Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan

  • ciwan
  • 17:21 29 Hezîran 2021
  • |
img
WAN - Li Wanê 10 ciwanên qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li Wanê10 ciwanên ji bo qetilkirina Denîz Poyraz li ser Cadeya Cumhuriyetê çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin. Polîsan ciwanên ku ji ber dirûşmeya “Denîz Poyraz nemire” berz kirin, di 26’ê Hezîranê de binçav kiribûn. Ciwanên ku îfadeyên wan hatin wergirtin bi fermana dozgeriyê hatin berdan.