Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!

img
ÎZMÎR - Ji ber çavsoriya kar a îktîdar û sermayedaran, krîza ekolojîk di sala 2022’yan de hêj girantir bû. Ekolojîst Denîz Gumuşel got ku çawa mirov li dijî krîza aborî têdikoşin, xweza jî li dijî talanê têdikoşe. 
 
Ekolojî yan jî bi navê din hevsengiya xwezayê, ji hêla serdestan ve roj bi roj bêhtir tê texrîbkirin. Ekolojîst û rêxistinên hawirdorê dibêjin ku heke texrîbata tê kirin hêj mezintir bibe, dê di nava çendek salên pêş de li ser jiyana zindiyan xetereyeke mezin çêbibe. Tevî vê yekê jî li şûna ku li hemberî texrîbatan tevdîrên pêwîst bên girtin, gavên ku hêj bêhtir rê li ber vedikin tên avêtin. Di sala 2022’yan de jî krîza avhewayê kûrtir bû û girêdayî vê, germbûna kûrewî hêj zêdetir bû. Îktîdar û komên sermayeyê di sala 2022’yan de qet vala nesekinîn û li ser çar aliyên cîhanê talankirina xwezayê domandin. Xebatên bêdaristankirinê û lêgerînên madenan ku li çar aliyên cîhanê hatin meşandin, bû sedema dramên ekolojîk û mirovî. Çekên kîmyewî yên di şer û pevçûnan de hatin bikaranîn, xweza ber bi tunebûneke jêneveger ve birin. 
 
QIRKIRIAN DARISTANAN
 
Tunebûna daristanan ku yek ji girîngtirîn daqurtokên karbonê ne, kir ku germî hêj bilêztir bibe. Li gorî rapora Konferansa Aliyên 27’emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP27)  ya bi navê “Nirxandina Herêmî 2022”;  leza bêdaristankirinê ya li Hewzaya Kongoyê ku ji hêla biyoçeşîdiyê ve mezintirîn daqurtoka karbonê ya cîhanê ye, li gorî salek berê di sala 2021’an de ji sedî 5 zêdetir bûye. 
 
Li Tirkiyeyê jî di serî de li Şirnex, Amed, Sêrt û Bedlîsê, qirkirinên mezin ên daran hatin kirin. Qirkirina daran a ku di sala 2019’an de bi hinceta rêyên ber bi kalekol û baregehên leşkerî dihat kirin, êdî gihişt wê astê ku rojane zêdetirî 50 TIR bên birîn. Li gorî daneyên Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Rihayê; tenê di nava 7 mehan de ji sedî 7’ê daristanên bajêr hatin tunekirin. Di heman demê de li herêmên Behra Reş û Egeyê jî di bin navê xebatên madenvaniyê de bi hezaran dar hatin birîn, li dehan bajaran jî gelek hektarên daristanan bi Biryarnameya Serokkomariyê re ji wesfa daristanan hatin derxistin. 
 
AVÊN BINERD KÊM BÛN
 
Xebatên madenvaniyê yên li herêmê bênavber domiyan û ji ber qirêjîbûnê, hejmara avên binerd ên li herêmê gelek kêm bûn. Guherînên di demsalan û hişkesaliyê de jî li vê rewşê zêdebûn û tê payîn ku avên binerd di salên pêş de hêj zêdetir kêm bibin. Rêjeya tijebûnê ya li bendavên Kazandere, Pabuçdere û Istrancalar ên ku pêdiviya avê ya Stenbol û herêma Trakyayê pêşwazî dikin, gelek kêm bû. Rêjeya tijebûnê ya Bendava Kazandereyê di meha îlonê de ji sedî 50 bû lê daket ji sedî 31,02’yan û ya Istrancalarê ji daket ji sedî 36,22’yan. Rêjeya avê ya li Bendava Pabuçdereyê jî daket ji sedî 9,56’an.
 
