Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te

  • ciwan
  • 10:43 9 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRDÎN – Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’a Qoserê Saît Sirdaş, diyar kir ku ji ber pêşniyara hevdîtinê ya polisan qebûl nekiriye, polisan bi gotina, ‘Wê tiştên baş neyên serê te’ gef lê xwarine. 
 
Kesên ku xwe weke polisên Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polisan a Mêrdînê, didine naskirin, di bin navê “sohbete” de sîxurtiyê li endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ferz dikin. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’a Qoserê Saît Sirdaş, ji ber zextên polisan ên li dijî xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da. 
 
‘WÊ TIŞTÊN NE BAŞ BÊN SERÊ TE’
 
Di 2’ê hezîranê de roja çarşemê saet di 19.31’an de nimreya telefonê ya 053149654** li ser sîgnalê li Sirdaş digere. Di heman rojê de saet di 20.01’an de nimreya telefonê ya 053966001** li Sirdaş digere. Sirdaş, derbarê lêgerîna van nimreyan de axivî û ev agahî dan: “Kesê ku li min geriya xwe weke polise Şaxa Ewlehiyê da nasîn û xwest ku bi min re hevdîtin bike. Bi navê min xitabî min kir. Ji min xwest ez ê biçim Miduriyeta Polisan lê ne ji bo îfadeyê bi gotina wî ji bo sohbetê. Ji ber ku min ev daxwaz qebûl nekir gef li min xwar. Got, ‘Wê tiştên nebaş bên serê te. Te tiştekî nebaş kir. Li xwe miqatebe wê tişt baş neyên serê te’. Ez ê giliya vê zexta polisan bikim. Heke tiştek bê serê min kesê ku bi van nimreyan li min geriyaye berpirsyar e. Vê ji xwe re kirine polîtîkayeke taybet. Bi awayekî taybet dixebitin. Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Em ê tavîz nedin wan û serê xwe ji wan re berjêr nekin.”