Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye

  • ciwan
  • 17:00 24 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Sezaî Temellî ku tevlî panela Meclîsa Ciwanên HDP’ê bû, bal kişand ser girîngiya Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz û wiha got: “Fûtbol tenê fûtbol nîne, di heman demê de îtîraza civakê ya li dijî desthilatê ye.”
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyeya “Em tiryakê têk bibin jiyana nû ava bikin” de li avahiya HDP’ê ya Navçeya Silopiyaya Şirnexê panelek li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr, Sezaî Temellî, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Şirnexê, Tevgera Jinên Azad, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavluk, ciwanên ji herêmên Ege, Marmara, Çûkûrova, Serhat, Amed û Silopiyayê ji bo tûrnûvayê hatibûn û gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
TÊKOŞÎNA CIVAKA AZAD
 
Di panelê de ewilî Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî.  Îmîr, anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de xebatên ku hatine destpêkirin gelek bi watene û wiha got: “Lêgerîna me ya sereke avakirina jiyaneke azad e. Em dixwazin rihê azadiyê ava bikin. Ji ber vê yekê jî ev xebatên ku hatine destpêkirin gelek girîng in. Desthilat êrişî nirxên me yên neteweyî, qada çandê û hemû qadan dike. Desthilat dixwaze ciwan û civakek rizyayî ava bike. Li Kurdistanê polîtîqayeke taybet tê meşandin. Ji van hereman yek jî Botan e. Li heremê tiryak û fuhuşê didin meşandin. Li dijî vê em li her derê dibin dengê gelê xwe. Li dijî van polîtîqayên faşîzane me xebatên xwe domandin. Lê belê ev têra nake. Divê em bikevin nav gelê xwe. Ev bedelên ku em didin ji bo civak û ciwanan e. Dixwazin li me koletî, tiryakê û bêşûriyê bidin ferzkirin. Her wiha em gelek baş dizanin ku gelek ciwanên me li her derê û li her qadê berxwe didin.”
 
PLATFORMEKE ÎTÎRAZÊ 
 
Dûre Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî bal kişand ser tûrnûvaya futbolê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanan ve tê organîzekirin û got: “Li aliyekî têgihiştineke ku ji aliyê nîjadperestiyê ve tê reşkirin heye û yên ku bêperwa dijminatiyê dikin, li aliyê din jî hişmendiyeke bi spor û hunera xwe dibêjin aştî hene. Gelekî girîng e ku mirov bi tûrnûvayekê bersivê bidin zîhniyeta qirker. Futbol ne tenê futbol e, di heman demê de îtiraza li dijî desthilatê ye. Nerazîbûna civakê ji trîbûnan deng dide.”
 
NAVÊ BERXWEDANÊ
 
Temellî, qala siyaseta ku HDP dimeşîne kir û wiha axivî: “HDP navê berxwedana li dijî tunehesibandinê ye. Li dijî yekperestiyê banga azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Em vê têkoşînê li hemû qadên jiyanê didomînin. Ev ne tenê kevneşopiyeke 9 salan e, kevneşopiyeke ji têkoşîna 40 salî ye. Mîrateya ku têkoşîna azadiyê ya kurd ji me re hiştiye ye.”
 
Panel pişt re bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Bernameya Meclîsa Ciwanan wê piştî şahiya li Kompleksa Sporê ya Şaredariya Silopiyayê were lidarxistin, bi maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Ozan Yildiz bi dawî bibe.