Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin

  • ciwan
  • 14:33 27 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Ciwanên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin.

 
Li Wanê, qetilkirina Denîz Poyraz û êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hat şermezarkirin. Ciwan duh bi şev li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, dest bi meşê kirin û dirûşmeya “Denîz Poyraz bêmirine” berza kirin.
 
10 ciwanên ku polîsan ew rawestandin, bi hinceta ku dirûşme berz kirin, binçav kirin. Polîsan ciwan birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hat diyarkirin ku ciwan bi îdîaya “Propagandeye rêxistinê kirine” dibin çavan de tên girtin. Hat destnîşan kirin ku dibin çavan de mûameleya xirab li çawanan hatiye kirin.