QIRÊJÎBÛNA BEHRAN
 
Xebatên madenvaniyê li behran jî rê li ber qirêjîbûneke mezin vekir. Zanyarên Enstîtûya Zanistên Behrê û Teknolojiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê, li şerîda qeraxê ya bi dirêjiya hezar û 100 kîlomîtroyan ku di navbera bajarên Sakarya û Artvînê de 11 bajaran digire nava xwe, mînakên tortê lêkolînkirin û rastî şopên 10 cureyên metalên toksîk hatin. Hat tespîtkirin ku di binê behrê de metalên herî giran ên ku rê li ber qirêjîbûnê vedikin jî sifir, risas, arsenîk û çînko ne. Ji 10 cureyên metal toksîkê sifir û risas li ser lîmîtên hatine diyarkirin û arsenîk û çînko jî nêzî lîmîtan e. Li gel vê, musîlaja ku salek berê li Behra Marmarayê hatibû dîtin, îsal li Stenbol û Çanakkaleyê dîsa hate dîtin. 
 
HIŞYARIYA JI BO ‘TUNEBÛNÊ’ 
 
Pisporên mijarê hişyariya didin û dibêjin ku heke li hemberî van geşedanan tavilê tevdîr neyên girtin, dê rê li ber rûxandinên mezin vebibe. Li gorî lêkolîneke berfireh a Kovara Scienceyê ku li DYA’yê weşanê dike; heke armanca Peymana Parîsê ku dixwaze germbûna kûrewî 1.5 pileyan daxîne ser asta beriya pîşesaziyê û bi vî awayî bisînor bike bi ser nekeve, dê cîhan bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimîne. Li gorî lêkolînê; gelek qonaxên krîtîk ên ku pergalên avhewayê nikarin xwe bi xwe îdame bikin tên destpêkirin û ev yek dê rê li ber guhertinên mezin veke. 
 
LEHÎ, ŞEWAT, HIŞKESALÎ...
 
Bûyerên xwezayê yên di nava salê de rû dayîn, hişyariyên hatine kirin jî piştrast dikin. Hişkesalî, lehî, bager, tsûnamî û şewatên daristanan îsal qet bi dawî nebûn. Li gelek bajarên Behra Reş û Egeyê lehî rabûn. Di serî de Marmarîs û Datça, li gelek deverên Egeyê jî şewatên daristanan derketin û bi hektaran qadên daristanan tune bûn. Her wiha ziyan gihişt bi sedan zindiyan. 
 
Tevî van bûyeran jî, biryarên ku bêhtir ziyanê bidin xwezayê hatin dayîn. Kapadokya bi biryara Serokkomariyê re ji statûya parkên neteweyî hate derxistin û makîneyên kar ji bo çêkirina rê ketin qadê. Bi vê yekê re ji bo îmara li bajarên antîk, qadên sît ên xwezayî û erdên çandiniyê bingeh hat amadekirin. Her wiha ji bo ku li zeytîngehan xebatên madenvaniyê bên destpêkirin jî du caran ketin nava hewldanan. 
 
RAPORÊN ÇED’Ê
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê di 1’ê çileyê-15’ê kanûnê de ji bo 4 hezar û 9 projeyan got; “Hewcehî bi Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) nîne” û ji bo 448 projeyên ku pêvajoya an a ÇED’ê didomiya jî biryara “ÇED erênî ye” da. Ji nîviyê zêdetirî van projeyan ku biryara wan hatiye dayîn, aydê sektora enerjî û madenê ne. Vekirina pêşiya kargehên enerjî û madenan bi xwe re talankirina qadên çandiniyê, zeytîngeh, zozan û çiyayan anî. Her wiha li qadên çandiniyê rê li ber îmara pîşesazî û avahiyan vekir. Qada 40 milyon mîtrokare ku gelemperiya wê ji beşa baştirîn qadên çandiniyê pêk tê ya li Bandirma ya Balikesîrê, ji bo Metal Îhtîsas OSB’ê û li Taşova ya Amasyayê jî 790 hektarên erdên çandiniyê û çêrgehê ji bo ku OSB lê were çêkirin xebat hatin destpêkirin. 
 
