, bêkarî dikeve lê di rastiyê de zêde dibe. Rewşeke bi vî rengî heye. 
 
Em hineke din qala lingê aboriyê yê rejîma tê avakirin bikin. Ne wezîrên darayî û xizîniyê bi têr dikin û ne jî serokên Banqeya Navendî. Gelo çima? 
 
Heke li gorî kêmtirîn rêgezên demokrasiyê jî tevbigeriyan, ne 4-5 sal lê li Tirkiyeyê nedikariyan 1-2 serdeman jî bibin îktîdar. Polîtîkayên AKP’ê li Yewnanistan û welatên din jî hatin ceribandin. Lê li wan welatan îktîdar guherîn. Jixwe îktîdarek bi tena serê xwe nikare vê rake. Lê dema we rejîmeke otokratîk ava kir, beden naguhere lê wezîr diguherin. Di rewşên wiha de divê ne wezîr lê tevahiya îktîdara siyasî biguhere. Heta divê pêşengên wê siyasetê heta hetayê ji siyasetê bên dûrxistin. Lê AKP carnan olê bi kar tîne, carnan otorîteriya xwe bi kar tîne û îktîdara xwe didomîne. Li hêla din nebûna muxalefeteke xurt jî wê bêhtir xurt dike. Polîtîkayên AKP’ê yên 15’ê Tîrmehê û OHAL’ê jî vê nîşan didin. Krîzeke aborî ya navneteweyî heye. Polîtîkayên neolîberal ên heyî li hemberî van krîzan têk çûn û ev welat gelemperî otorîter bûn. Li welatên em jê re dibêjin demokrat jî dijminatiya li dijî biyaniyan zêde dibe.
 
Avadaniyên faşîst û nîjadperest mezin dibin... 
 
Erê rast e, heta li van deveran partiyên faşîst pêş dikevin. Nîjadperestî zêde dibe. Lê Erdogan vê pêvajoyê baş birêve dibe. Her tim hemleyên cuda dike. Wezîran diguherîne lê li wir hebûna xwe didomîne. Her wiha polîtîkayên ku bi kêrî sermayeya navneteweyî bên dimeşîne. Hema hema li hemû welatan enflasyon zêde bû lê ne bi qasî ya Tirkiyeyê. Tirkiye bi rêya rejîma otorîter hewl dide vê pêvajoyê birêve bibe. Çareseriyeke demokratîk pêş nexistin. CHP û ÎYÎ Partî li dijî wan çareseriyeke demokratîk pêş nexistin. Heman tiştan dubare dikin. Di esasê xwe de berdewamiya polîtîkayên AKP’ê ne. 
 
Her wiha AKP weke ku li dijî hêzên navneteweyî şer bike xwe dide nîşan dide. Ji hêlekê ve zimanê êrişê bi kar tîne û li hêla din jî rewşa jeopolîtîk bi kar tîne. Gelo dê ev yek bikare temenê AK’ê dirêj bike? 
 
Di vê mijarê de AKP manewrayên pir baş dike. Mînak duh bi Misrê re şer dikir lê îro pê re silha kir, îro bi Îsraîlê re şer dike û rojek piştre weke ku tiştek neqewimî be tevdigere. Polîtîkayeke bi vî awayî ya bêpîvan dimeşîne. Bi van manewrayan re rewşa jeopolîtîk û dewlemendiyên Tirkiyeyê pir bi rehetî pêşkeşî van welatan dike. Pir tiştan difiroşin sermayeya ereban, Qeterê.   
 
Gelo AKP dê vê bêpîvantiya xwe di nava hevsengiya van hêzan de çiqas bikare bidomîne? 
 
Li gorî min heta ku civak û hêzên gel derfeta vê bidin wan dê vê bêpîvantiyê bidomînin. Ma pêşketinên ji sedsala 19’an ve çêbûyîn ji ber xwe ve çêbûne? Nexêr, encama têkoşînê ne. Li vê derê tişta qala wê tê kirin têkşîna çînan û gelan e. Ma heke ev têkoşîn nebe dê çi were bidestxistin? Anku tişta diyarker, dîroka têkoşîna civakî ye. Dê têkoşîna di navbera çînan de û têkoşîna gelan vê rewşê diyar bikin. Têkoşîna çînan û gelên bindest girîng e. Ji ber ku dema te tune hesiband, dê ber bi barbariyê ve biçe. Pergala kapîtalîzmê tiştekî wiha ye. 
 
