Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan

  • ciwan
  • 14:35 20 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÛŞ - Ciwanên piştî mitînga Partiya Çepên Kesk a Mûşê hatibûn girtin, di danişîna yekem de hatin berdan. 
 
Partiya Çepên Kesk di pêvajoya hilbijartinên 14'ê Gulanê de li Qada Kobanê ya Mûşê mitîngek li dar xistibû û polîsan piştî mitingê 10 ciwanan bi derbkirinê binçav kiribûn. 8 ciwan piştre bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan lê belê ciwanên bi navên Abedîl Kizilsoy û Agît Aydemîr bi hinceta "Li dijî polîsan rabûne" hatibûn girtin. Danişîna yekem a du ciwanên di 28'ê nîsanê de hatine girtin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê hat lidarxistin. Her du ciwan jî hatin berdan.