Ciwan ji bo Ocalan meşiyan

  • ciwan
  • 17:39 8 Adar 2022
  • |
img
WAN - Li Wanê piştî mîtînga 8'ê Adarê bi sedan ciwan meşiyan û dirûşmeya "Ciwan fedaiyê Apo ne" berz kirin. 
 
Li Wanê piştî mîtînga 8'ê Adarê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "dem dema azadiya jinan e" li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin, meşeke girseyî dest pê kir. Bi sedan ciwan piştî mîtîngê meşiyan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.
 
Ciwan barîkatên polîsan derbas kirin û heya Qada Beşyolê meşiyan.