Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin

  • ciwan
  • 09:02 17 Nîsan 2021
  • |
img
EDENE - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Selman Şen, anî ziman ku ev demeke tê şopandin, sîxurtî lê tê ferzkirin û gef lê tên xwarin. Şen, serî li ÎHD'ê da. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Edeneyê Selman Şen, ji ber ku polîs sîxurtî lê ferz dikin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. 
 
GEF
 
Şen, diyar kir ku di sala 2019'an de gelek caran hatiye binçavkirin û di Hezîrana 2019'an de jî di avêtina ser malê de hatine binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 mehan di girtîgehê de maye. Şen, anî ziman ku di 12'ê Adara 2020'î de hatiye berdan û gava hatiye berdan li ber nîzamiyeya girtîgehê du kesên xwe wekî îstixbarata cendirmeyan dane naskirin jê re gotine: "Me guh li qawîşa te dikir. Hin ji we plana firarê an jî çalakiyeke sabotajê dikin. Lê em nizanin ev kes kî ye. Heger tu ji me re bibêjî, em ê di her warî de aliyê te bikin. Em dizanin tu jî di nav wan de yî." Şen, bilêv kir ku bi vî awayî sîxurtî lê hatiye ferzkirin û gef lê hatine xwarin. 
 
Şen, destnîşan kir ku ji wê çaxê heya niha tim tê binçavkirin û got: "Biçim ku, polîs û cendirme didin dû min. Herî dawî ji bo kar çûm Tekirdagê. Li wir jî polîsa hatin cihê kar û ji min re gotin, 'Ji roja ku tu hatiyî vir çalakî tên lidarxistin. Heger tu derbarê vana de ji me re tiştina nebêjî, gumanbar tu yî. Va me negot.' Bi vî awayî gef li min xwarin. Çend caran wisa kirin. Mecbûr mam dev ji kar berdim. Di 8'ê Nîsanê de vegeriyam Edeneyê. Gava hatim, a din a rojê polîsê bi navê Zekeriya ku dibêje 'ez îstixbarat im', telefonî min kir û got, 'Gere biaxifin. Were Qereqola Denîzliyê. Tu yê kengî werî? Ez dizanim tu li dû çi yî? Heger li Taxa Denîzliyê torpîlek din jîb teqe, ez ê te bigirim.' Min jî jê re got tiştek tune ye û ez baş dizanim hûn li pey çi ne. Min jê re got, ez ê giliyê te bikim. Hefteya borî li Xaçerêya Karasûyê çalakiyek çêbû, polîsan ez kirim hedef û li nav kuçeyê li min xistin. Heger tiştek bê serê min berpirsiyar Midûriyeta Polîsan a Edeneyê, îstixbarata cendirmeyan û polîsa ye." 
 
MA / Hamdûllah Kesen