Ciwanê winda hat dîtin

  • ciwan
  • 10:36 31 Gulan 2021
  • |
img
SEMSÛR - Alî E.'yê ku 9 roj bûn xeber jê nedihat girtin, cenazeyê wî hat dîtin. 
 
Li bajaroka Yaylakonak a Semsûrê, Alî E.'yê 21 salî ku ji 21'ê Gulanê ve xeber jê nedihat girtin, cenazeyê wî hat dîtin. Piştî ku malbatê îxbar kir, cendirme û AFAD'ê dest bi lêgerînê kirin. Şivanên li herêmê jî li devereke bi qasî 7 kîlometreyan dûrî bajarokê cenazeyê Alî E. li nav erdekî dîtin û xeber şandin ji cendirmeyan re. 
 
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo kar û barên otopsiyê rakirina Saziya Tiba Edlî ya Semsûrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.