Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin

  • ciwan
  • 10:54 30 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Li taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armûşê, piştî ku polîsan bi ser axurên penaber lê dihatin girtin de girtin, ciwanên taxê ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ve hatin derbkirin.

 
Li taxa Hacibekir a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan duh bi ser axurên tije çop ên ku penaber tê de dihat girtin de girtin. Polîsan hin penaber binçav kirin û axur bi kepçeyan hilweşandin. Polîs piştî serdegirtinê ji herêmê veqetiyan. Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan, bi îdîaya “ixbara wan kirine” bi daran hin ciwan û zarokên li taxê derb kirin. 
 
ÊRIŞ VEGOT
 
Yek ji ciwanên hat derbkirin Kenan Şakar ê 21 salî, diyar kir ku dema wan hilweşandina axuran ji dûr ve temaşe dikirin, 40 qaçaxçiyên mirovan êrişî birayê wî û hevalên wî kirin. Şakar, anî ziman ku xwest êrişê asteng bike, lê ew jî di vê naberê de rastî êrişê hat û wiha got: “Saet 15.00’an êrişî me kirin. Qaçaxçiyên mirovan ji me re gotin, ‘Hûn bûne çete, hûn bûne muxbîr.’Bi dar û şivên hêsin êrişî me kirin. Bi deqeyan li me xistin. Hemû canê min şîn û reş bûye. Gelek cihên serê min şikandin. Em li dijî qaçaxçitiya mirovane. Zarok nikarin li vê taxê rehet bigerin. Taxa me niha bûye cihê fihûş û qaçaxçitiya mirovan.”