BERXWEDANÊ ENCAM GIRT
 
Berxwedanên gelê herêm û bajaran ên li dijî texrîbkirina xwezayê û polîtîkayên desthilatdariyê jî bênavber dom kirin. Hemwelatiyan li dijî santrala termîkê ya li Îkîzkoy a Muglayê, li dijî febrîqeya çîmentoyê ya Deştînê, li dijî kanên kevirê yên Îkîzdereyê, li dijî OSB a Amasyayê, li dijî birîna daran a li Şirnexê û li dijî santralên enerjiya jeotermal a li Aydinê li ber xwe dan. Di nava salê de du caran li dijî rêzikname û pêşniyarqanûnên ku dixwestin qadên zeytîngehan li ber talana madenan vekin çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di encama berxwedanan de rêziknameya ewilî ji hêla Dadgeha Kargerî ya Bilind ve hatin betalkirin. Pêşniyarqanûn jî paşve hate kişandin. Keştiya Sao Paulo ku şeşsed tonên asbest û cureyên cuda yên kîmyewî tê de bûn dihat xwestin ku li Alîaga ya Îzmîrê bê danîn jî piştî bertekan hat vegerandin. Di nava salê de gelek dozên ku li dijî talana ekolojîk hatin vekirin bi ser ketin û gelek proje jî di encama berxwedanê de hatin betalkirin. 
 
Çendek bûyerên girîng ên di sala 2022’yan di qada ekolojiyê de pêk hatin wiha ne: 
 
“* 4’ê Çileyê: Jinên Îkîzdereyê ku li dijî kana keviran a li gundê wan tê çêkirin 6 mehan li ber xwe didan, ji hêla Komeleya Deng, Wekhevî û Piştevaniyê ve weke “Jinên Salê” hatin diyarkirin. 
 
* 4’ê Çileyê: Şîrketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê TUMAD’ê, ji bo projeya nû ya madena zêr-zîv serlêdana ÇED’ê kir. Hat zanîn ku qada projeyê bi giştî 2 hezar û 766 hektar in û projeya bi dîroka 20’ê çileya 2020’an ji bo 15 salan e. Dê di encama xebata madenê ya ku TUMAD bike de 429 hektarên daristanê tune bibin. 
 
* 4’ê Çileyê: Bi biryarnameya Serokkomariyê re ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin, hinek qadên daristanan ên li Kastamonu û Manîsayê ji sînorê daristanan hatin derxistin. 
 
* 5’ê Çileyê: Ji bo projeya Bendava Bodrumê ku Midûriyeta 21’emîn a Herêmê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) dixwest li navçeya Bodrum a Muglayê çêbike, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê biryara “ÇED erênî ye” da. 
 
* 7’ê Çileyê: Bi Biryara Serokkomar re qadeke 376.494 a daristanê ya li Mêrsîn û Enqereyê ji sînorê daristanan hate derxistin. 
 
* 18’ê Çileyê: Hawîza safîkirin û depokirinê ya kromê ya Madenvaniya MMK’ê ya li Taxa Musali ya girêdayî navçeya Toros a Mêrsînê, tebiqî. Beravêtiyên jehrî tev li ava Rûbarê Delîçayê bûn. 
 
* 24’ê Çileyê: Darên li qada SÎT’ê ya di rêza yekemîn de ya li herêma Altinkum Beşevler a Çeşme ya Îzmîrê ji bo ‘beach club'ê hatin birîn.
 
* 12’ê Sibatê: Li qeraxê Nara Burnu ya Çanakkaleyê dîsa musîlaj hate dîtin. Di 22’yê sibatê de jî li Maltepe ya Stenbolê hate dîtin. 
 
* 4’ê Adarê: Plana vekirina qeraxa golê ji îmarê re ya Şaredariya Artemêtan a Wanê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, hate sekinandin. Bi planê re bingeh hat amadekirin ku gelek avahiyên bilind li qeraxê golê bên avakirin. 
 
