WAN - Li Wanê komeke ciwanan ji bo şermezerkirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Li Wanê komeke ciwanan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanên li dij tecrîdê meşiyan û dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Dê dewleta faşîst hesab bide”, “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Her wiha ciwanan bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî malbatên çalakiya Nobeta Edaletê dimeşînin dan.
Piştî meşê ciwanan daxuyanî da û gotin: “Em ê hesaba şimaqa li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu hatiye xistin bipirsin.”