STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 22 meh in agahî jê nayê girtin, li semta Kûrtûlûş a navçeya Şîşliya Stenbolê meş li dar xistin.
Ciwanan di meşê de fişekên hewawî û torpîlan teqandin û dirûşmên, “Bîji Serok Apo”, “Hezar silav li Îmraliyê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Ocalan” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” berz kirin.
‘AZADIYA KURDISTANÊ’
Ciwanan di meşê de destnîşan kirin ku wê ramanên Abdullah Ocalan azadiyê bînin Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û gotin: “Em wek ciwanan soz didin ku em ê tecrîdê rakin û Kurdistanê azad bikin.”