* 5’ê Adarê: Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di rêziknameya ku serarastkirinên têkildarî tespîtkirina qadên divê teqez bên parastin û hesas, qadên parastina xwezayî yên biwesf û parastina domdar û qadên bikaranîna bikontrol de guhertin çêkir. Bi guhertinê re rê li ber hat vekirin ku ji madenvaniyê heta santralên hîdroelektrîk (HES), ji santralên hewa û royê heta xetên gaza xwezayî, gelek xebatên cuda li qadên sîtê yên xwezayî werin kirin. 
 
* 24’ê Adarê: Li herêmên weke Çeşme Dalyan, Taxa Sakaryayê û Ayayorgiyê Guhertinên Plana Îmarê ya Nazimê hate kirin û Ayayorgî ya navdar ji îmarê re hate vekirin. 
 
* 31’ê Adarê: Lîmak Holdîngê û YK Enerjiyê li Îkîzkoy a Muglayê li qadên cemaweriyê 40 dar birîn. 
 
* 4’ê Nîsanê: Kana keviran a ku li Çiyayê Madran a Aydinê ji hêla Madenvaniya Eysîmê ve dihat xebitandin, rê li ber berteka gelê herêmê vekir. Bi çekan gef li şêniyên gund ên li dij derdiketin hatin xwarin. 
 
* 12’ê Nîsanê: Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Îzmîrê, ji bo ku li qadeke 39 hezar û 847 hektaran a li Zozana Kozlak a Bergamayê kana granîtê were vekirin pêvajoya ÇED’ê da destpêkirin. 
 
* 19’ê Nîsanê: Bi biryara Serokkomar Erdogan re hat ragihandin ku dê du taxên Aydinê tavilê bên îstîmlaqkirin. Dê 19 parselên li taxên Mezekoy û Uzundereyê bên îstîmlaqkirin. 
 
* 3’yê Gulanê: Li qada daristanê ya li Taxa Ovecek a navçeya Şax a Wanê ji bo çêkirina qereqolê dar hatin birîn. 
 
* 11’ê Gulanê: Li ser qadên herî baş ên çandiniyê yên li navçeya Bandirma ya Balikesîrê dest bi çêkirina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Metal Îhtîsasê (OSB) hat kirin. 
 
* 26’ê Gulanê: Li Duzce, Manîsa, Bîlecîk û Mêrsînê qadeke daristanê ya 530 doniman derxistin derveyî sînorê daristanê. 
 
* 21’ê Hezîranê: Solusyona siyanûrê ya li madena zêr a li navçeya Îlîç a Erzînganê diriya û 20 tonên solûsyona siyanûrê li herêmê belav bûn. Avên bi siyanûr ên ku tevî hewzaya Çemê Firatê û Bendava Kebanê bûn, li ser çem gihişt Bendava Îlîçê. 
 
* 21’ê Hezîranê: Wesfa sîtê ya pileya duyemîn a Denîzkoy, Bademlî û Karagol a Îzmîrê hate guherandin. Bi vê yekê re hem rê li ber hat vekirin ku îmar lê were kirin û hem jî kanên kevirê bên çêkirin. Hema hema li tevahiya qadê zeytûnên sedsalî û cureyên gîhayên endemîk lê hene. 
 
* 27’ê Hezîranê: Pêvajoya ÇED’ê ya 2’yemîn Bendergeha Barkirinê ya ku dihat xwestin li gundê Kiyikişlacik ê girêdayî navçeya Mîlas a Muglayê bê çêkirin bi dawî bû û biryara erêkirinê hat dayîn. 
 
* 18’ê Tîrmehê: Bi giştînameya Wezareta Çand û Turîzmê ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin re 51 erdên li herêmên cuda ji bo turîzm û razemeniyan hatin tehsîskirin. Ji qadên bo tehsîsê hatin veqetandin 28 jê ji parselên daristanan ên xizîneyê ne. 
 
* 28’ê Tîrmehê: Tekane çavkaniya avê ya gundê Sefakoy ê Fatsa ya Orduyê ji bo fîrmayeke zeremasiyan hate kirêkirin. Gundiyên ku li dijî koman li ber xwe dan, ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin. 
 
