Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin

  • ciwan
  • 09:02 24 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê li Wanê tûrnûvaya futbolê li dar bixe. Meclîsê ji bo beşdarbûyînê bang kir. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 10'ê Tîrmehê de li Wanê tûrnûvayeke futbolê li dar bixe. Ciwanên HDP'î diyar kirin ku qeydên ji bo tûrnûvayê dest pê kirine û ji bo beşdarbûyînê bang kirin.
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan Rojîn Varhan, anî ziman ku dê tûrnavê li ser navê xwendekarê zanîngehê Ozan Yildizê ku di 28'ê Kanûan 2020'î de ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest dabû, li dar bixin. Varhan got: "Hevalê me Ozan, ji bo pêşerojeke azad têkoşiya. Me jî xwest em ji bo bîranîna wî çalakiyekê li dar bixin." 
 
Varhan, destnîşan kir ku tûrnûvayê ji bo mezinkirina têkoşînê ya li dijî pergalê li dar dixin û got: "Berî her tiştî em ê tûrnûvayê li dijî tahdeya li jinan tê kirin û berbelavkirina tiryakê ya bi polîtîkayên şerê taybet tê kirin û pêşeroja ciwanan tarî dike, li dar dixin. Em dixwazin hemû ciwan li dijî kesên dixwazin pêşeroja me tarî bikin û ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, tevli tûrnûvayê bibin. Di serî de jinên ciwan û bi tevayî jî hemû ciwan." 
 
BANGAWAZΠ
 
Arjîn Tûncer jî got: "Armanca tûrnûvayê; mezinkirina têkoşîna li dijî asîmlasîyon, polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên AKP-MHP'ê ye. Em ciwan em ê li dijî hemû zext û zoriyan bitêkoşin. Em tûrnûvayê ji bo pêşerojeke azad û demokratîk li dar dixin. Ji bo em karibin derbarê siberojê de çend gotina  bibêjin, em li hev kom bibin. Em li benda hemû hevalên ciwan in."