Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku siyaseta kurd û dostên wan di nava salê de bûne diyarkerên pêşeroja welêt û wiha got: “Divê hêzên Tifaqa Ked û Azadiyê mîna bezvanên maratora 100 mîtroyan bilez û berxwedêr bin.” 

 
Em saleke din li pey xwe dihêlin ku di qadên siyasî, aborî, ekolojî, ked, çand û hunerê de geşedanên mezin çêbûn. Polîtîkayên zextê yên îktîdarê krîzên civakî û aborî hêj girantir kir û îktîdarê dev ji polîtîkaya xwe neçareserkirina pirsgirêka kurd û ewlekariyê berneda. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî ya di van êrişan de, qetilkirina 9 sivîlan a di êrişa hewayî ya li dijî Perexê de, doza girtinê ya li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin, gefên li dijî rêxistinên civaka sivîl, girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û 25 rojnamegerên kurd, teqîna li Taksîmê ku tê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, xebatên Tifaqa Ked û Demokrasiyê û Maseya 6 Ling, berxwedanên karkeran, qedexeyên di qadên çand-hunerê de, talankirina ekolojiyê, destdirêjiya li Weqfa Hîranûrê ya li dijî zarokekê, cezayê li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû hatiye birîn û êrişa li dijî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu çendek ji mijarên sereke bûn ku herî zêde nîqaş li ser wan hatin kirin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Gel a Demokratîk (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî geşedanên di sala 2022’yan pirsên me bersivand. 
 
Li seranserî salê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka kurd de weke muxatab tê dîtin di rojevê de bû. Bi hezaran parêzer, rêxistinên hiqûqê, baro û siyasetmedarên ji welatên cuda yên cîhanê li dijî tecrîdê ketin nava tevgerê. Weke yek ji kesên ku serlêdan kiribû, li gorî we tecrîd di asteke çawa de ye? 
 
Heke mirov sepanên li Îmraliyê ser birêz Ocalan bi awayeke sîstematîk xistine meriyetê tenê weke tecrîdê binirxîne, ev pênaseye kêm dimîne. Dema em ji hêla kronolojîk ve lê dinihêrîn, mirov dikare vê pêvajoyê dabeşî sê serdeman bike. Serdema yekemîn; komploya navneteweyî ye ku xwestin bi şer re gelê kurd tesfiye bikin. Piştî ku armanca wan a ji komployê bi ser neket, îcar pergala tecrîd û îşkenceyê ya bi demê re hatiye belavkirin xistin meriyetê. Ev jî dibe serdema duyemîn. Berevajî bendewariyên ji vê serdemê, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Rojava û Rojhilata Navîn destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Bi saya siyaseta Rêya 3’yemîn û polîtîkaya tifaqan, destkeftiyên mezin ên civakî bi dest xist. Heta birêz Ocalan ji bo vê serdemê vê tespîtê dike; ‘komplo heta asteke mezin hate pûçkirin.’ Pergala ku pir baş di ferqa vê rastiyê de, careke din alîkarî ji hêzên navneteweyî girt û serdema sêyemîn a komployê da destpêkirin. Ev serdem bi taybet jî di sala 2022’yan de derket lûtkeyê û taybetiya wê ya herî berbiçav jî, qutkirina pêwendiyan a mutleq e. Ev rewş, rewşa tecrîdê jî derbas dike. Ji vê armanc dikin ku ji Îmraliyê dest pê bikin û ji hêla bîrdozî, rêxistinî, siyasî û civakî ve îradeya azadiyê ya gelê kurd teslîm bigirin. Ev 21 meh in tu agahî nayên girtin û mirov dikare vê rewşê di vê çarçoveyê de binirxîne. Mirov dikare vê rejîmê weke rejîma teslîmgirtin û polîtîkaya tesfiyeyê jî binirxîne. 
 
Bi tecrîdê re girêdayî, di heman demê de zextên li ser siyaset gelê kurd û dostên wan jî domiyan. Gelo siyasetmedarên kurd li dijî van zextan seknekî çawa raber kir? 
 