* 15’ê Tebaxê: Dîmenên çêkirina rêyan ên li baceyên perî yên Kapadokyayê ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên UNESCO’yê de cih digirin û keşîşxaneyên aydê serdema Bîzansê, li ser medyaya civakî hatin parvekirin. 
 
* 22’yê Tebaxê: Gundiyan, li dijî şîrketa ku li taxên Mezkoy û Uzundere yên girêdayî navçeya Koşk a Aydinê lêgerînên jeotermalê dikirin, nobet girtin. Gundî ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
* 8’ê Îlonê: Di şewata daristanan a li Somayê de ku 16 saetan dom kir, 600.00 mîtrokare erd şewitî. 
 
* 16’ê Îlonê: Hinek qadên daristanê yên bajarên Balikesîr, Kutahya, Çewlik, Bolu, Çorum, Îzmîr, Kastamonu, Rîze, Sînop, Mêrsîn û Karabukê derxistin derveyî sînorê daristanê. 
 
* 17’ê Îlonê: Aktîvîstên hawirdorê û nûnerên STO’yiyan ku ji bo protestokirina qirkirina daran a zêdetirî 2 sal in li çiyayê Cûdî yê Şirnexê dom dikir hatibûn Şirnexê, di tevahiya salê de rastî astengkirinan hatin. Leşker û polîsan destûr nedan ku daxuyanî were dayîn û bi ava şid û bombeyên gazê êrişî çalakvanan kirin. 
 
* 28’ê Îlonê: Li Taxa Bîtez a Bodrumê, statûya qadeke ku 50 donimên wê Pileya Yekemîn a Qada Sît a Xwezayî de bû daxistin pileya “Qada Parastina Domdar û Bikaranîna Bikontrol (SKKKA).” 
 
* 19’ê Cotmehê: Cendirmeyan êrişî welatiyên ku li dijî OSB’a ku dihat xwestin li gundê Çambuku yê Taşova ya Amasyayê bê çêkirin derdiketin kirin. 
 
* 25’ê Cotmehê: Pêşniyarqanûna Têkildarî Guhertina Qanûna Herêmên Endustriyê li Meclisê hate qebûlkirin. Bi vê sererasetkirinê re ji bo qadên ku dê Herêmên Endustriyê lê werin avakirin, pêvajoya ÇED’ê ji holê hat rakirin. Bi qanûnê re êdî erdên xizîneyê pêşkeşî “veberdêran” hatin kirin. 
 
* 31’ê Cotmehê: Ji bo parselên li sê adayên cuda yên Soma ya Manîsayê tavilê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn. Qada ku ji bo tesîsa hilberandina ceyranê ya Soma Kolîn TES’ê hatiye veqetandin, 2 kîlomîtroyan dûrî santrala termîkê ye û di nîverasta daristanan de ye. 
 
* 5’ê Kanûnê: Qadeke daristanê ya ji 125 hezar û 945,64 hektaran a li 222 noqteyên 58 bajaran,  ji bo xebatên lêgerîna madenan hatin vekirin. Di danezanê de hat ragihandin ku dîroka îhaleyê dê di rojên pêş de were diyarkirin. Tevahiya 222 noqteyên ku ber îhaleyê dikevin, her wiha weke nêçîrgeh hatine diyarkirin. Hema hema tevahiya qada 126 hezar hektaran jî weke qadên madenê yên Koma 4’emîn hatin destnîşankirin.” 
 
GUMUŞEL: XWEZA ŞER DIKE!
 
Aktîvîsta ekolojiyê û endezyara hawirdorê Denîz Gumuşel talana ekolojîk a di sala 2022’yan de nirxand û got ku bedela krîza aborî ya di temamiya salê de girantir bûyî xweza û ekosîstemê da. Gumuşel, diyar kir ku çawa ku mirov li dijî krîza aborî têdikoşin, xweza jî li hemberî talanê tedikoşe û wiha got: “Razemeniyên enerjî û binesaziyê yên ku di encama polîtîkayên aboriyê yên xelet ên AKP’ê de hatine kirin, rojeva ekolojiyê ya sala 2022’yan jî diyar kir. Bi taybet jî bihabûna komir û gaza xwezayî ya di piyasaya navneteweyî de weke hincet hate nîşandan û ji ewil rê dan madenvaniya komirê û santralên termîkê. Vê yekê jî bi xwe re texrîbkirina zeytîngeh û qadên çandiniyê anî. Beşeke girîng a van projeyan jî ji bo sala 2023’yan hatine amadekirin.” 
 
