3 ciwanên HDP’yî hatin berdan

  • ciwan
  • 14:13 12 Mijdar 2021
  • |
img
WAN - 3 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin di 13’ê Tebaxê de ji 15 kesên ku bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jê endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Azan, Çetîn Temel û Rojîn Varhan di 16’ê Tebaxê de hatibûn girtin. 
 
Şandeya dadgehê bi biryara navberê, her sê ciwanên ku 3 mehan zêdetirin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de girtîbûn, berdan.