 
Siyaseta kurd, di mijara diyarkirina pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê de bû hêzeke diyarker a girîng. Her qada ku lê dimîne veguherand qada berxwedana azadiyê. Berxwedana parastina hebûna xwe û têkoşîna jiyana azad, bûn xalên sereke. 
 
Di mijara têkoşîna hebûnê ya gelê kurd û pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê de siyaseta kurd êdî bû hêzeke girîng a diyarker. Li hemberî partiyên dewletparêz û îktîdarparêz bû vebijêrkeke rasteqîn a demokrasî û azadiyê. Sedema piştevaniya partiyên din ên pergalê ya ji bo qirkirina siyasî ya îktîdara AKP-MHP’ê jî ev e. Komara yekperest sedsalekê li pey xwe dihêle û niha bi hemû hêzên xwe hewl dide dînamîka polîtîk a kurd tesfiye bike. Di kodên hebûnê ya vê dewletê de divê ev yek weke israr û êrişên dîrokî bên nirxandin. Li hemberî wan jî siyaseta kurd heye ku her qada lê dimîne veguherand qada berxwedana azadiyê. Vê berxwedanê di heman demê de polîtîkaya îktîdara AKP’ê ya teslîmgirtinê jî vala derxist. Heke li dijî rejîma Qesrê hêjta qala hêviya demokrasî û azadiyê bê kirin, ev bi saya vê berxwedanê ye. Li hêla din dibînin ku hewl dide polîtîkaya rêya sêyemîn a bi derdorên demokratîk û hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyê re bêhtir civakî bike. Bi kurt û kurmancî, berxwedana parastina hebûna xwe û têkoşîna jiyana azad bûn du xalên bingehîn ên vê salê. 
 
Yek ji geşedanên girîng ên îsal jî Newroz bû ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyamên çawa hatin dayîn?
 
Mitîngên Newroza îsal careke din nîşan dan ku navenda berxwedana demokratîk a bingehîn a vê erdnîgariyê, gelê kurd e. Her çend ku pergal înkar bike û hewl bide tesfiye bike jî, rewş ev e. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku ev nêzî 50 sal in didome, hêj jî weke xerca zanebûna civakî ya gelê kurd, avadaniya israra di demokrasî û azadiyê de hebûna xwe didomîne. Li dijî înkargeriya fermî, mirov dikare bibêje Newroz bû awayê herî zelal a heqîqetê. Bi milyonan kurdan helwesta xwe ya li dijî dewletê nîşan dan û li dijî komployê jî bersiva herî zelal bû. Her wiha asta tevlibûna gelên Tirkiyeyê ya Newrozê bû nîşaneya potansiyela alternatîfa Komara Demokratîk. Lewma girîng bû. 
 
Demekî kin piştî Newrozê di nîva meha nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên nû hatin destpêkirin. Gelo armanca ji van êrişan çi bû? 
 
Mirov dikare ji bo hundirê welat bibêje bi mebesta avakirina ‘rejîma îstîbdatê ya Abdulhamîdî’ û ji bo derve jî bibêje daxwaza domandina polîtîkaya ‘Enverî’. Ev demekî dirêj e ku karektera îktîdara AKP-MHP’ê ev e. Di vê karekterê de hem îttîhatperestî û hem jî îslamperestî heye. Li hundir gav bi gav rejîmeke îstîbdatê ava kirin. Xwestin kevirên vê rejîmê yên dawiyê jî bi tesfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd deynin ser. Di vê mijarê de hem hêzên neteweyî û hem jî yên navneteweyî bo wan krediyek daye. Ew bi xwe jî dizanin ku emrê wan ê îktîdarê girêdayî serkeftina van polîtîkayan e. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku înkarkirina gelê kurd ku weke sedema hebûna pergala netewe-dewleta tirk e, weke qedera îktîdara xwe dibînin. Lê belê tiştekî her tim ji bîr dikin; rejîma îstîbdatê nekarî Abdulhamîd û îttîhatperestiyê jî nekarî Enver xelas bike. 
 