Her wiha heta astekê li kolanan jî têkoşînek heye. Hêzên demokrasiyê, jin û grevên di sektorên veguhestinê de rê li ber kelecanê vekir…  
 
Erê, em sala 2022’yan di vê çarçoveyê de binirxînin. Têkçûneke mezin heye. Pêvajoyeke ku enflasyon ji sedî 200-300 zêde bûyî heye. Di şert û mercên asayî de hewceye derdorên xizan bertek nîşan bidin. Di destpêka sala 2022’yan de gel derdiket kolanan, grev dikirin, li ber xwe didan û bertek nîşanî polîtîkaya aboriyê ya îktîdarê didan. Piştre serokkomar daxuyanî dan û wiha got; “Qaşo dê dakevin kolanan. Heke hûn dadikevin dakevin. Vî gelî di 15’ê Tîrmehê de çawa ders dabe dê dîsa bide.” Anku gef xwar. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî li dijî vê gotinê wiha got: “Di pirtûka me de nîne ku daketin kolanan. Em ê li ser sindoqê bersivê bidin.” Anku muxalefeta sereke tune kir. Li hêla din salek berê di van deman de peymanên metalê hebûn. Karker di vê sektorê de pir birêxistinkirî ne. Dema dikevin grevê ziyaneke mzin didin karmendan. Peymaneke ku bandor li 130 hezar karkeran dikir hebû. Lê hem Turk-Metalê û hem jî Bîrleşîk-Metalû sendîkayên Çelik-Îş’ê di 12’ê çileyê de peyman îmze kirin. Lê tiştekî din jî çêbû, li hinek qadên ku bi tu awayî têkoşîneke rêxistinkirî nehatiye dayîn dengê berxwedanê hat. Lê mixabin ji ber nerêxistibûnê û nêzikatiya muxalefetê, ev bertek pir qels man. 
 
Em nikarin pirsgirêkên aborî ji geşedanên siyasî û civakî cuda binirxînin. Gelo heta ku pirsgirêka kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û hwd. neyên çareserkirin ma pêkane ku ji vê rewşê xelas bibin? 
 
Tu serdeman li Tirkiyeyê demokrasî bi temamiya sazî û lijneyên xwe rûnenişt. Lê di demên dawî de bi taybet jî zextên li ser çapemeniyê û akademiyê tên zêdekirin. Her wiha zextekî mezin li ser sendîkayan heye. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî, di nava 10 welatên ku xebat lê herî zêde xerab yek jê Tirkiye ye. Di endeksa demokrasiyê de jî Tirkiye di rêza 103’yan de ye. Hiqûq û qanûn jî tenê di destê yek kesî de ne. Anku tu mekanîzmayên demokrasiyê naxebitin. Em bi rejîmeke  totalîter re rû bi rû ne. Em qala kîjan pirsgirêkan bikin jî, tevek jî girêdayî nebûna demokrasiyê ne. Heke demokrasî nebe dê karker çawa li mafê xwe bigere? Heke karker nekare li mafê xwe bigere, dê nekarê heqê keda xwe jî bistîne. Dema rewş ev be, li vê derê têkoşîna çînan jî pêş nakeve. Anku mimkin nîne ku tenê têkoşîna aboriyê bê meşandin. Divê teqez aliyekê têkoşînê jî siyasî be. Divê bi hev re bên meşandin. Mekanîzmayek heye ku berê kurdan, sûriyeyiyan, jinan, elewiyan, ciwanan, LGBTÎ’yan û hwd. dide hev û hebûna xwe wisa didomîne. Lewma divê bi awayeke giştî em demokrasiyê bigirin dest. Bi vî awayî em dikarin ji vê îktîdara siyasî ku di nava 20 salan de ewqas texrîbat çêkirin xelas bibin. Anku têkoşîna li vê derê divê weke têkoşîna demokrasiyê bê meşandin. 
 
 Gel, fatûreyeke giran dide. Îktîdar bi xwe li xwe mikûr hat ku di bingeha vê de şer heye. Cîgirê Serokê AKP’ê Nûrettîn Canîklî mînakên vê dan. Gelên Tirkiyeyê bedeleke giran a vî şerî didin.
 
