‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’

  • ciwan
  • 11:53 15 Kanûn 2022
  • |
img

ENQERE -  Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna ciwanan û got: “Ciwan dikarin tecrîdê rakin û şer bi dawî bikin.” 

 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Amedê Dersim Dag ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna ciwanan. 
 
‘CIWAN DIKARIN KRÎZÊ JI HOLÊ RAKIN’ 
 
Dag diyar kir ku ciwan ji nû ve ketine pêvajoya rêxistinbûyînê û di vê çarçoveyê de biryar hatiye girtin ku li gelek bajaran konferans bê lidarxistin û piştî konferansên li bajaran wê li du konferansên navendî bên lidarxistin û xeta têkoşîna xwe ya serdema bê diyar bikin. Dag bal kişand ser krîzên li welat û got têkoşîn û berxwedana ciwanan dikare krîzê ji olê rake û ciwan hêza çareseriyê û azadiyê ne. 
 
‘CIWAN WÊ VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Dag diyar kir ku kûrkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bingeha krîzên li welêt e û wiha got: "Her ku tecrîd kûr dibe, israra di şer de jî diyar dibe. Di encamê de krîzên aborî û civakî kûrtir dibin. Ji van krîzan herî zêde ciwan bi bandor dibin. Ji perwerdehiyê bigire heta bêkarî û jiyana civakî faktorên bandorê li ciwanan dikin. Ciwan nikarin siberoja xwe bibînin. Em dizanin ku yekane hêza ku dê van krîzan rawestîne, tecrîdê rake ango bişikîne û şer bide sekinandin ciwan in. Heke herî zêde ciwan ji van hemûyan bandor dibin, hêza ku vê pergalê biguherîne jî ciwan in. Ciwan di bin êrişên topyekûn de ne. Ciwan bêkar in û êdî naxwazin li vî welatî bijîn. Ciwanek ku ji vê pergalê razî be tune ye. Lê ciwan ji vê rêvebirina Tirkiyeyê re dikarin bêjin bes e û lewma pêdivî bi rêxisinbûyînê û konferansan heye. 
 
BANGA RÊXISTINBÛYÎNÊ 
 
Dag destnîşan kir ku ji bo ev pergal bê guhertin hewcehî bi rêxistinbûyîna ciwanan heye û ew ji xwendekarên zanîngehê heta yên lîseyê, ji ciwanên kedkar û karker bigire heta ciwanên ku bêkar in bang li hemû ciwanan dikin ku xwe birêxistin bikin. Dag anî ziman ku HDP ew partî ye ku çareseriyê pêşkêşî ciwanan dike. 
 
MA / Ozgur Paksoy