Ciwanên kurd ji bo Abdullah Ocalan ketin avahiya PE'yê

  • ciwan
  • 21:47 15 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kurd li Strasboûrgê ji bo protestokirina bêdengiya Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin avahiyê PE’yê. Piştî hevdîtineke 3 saetan, dosye radestî Serokê PE’yê hat kirin.
 
Ciwanên kurd bi dirûşmeya “Sebra me nema-Azadî ji bo Abdullah Ocalan” danê siharê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatin ba hev û ketin hêwana komîteya giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE). Ciwanên kurd bi dirûşmeyan bêdengiya PE'yê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan bala parlementerên li hêwanê kişandin.
 
Erkdarên ewlehiyê hewl dan ku ciwanan asteng bikin. Dema ku nikaribûn ciwanan asteng bikin, mêvanên parlementeran ji hêwanê derxistin.
 
Serokê Parlementoya Ewropayê li ser daxwaza ciwanan hat hêwanê û bi ciwanan re hevdîtinek pêk anî. Berdevkê HDP’ê yê Ewropayê Faîk Yagiz û hin xebatkarên parlementoyê tevli hevdîtinê bûn. Ciwanan di hevdîtinê de îşaret bi vê yekê kir ku 2 sal in tu agah ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û gotin ku Parlementoya Ewropayê biryarên xwe pêk nayne û berpirsên sereke yên dîlgirtina Abdullah Ocalan dewletên Ewropayê ne.
 
Ciwanan piştî civîneke 3 saetan dosyeya der barê Komploya Navdewletî de radestî Serokê Parlementoya Ewropayê kirin. Ciwanan bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Ciwanan di daxuyaniyê de banga seferberiyê kirin û diyar kirin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li hemberî fkaresat li Kurdistanê gelan bi mirinê re rû bi rû hiştiye, bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têk biçe. Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kirin ku berxwedanê mezin bikin û li dora Abdullah Ocalan kom bibin.