Fînalîstên tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyar bûn

  • ciwan
  • 08:55 19 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Fînalîstên Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dar dixe diyar bûn. 
 
3’yemîn Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a Kevneşopî ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, didome. Tîmên ku di maçên li herêmên cuda de bi dirûşmeya “Li dijî hişbir, fihûş û bişaftinê bengî nebe azad bibe” hatin lîstin de bûn yekemîn li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiyayê hatin hemberî hev. Di qada maç lê hate lîstin de pankartên “Girêdayî nemîne azad bijî” , “Rêxistinbûyîna jinê azadiya jinê ye” û “Dayikên Şemiyê rûmeta me ne” hatin daliqandin. Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û gelek kesan maç temaşe kirin. 
 
FÎNALÎSTA EWIL 
 
Di çarçoveya maçên nîv fînalê de ewilî tîmên Nûjiyan Spor û Florya Giyîmê hatin hemberî hev. Lîstikvanên tîman ku bi pankarta “Li dijî talankirina xwezaya Cûdî bêdeng nemîne” derketin qadê, beriya ku maç dest pê bike ji bo bîranîna Kemal Kûrkût deqîqeyekê rêz hate girtin. Temaşevanan jî dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Florya Giyîmê Nûjiyan Spor 4-3 têk bir. Bi vî awayî fînalîsta tûrnûvayê ya ewil diyar bû. 
 
Pişt re werzîşvanên jin ên ciwan ên Kûluba Sporê ya Şaredariya Silopiyayê maçek lîstin. Werzîşvanên jin ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan bi pankarta “Ji cînayetên jinan re bêj e bes e!” derketin qadê. 
 
Ji bo fînaslîsta din a tûrnûvayê diyar bibe tîmên Zagros û Ûrfa Spor hatin hemberî hev. Tîma Zagrosê, Ûrfa Spor 8-4 têk bir û bû fînalîsta tûrnûvayê ya duyemîn. 
 
Tîmên Florya Giyîm û Zagrosê ku bûn fînalîstên tûrnûvayê wê di 20’ê tebaxê de bên hemberî hev. Hevseroka HDP’ê ya Giştî Pervîn Bûldan jî wê tev li maça fînalê bibe.