Di esasê xwe de gotinên Canîklî em ji zû ve ye dibêjin. Îktîdarên siyasî tiştên ku bo pêdiviyên bingehîn ên civakê, ji bo tenduristî û perwerdeyê nakin, ji bo şerekê bêeman û bêwate dikin. Aştî heye û dikarin di nava xweşguzariyê de bijîn lê bi israr şer hildibijêrin. Barê wê yê darayî jî têxin ser milê civakê. Me ji bo budçeya 2022’yan jî heman tişt gotibû û budçeya 2023’yan jî heman e. Ji bilî HDP’ê tu kes li dijî derneket. Berevajî vê, zîhniyetek heye ku piştgiriyê didin. Dema mijar bû şer, tevahiya muxalefetê bêdeng dibe. Xuyaye ku ev welat bi polîtîkayên ewlekariyê re pêş nakeve û xizan dibe. Gelek deverên cîhanê mînakên vê hene. Tenê dîktator vê polîtîkayê dimeşînin. Li welatên demokratîk gel ne şer lê hewl dide zikê xwe têr bike. Mirov nikarin zikê xwe têr bikin û birçî ne. Her roj nûçeyên xwendekarên ji birçan bi ser hişê xwe diçin tên weşandin. Agahiyên zarokên ji birçan dimirin tên parvekirin. Di rewşeke wiha de hûn bi milyar lîreyan ji bo pîşesaziya şer bi kar tînin. Kî ji şer sûd digire? Hinek bazirganiya wê dikin û jê sûd digirin. Anku li vir dek û dolabeke mezin heye. Heke we civak ji feraseta neteweperestî û nîjadperestiyê rizgar kir, wê demê êdî dest bi lêpirsîna vê rewşê dike. Di budçeya 2023’yan de 469 milyar tenê ji bo çekan hatiye veqetandin. 
 
Em qala rewşeke ku ji 2015’an ve didome dikin... 
 
Budçeya ku hatiye veqetandin gelemperî bo tekedestên mezin diçe. Deyn pir zêde ne û lêçûnên faîzê weke 566 milyar xuya dike. Beşeke mezin a çavkaniyên vî welatî bo faîzê diçin. Û ev faîz jî encama polîtîkayên şer e. Şerê Ûkrayna-Rûsyayê heye lê rewşa Tirkiyeyê ji ya Ûkraynayê xerabtir e. Em di nava şerekî veşartî de ne. Ev jî bi xwe re xizaniyê tîne. Ji ber ku hemû mekanîzma li gorî aboriya şer hatine damezirandin. Ji sala 2015’an ve jî ev rewş bi vî awayî didome. 
  
Hemû polîtîkayên makro û daneyên kûrewî nîşan didin ku dê ev rewşa xerab a aboriyê bidome. Lê Erdogan û Wezîrê Darayî û Xizîneyê Nûrettîn Nebatî îdia dikin ku dê di sala 2023’yan de xwe komî ser hev bikin. Bi rastî li pêşiya me çi heye? 
 
Ji bo ku ber bi başiyê ve biçe tiştekî tê kirin tune ye. Dê xizanî bidome û li vî welatî guhertinek çênebe. Pirsgirêkên avadaniyê yên Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibin. Aboriya me girêdayî derve ye û razemenî kêm in. Ev jî sedemên bingehînin ku hevsengiya aboriyê têk dibin. Pergaleke aboriyê ya ku gelemperî bi rêya deynan çerxa xwe digerîne heye. Êdî bawerî nema ye. Veberdêr bawer nake, mezexêr bawer nake, karker bawer nake. Anku ji bo di rojên pêş de tiştekî baş bibe tiştek li holê nîne. Tenê dibe ku heta hilbijartinê nehêlin fiyet zêde bibin ewqas. Anku dê gel bixapînin. Lê li cihekî ku muxalefet nikare bibe alternatîf de îktîdara siyasî dê ji rewşê pir sûd bigire. Weke encam, piştî hilbijartinê kî were jî dê bi barekî giran re rû bi rû bimîne.   
 
Tu hêvî ji rewşa heyî nîne. Wê demê rêya rizgariyê çi ye? 
 
Ji ewil divê em vê esas bigirin; dema em li cihê xwe rûniştin dê tiştek baş nebe. Divê têkoşîn were mezinkirin. Têkoşîn bi tena serê xwe nayê kirin. Divê birêxistinkirî be. Ev yek ji bo xebatkaran jî, kesên rastî cihêkariyê tên û hemû derdoran wisa ye. Divê em bi awayekî li dijî vê rewşê li ber xwe bidin. Divê ev berxwedan, berxwedaneke bizanebûn be. Divê tu kesê li hemberî xwe nas bikî û li gorî wê têbikoşî. Heke pirsa hêviyê were kirin, hêvî di vir de ye. Weke mînak; li gorî min tifaqa Ked û Azadiyê hêviyeke mezin e. Lê divê hêj bileztir tevbigere ji ber ku dem xelas dibe. Bêguman hêvî her tim heye. Ji ber ku li vî welatî kesên dixwazin mîna mirovan bijîn, yên ku mafên mirovan diparêzin hene û ev kes derdoreke bihêz in. Tekane pirsgirêka wan ew e ku birêxistinkirî nînin. 
 
MA / Sedat Yilmaz