Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin

  • ciwan
  • 21:46 28 Nîsan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li Kayseriyê ciwanê kurd Adem Ertene yê 19 salî ku ji hêla 4 kesan ve hat kêrkirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji navçeya Cizîr a Şirnexê ciwanê bi navê Adem Ertene yê 19 salî ji bo kar çûbû Kayseriyê. Ertene li Kayseriyê bi êrişa kêran a 4 kesan re rûbirû ma. Ertene yê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê, lê tevî hemû mudaxileyan tibî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
 
Kesên bi kêran êrîş kirin ji cihê bûyerê reviyan. Hat zanîn ku ji van 4 kesan kesek hatiye girtin.
 
Ji aliyê din ve hat zanîn ku wê cenezeyê Ertene sibê li Goristana Cizîrê ya Asrin were veşartin.