Di dema êrişan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn û ev mijar ji rojevê nakeve. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewlet înkar dike de dîmen jî hatin parvekirin. Gelo hûn dê têkildarî vê mijarê çi bibêjin? 
 
 
Çanda binaxkirina her heqîqeteke aydê kurdê azad, hêj berdewam dike. Ev îktîdare, çekên ku bikaranîna wan di dema şer de jî hatine qedexekirin bi kar tîne û ev yek hewldanên dawî yên rejîmeke têk diçe ne. 
 
Em bi encamên xwezayî yên çandeke ku dîroka xwe ya “sûcên li dijî mirovahiyê” vedişêrin re rû bi rû ne. Di belgeyên fermî yên dewletê de jî eşkere ye ku hikûmeta demê ji bo ku di Komkujiya Dêrsimê de bi kar bîne ji Almanyaya Nazî bi tonan çekên kîmyewî û çek kirine. Neviyên wan Naziyan bi dîroka xwe re hevrû bûn û li pêşberî peykerê cihûyan bejna xwe tewandin û lêborîn xwestin. Lê belê li vî welatî hêj cihê gorên Seyîd Rizayan, Şêx Seîdan diyar nekirine. Zîhniyeta wan ev e. Çanda binaxkirina her heqîqeteke aydê kurdê azad hêj berdewam dike. Ev îktîdare, çekên ku bikaranîna wan di dema şer de jî hatine qedexekirin bi kar tîne û ev yek hewldanên dawî yên rejîmeke têk diçe ne. 
 
Li gel bikaranîna çekên kîmyewî, her wiha di encama êrişên hewayî de li gundê Perex ê Zaxoyê komkujiyek hate kirin. Lê demek piştre piştî çendek bazariyan ev komkujî ji rojevê derxistin. Gelo çima? 
 
Sûcên weke komkujiyên sivîlan û bikaranîna çekên kîmyewî, dema li erdnîgariya Kurdistanê hatin kirin, tevahiya cîhanê yekcarî xwe li bêdengiya datîne. Di esasê xwe de ev bêdengî, bêdengiya wan kesan e ku bi saya mêtingehkirina kurdan dewlemend bûne. Rastiya kapîtalîzmê û netewe-dewletê ev e ku mezintirîn modêla wê ya sermayeyê û tundiyê ye. Di dawiya dawî de hiqûq, amûreke serdestiyê yê berjewendiyên wan ên çînî ye. Ev yek li her deverê wiha ye. Binêrin; beriya qupaya cîhanê ya li Qeterê hatiye lîstin, bi hezaran karkerên penaber ên di dema çêkirina stadyuman de jiyana xwe ji dest dayîn, di bin kramponên populer de bi bêdengî hatin veşartin. Her wiha bêdengiya li hemberî şimaqa li rêhevalê me Ferhat Encu hatiye xistin, di heman demê de kesên bi salaye di bin navê “hiqûqa vîna neteweyî” de gel dixapandin jî teşhîr kir. Lewma jî hesaba zarokên kurd û penaberan ên tên qetilkirin û şimaqa li kurdan tê xistin ne bi amûrên serdestiyê yên burjuvaziyê lê bi hêza gel a rêxistinkirî û bi edaleta wan dikare bê pirsîn. Ji bilî vê tu şenseke me ya din nîne. 
 
Di demeke ku bêdengî didome de Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û rojnamegerên kurd ku ev mijar kirin rojev û gotina xwe kirin hatin girtin. Ji vê armanca wan çi bû? 
 
 
Rojnamegerên kurd rûmeta çapemeniyê û mamoste Şebnemê jî rûmeta zanistê parast lewma hedef hatin girtin. Gotinek heye ku dibêjin; ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin.’ Hevalên me yên rojnameger û mamoste Şebnem jî aliyê rastiyê girtin. 
 
