Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir

  • ciwan
  • 21:35 10 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ku bi tîmeke 150 kesan li 10 bajarên ji erdhekê bi bandor bûn xebatên xwe didomînin banga piştevaniyê li hemû ciwanan kir. 
 
Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tîmeke ji 150 kesan pêk tê li Edene, Semsûr, Amed, Dîlok, Hatay, Mereş, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê ku ji erdheja navenda wê Bazarcix a Mereşê bandor bûn xebatên xwe didomînin. Li her bajêr û navçeyên ku ji erdhejê bandor bûn ji bo alîkarî û belavkariyê xebatên xwe didomînin. 
 
Meclisa Ciwanan li Semsûr û Mereşê ku ji erdhejê herî zêde bandor bûn xebatên xwe bi awayekî têr û tejî didomînin. Ciwanan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bang li ciwanan kir ku li herêmên erdhejê di nava piştevaniyê de bin.