DÊ KRÎZA XUREKAN MEZINTIR BIBE
 
Bi domdarî Gumuşel, anî ziman ku bi hinceta madenvaniya zêr û sifirê li Anatoliyayê cih nemaye ku neketine û wiha domand: “Hikûmetê ji bo alîgirên xwe qadên çandiniyê, ekosîstemên berî, newal û çiya li madenvaniyê vekir. Yek ji qadên sereke ku ziyan gihiştiyê jî qadên çandiniyê ne. Li Tirkiyeyê çewlikên biçûk hêj jî xwedî cihekî girîng in. Lê belê ji ber îstîmlaqkirinên bilezûbez û bêyî ÇED’ê vekirina qadan ji madenvaniyê re, kir ku gelek cotyar xwe ji qada hilberandinê vekişînin. Hişkesalî, lehî, qerisîn û hwd. ên ji ber krîza avhewayê çêdibin, gefeke mezine li ser çandiniyê. Bi taybet jî li Tirkiyeyê. Ji ber ku li Hewzaya Behra Spî welatê herî zêde ji krîza avhewayê bibandor dibe Tirkiye ye. Bûyerên hewa yên tund dê hêj zêdetir bibin. Dema qadên çandiniyê yên ku bi destê sermayeyê hatine talankirin jî li vê tê zêdekirin, di mijara xurekan de dê hîn bêhtir girêdayî derve bibin.”
 
'HÊJ DERENG NÎNE’
 
Gumuşel, da zanîn ku beşeke pir biçûk a karesatên ji ber krîza avhewayê dê biqewimin dikarin bi rêya xebatên zanistî bên texmînkirin û wiha pê de çû: “Lê belê zanyar hinek xebatên ji sedî 95 jê bawer dimeşînin. Li gorî vê; heke heta sala 2030’an em nekarin pileya germahiyê bi pileya 1.5’ê bisînor bikin, dê şert û mercên jiyanê yên ji bo bi milyonan zindiyên li ser rûyê erdê ji holê rabin. Bûyerên hewa yên zêde dê bi xwe re hewandin, xwegihandina xurekan û jiyanê pir zehmet bike. An em ê hêj zêde dereng nemayî ji texrîbatên ku kapîtalîzm rê li ber vedike re bibêjin ‘bes e’ yan jî dê bikevin nava krîzeke ekolojîk a pir mezin ku dê jêveger tune be. Lê belê cureyên ku îro karîn hebûna xwe bidomînin û mirov, ne ji bo avakirina cîhaneke azadîxwaz e. Divê em hêviya xwe qut nekin û destê xwe hinek lez bigirin.” 
 
'DIVÊ JI EWIL XWEZA BE’
 
Di berdewamê de Gumuşel got ku dînamîkên herêmî ji bo qadên xwe yên jiyanê li dijî êrişan têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Divê têkoşîna wan veguhere polîtîkayê. Ji bo ku herêm jî di mijara polîtîkayê de gotina xwe bike û bandorê li qanûnan bike, divê têkoşîneke siyasî ya pir xurt bê domandin. Di esasê xwe de hewceye gel di hilbijartina pêş de peyameke pir eşkere bide. Divê em jê re bibêjin; ‘heta ku navberê nedeynin navbera xwe û sermayedaran, em ê di dema îktîdara we de jî bi heman awayî qadên xwe yên jiyanê biparêzin.’ Lewma jî kî bibe îktîdar bila bibe, divê ji ewil mafê xwezayê, mirovan û zindiyên din nas bike. Hewcehiya me bi tifaqên ku vê weke polîtîkaya xwe dibînin heye. Tenê bi vî awayî em ê bikarin têkoşîna xwe mayînde bikin.” 
 
MA / Tolga Guney