Rojnamegerên kurd rûmeta çapemeniyê û mamoste Şebnemê jî rûmeta zanistê parast lewma hedef hatin girtin. Gotinek heye ku dibêjin; ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin.’ Hevalên me yên rojnameger û mamoste Şebnem jî aliyê rastiyê girtin. Ji bo kesên dixwazin rastiyan ji civakê veşêrin tişta herî xetere parastina heqîqetê ye. Ji bo hêviya jiyana azad em deyndarên parastvanên heqîqetê ne û bi vê zanebûniyê jî bejna xwe li hemberî wan ditewînin. 
 
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dom kirin. Herî dawî jî piştî teqîna li Taksîmê dîsa hedef hat girtin. Gelo çima êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin? 
 
Kesên ku dema DAIŞ cîranê wan qet aciz nedibûn, ji cîrantiya kurdên ku ji bilî rêveberiya xweser a aştîxwaz-demokratîk tu armancên wan nîne aciz in. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide bê ka îktîdar xwedî seknekî îdeolojî ya çawa ye. Em bi rejîmeke wisa re rû bi rû ne ku hewl dide li ser olperestî û neteweperestiyê ji xwe re bingeha îktîdarê biafirîne. Lewma jî polîtîkaya ku di salên dawî de gelek tê dubarekirin a “Di biharê de êrişî başûrê Kurdistanê bike, di payîzê de bikeve Rojava” di meriyetê de ye. Rejîm hewl dide bi van rêbazan xwe ji krîza heyî xelas bike. Lewma jî hewl dide bike hinceta êrişeke li dijî Rojava. Sedema ku dixwazin komkujiyê veguherînin şerê rizgariya îktîdara xwe jî ev e. Hewl didin ji valahiyên qada navneteweyî sûd bigirin, di her şert û mercan de xizmetê ji pergala kûrewî ya kapîtalîst re dikin û li hemberî vê jî hewl didin tawîza ku çiqas bixwazin ewqas bikarin êrişî kurdan bigirin ji wan bigirin. Kurteçîroka vê îktîdarê ev e. 
 
Pêvajoya hilbijartinê nêz dibe û nîqaşên li ser tifaqan zêde dibin. Gelo tifaqên Cumhur û Mîlet tu “hêviyekê” didin an na? 
 
 
Tifaqa Cumhur hewl dide bi siyaseta şer û propagandayê siyasetê û civakê bide pey xwe. Tifaqa Milet jî hewl dide bi dijbertiya AKP’ê xwe xelas bike. Pirsgirêkên heyî dinixûmîne. Lê wiha nabe û divê siyaseteke ku bikarin pirsgirêkan çareser bikin pêş bixin. 
 
Tifaqa Cumhur hewl dide bi siyaseta şer û propagandayê siyasetê û civakê bide pey xwe. Ji bilî vê tu vebijêrk di destê wan de neman. An dê bi rêya vê polîtîkayê careke din hemû kesî teslîm bigirin an jî dê ev lîstik bê xerakirin û dê teslîm bibin. Tu rêyên din nînin. Tifaqa Milet jî hewl dide bi dijberiya Erdogan û AKP’ê xwe xelas bike. Siyaseteke wiha ya teng, dê bi xwe re tenê restorekirina tişta heyî bi xwe re bîne. Li şûna ku çirava ku rejîm her tim xwe tê de diafirîne ziwa bikin, inyeta wan nîne xwe jî ji vê çiravê xelas bikin. Siyaseta şer a ku roj bi roj pêştir dikeve, înkarkirina kurdan, neteweperestî û hwd. vê çiravê her tim zindî dihêlin. Jêderka bêkariya roj bi roj zêdetir dibe, xizanî, nelirêtî, qirkirina xwezayê û bêedaletiyên di gelek qadan de tê kirin jî ev çirav e. Li şûna ku pirsgirêkên heyî binixûmînin, divê siyaseteke ku bi pirgirêkan re hevrû dibe û bernameya çareserî û rêgezan datîne holê pêş bikeve. Nexwe dê gel neçarî du ferasetên ku bi xwe re nexweşiyê diafirînin bibin. 
 
Li hemberî tifaqan, Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin. Ev tifaqa ku serpereştiya wê HDP dike û hûn jî piştgiriyê didin di nava civakê de çawa hat pêşwazîkirin? 
 
