Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê

  • ciwan
  • 09:06 25 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Gulistan Yilmaz, diyar kir ku kampanya xwe ya li dijî tiryakê dane destpêkirin bi malbatan re didomînin û got ku di têkoşînê de bibriyar in.

Têkoşîna Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) a li dijî polîtîkayên fihûş, hişbir û pişaftinê, bi kampanya ku bi şîara" Em tiryakê têk bibin û jiyana nû ava bikim" di 10'ê îlonê de strata hatibû dayîn didome. Di çarçoveya kampanya ku li Amedê hatibû destpêkirin de di serî de li herêmê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax xebatên agahdarkirinê tên meşandin. Her wiha tê hedefkirin ku bi xebatên atolye, panel, ger û geşt û fûtbol xwe gihandina ciwanan pêk were. 
 
DAXWAZA PIŞTIGIRIYÊ YA MALBATAN
 
Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Gulistan Yilmaz, derbarê kampanyayê de axivî û diyar kir ku ji sala 2019'an ve li dijî polîtîkayên hişbir, fihûş, sîxurtî û pişaftinê yên ku desthilat li ser ciwanan dimeşîne têdikoşin û wiha got: "Di çarçoveya xebatan de me nîşandana sînevîzyonan, panel, atolye, tûrnûvayên fûtbolê û geştan pêk anîn. Kampan li navend û navçeyên Amedê didome. Li taxan me xwe gihand dayik û ciwanan. Em bi gel re xebatên xwe didomînin. Me biryar da ku hefteyek belavokan belav bikin û agahdariyê bikin û rojekê jî bi tevlîbûna gel çalakî li dar bixin. Li taxan dayik ji van xebatan gelek kêfxweş in. Li deverên ku gelê me yê welatparêz lê ye çirava tîryakê lê zêde ye. Ji van deran dayikan digot ku zarokên wan hişbirê bi kar tînin û piştgiriyê dixwestin. Di vê mijarê de bibiryar in. Desthilata hişbirê dixe van taxan. Ciwanên ku alîkarî dixwazin jî hene ciwanên ku li dijî me jî hene. Em dibînin ku ciwanên li dijî me ji kî re dixebitin. Ew li dijî me bên jî em ê bixebitin."
 
HEWLDANÊN ASTENGKIRINÊ YÊN POLISAN
 
Yilmaz, destnîşan kir ku polis hewl didin xebatên wan asteng bikin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Di her xebatên me de polis me dişopînin. Lewre weke ku em dibêjin ev polîtîkayeke desthilatê ye. Bi armanca tirsandinê bi kinc û maşîneyên xwe yên zirxî tên çalakiyên me. Vekirî ji me re gotin ku wê destûr nedin xebatên me. Di hêla demê de sînordarkirineke kampanyayê tune ye. Em bi xebatên xwe bûne qewnên bixof ên desthilatê. Di asta ku em hatinê de êdî ciwan di ferqa hemû polîtîkayên ku ji aliyê hikûmete ve tên meşandin de ne. Ciwan hêzê mêjî ya civakê ne. Qebûlkirin û redkirinên wan timik tûnd in. Ferqbûna ciwanan bihêzbûna ciwakê ye. Heta ku em encam bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
MA / Ergîn Çaglar