SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist

  • ciwan
  • 14:16 22 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Polîsan mudaxileyî endamên SGDF’ê yên ku xwestin bi meşê piştevaniya xwendekarên bêcih mane bikin, kir. Gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Fedarasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca piştevaniya xwendekarên ku ji ji ber bihakirina kirêyên xaniyan û nebûna cihê li wargehan li derve mane, li cadeya Sogutluçeşmeya Kadikoya Stenbolê meş li dar xist. Ciwanên dest bi meşê kirin dirûşm berz kirin. Polîsan mudaxileyî meşê kir û nehişt ciwan meşa xwe bibin serî. 
 
Di mudaxileyê de endamên SGDF’ê Azze Denîz Akşar, Elîf Bayburt, Ercan Kuçukkaya, Mustafa Kazak di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di kêliya mudaxileyê de polîsan serê ciwanekî li wesayîtekê xist û îşkence lê kirin.