7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan

  • ciwan
  • 13:14 30 Nîsan 2021
  • |
img
WAN - 7 endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê yên hatibûn girtin, piştî 5 mehan hatin berdan. 
 
Yekemîn danişîna doza derbarê 7 jê girtî 20 endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. 7 ciwanên HDP’î di 27’ê Mijdara 2020’an de, di serdegirtina malan de hatibûn binçavkiririn û dûre derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn.
 
Ji ber bergiriyên şewba vîrûsa koronayê endamên Meclîsa Ciwanan û parêzerên wan nehatin guhdar kirin. Şandeya dadgehê, tenê di encama nirxandina dosyayê de, derbarê 7 ciwanên girtî de, biryara berdanê ya bi şertê kontrola edlî da.
 
Navê ciwanên hatin berdan wihane: Ferhat Azan, Sînan Ozturk, Şiyar Beyaz, Vedat Ayaz, Fatîh Fîdan, Hayatî Dagkapi û Denîz Adar Eldemîr. 
 
Dadgehê dûre danişîn taloqî 10’ê Tebaxê kir.