Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e

  • ciwan
  • 16:35 16 Îlon 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bielefeld ê Almanyayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, "Meşa Dirêj" dest pê kir. Ciwanan got: “Azadî bi berxwedanê pêkan e.”
 
Ciwanên Kurdistanî li Hauptbahnhof a li bajarê Bielefeld ê Almanyayê hatin ba hev û dest bi çalakiya "Meşa Dirêj" kirin.
 
Meşa Dirêj di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” de tê lidarxistin û enternasyonalîst jî beşdar bûn. "Meşa Dirêj" bi coş û peroşa ciwanan dest pê kir.
 
Di daxuyaniya têkildarî meşê hat dayîn de, hate destnîşankirin ku 43 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
 
Di daxuyaniyê de peyama “azadiya Rêber Apo bi berxwedanê pêkan e” hate dayîn.
 
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Ferhat Mêrdîn axivî û got: “Komploya navneteweyî 25 sal in dewam dike. Di serî de têkoşîna Rêber Apo û ya Tevgera Azadiyê û ya gelê me pêşî li armanca hêzên komploger girtiye. Ji ber ku têkoşîna Rêber Apo li pêşiya projeyên DYE, Îsraîl û Îngilistanê yên li Rojhilata Navîn asteng bû, komploya navneteweyî hate pêkanîn.”
 
Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) Jiyan Kirmanşah jî daxuyaniya bi Almanî xwend û ragihand ku ku berxwedana jinê wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsoger bike.
 
Jiyan Kirmanşah diyar kir ku CPT û Yekitiya Ewropayê bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dikin û wiha got: “Azadiya gelê Kurd û ya gelê herêmê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi armanca astengkirina belavbûna fikrên Rêber Apo li cîhanê, li dijî wî tecrîda mutlaq hate pêkanîn. Ev biryareke siyasî ye. Ti agahiya me ji Rêber Apo nîne. Di bin êşkenceyeke giran de tê ragirtin û ev yek tê wateya binpêkirina hemû mafên mirovan. Li vir jî saziyên Mafên Mirovan, CPT, Konseya Ewropa û hwd bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dikin û rasterast ew bi xwe berpirsyar in.”
 
Meş wê li bajarê Duisburgê bi dawî bibe.