Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da

  • ciwan
  • 16:02 17 Nîsan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêbanê ciwanê 20 salî yê krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da. 
 
Duh li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêban a Şirnexê, Sedat Olmezê 20 salî piştî fitarê bi hevalên xwe re ji bo lîstika futbolê çûbû qada futbolê û li wir krîza dil derbas kiribû. Hat gotin ku beriya lîstika futbolê dest pê bike, laşê Olmez sinciriye û êş avêtiye singa wî û hevalên wî di cî de ser singa wî masaj kirine û paşê wî bi wesayîtê birine revîra Tabûra Hidûd a Andaçê.
 
Hat diyarkirin ku Olmez li revîrê jiyana xwe ji dest daye.