Rastiyeke HDK û HDP’ê heye ku ev nêzî 12 sal in em dav bi dav dirêsin. Ev tecrubeya ku xwe weke rêya bindestan pênase dike, bi Tifaqa Ked û Azadiyê re xelekeke din li xeleka xwe zêde kir. Divê mirov bi qedr û qîmetê mezinbûna nasnameyên bindest ên li Tirkiye û Kurdistanê ku li dora armanceke diyar a polîtîk û civakî hatine ba hev bizane. Piştevaniya bi vê hatina ba hev re çiqas girîng be, berfirehkirina wê ya di nava civakê de, mayîndekirina wê û heta anîna wê ya asteke stratejîk jî ewqas girîng e. Hêviya ku ji bo wê soz dide, di potansiyela wê ya civakî de ye. Divê em baweriya xwe bi vê bînin. Gel, bawerî, kedkar, jin û ciwan bi dehan sala ye bi hesreta vê tifaqa dîrokî dijîn. Em dikarin bibêjin ku jiyana civakî li pêşiya jiyana me ya rêxistinî ye. Her wiha pêdiviyên civakî jî ji pêdiviyên me yên rêxistinî lezgîntir in. Di çarçoveya vê tespîtê de dikarim bibêjim ku rêxistinên ku di tifaqa ked û azadiyê de hatin ba hev, divê mîna bezvanên maratona sed mîtroyê bilez û mîna wan berxwedêr bin. Di serî de pêvajoya hilbijartinê, bila têkbirina faşîzmê bibe beza me ya sed mîtroyan û avakirina pergala demokratîk a piştî hilbijartinan jî bibe maratona me. 
 
 Gelo hûn cezayê li Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn çawa dinirxînin? 
 
 
 Rejîma Qesrê, di serî de siyaseta kurd hewl dide her deverê gav bi gav têxe bin kontrola xwe. Yên ku li hemberî hemleyên îktîdara Erdogan haziriyên xwe nekirîn û ketine pêşbirka îktîdarê, tişta ku dikin ji hêla siyasetê ve ji bilî ehmeqiyê tiştekî din nîne. 
 
Divê em bêyî ku dudil bimînin, li dijî destwerdanên nedemokratîk ên li dijî vîna hatiye hilbijartin derkevin. Ev yek, xalên bingehîn ên siyaseta demokratîk û rêgeza rêzgirtina li hemberî vîna gel e. Li hêla din cezayê li Îmramoglû hatiye birîn, nîşan dide ku dê îktîdar bi tiştên heta niha hatine kirin re qayîl nebe. Me dizanî ku ji bo li îktîdarê bimînin tu sînorên wan nînin lê divê kesên tenê dijbertiya Erdogan dikin jî vê rastiyê bibînin. Dema li şaredariyên HDP’ê qeyûm dihatin tayînkirin digotin qey dê dor neyê wan. Dema parêzbendiyên parlamenterên HDP’ê dihat rakirin digotin qey dê kesek destê xwe nêzî wan neke. Ev helwest bi tena serê xwe li dijî tespîta wan a “dîktatoriya yek zilamî” ye. Erê rast e bi vê hemleyê re Erdogan xwest ku yek ji reqîbên xwe yên herî bihêz bêbandor bike. Ev nirxandin aliyekê rastiyê ye lê temamiya rastiyê nîne. Rejîma Qesrê, di serî de siyaseta kurd hewl dide her deverê gav bi gav têxe bin kontrola xwe. Li hêla din hinek kesên di nava Maseya 6 Ling de jî van salvoyên îktîdarê weke bingeha tifaqa alternatîf ava bike. Nizanim ka dê bibe yan nebe ku ev mijareke cuda ye. Lê yên ku li hemberî hemleyên îktîdara Erdogan haziriyên xwe nekirîn û ketine pêşbirka îktîdarê, tişta ku dikin ji hêla siyasetê ve ji bilî ehmeqiyê tiştekî din nîne. 
 
MA / Ergîn Çaglar