'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’

img
ENQERE - Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku biryara AYM'ê ya der barê Gulsel Yildirim de daye, ji "fezlekeyên polîsan wêdetir tu tişt nîne" û wiha got: "AYM lingê tasfiyekirina operasyona li dijî HDP'ê ye."
 
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirm serlêdana tekakesî kiribû û serlêdana wê ji hêla Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ve nehatibû qebûl kirin. Bertekên li dijî AYM'ê berdewam dikin. Berpirsyara Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Alîkara Hevserokên Giştî û Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, piştrast kir ku biryar "Ji fezlekeya polîsan wêdetir tu tişt nîne."
 
‘DÊ AYM ROJEKÎ XWE LÊPIRSÎN BIKE’ 
 
Başaran girtina wekîlên HDP'ê ya di 4'ê Mijdarê de wekî "derbe" pênase kir û bi bîr xist ku hincetên girtina wekîlan, naveroka dosyayê, çalakî û şahiyên di çarçoveya xebatên partiyê de hatine kirin. Başaran rakirina destnedana wekîlan jî li dijî makeqanûnê dît û ev tişt got: "Dê rojekî AYM vegere û ji ber vê yekê xwe lêpirsîn bike. Ji ber ku girtina wekîlan li dijî makeqanûnê ye. Gulser Yildirim ji ber axaftin û xebatên wê yên partiyê tê darizandin. Lê AYM vê yekê wiha nanirxîne û gotinên desthilatdariyê yên li meclis, qad û cihên cuda bi kar tîne, esas digire."
 
‘BIRYAR JI FEZLEKEYÊN POLÎSAN PÊK TÊ’
 
Başaran aşkera kir ku bi biryara AYM'ê tifaqa AKP-MHP'ê şênber bûye û wiha pê de çû: "Ya rast biryara AYM'ê ne biryareke ku di warê hiqûqê de bê nirxandin e. Wekî naverok ji biryara dadgehê zêdetir, ji fezlekeya polîsan pêk tê. Bi rêya vê darizandinê hemû xebatên wekîl, mafê hilbijartin û darizandinê tê binpêkirin û ev divê wekî operasyoneke tasfiyekirinê ya li dijî HDP'ê bê pênasekirin."
 
Başaran got ku AYM bi operasyona li dijî HDP’ê re bingeha tasfiyeyê amade dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî 4 salan AYM'ê der barê wekîlê CHP'ê Mustafa Balbay de biryara 'Mafê wî yê hilbijartin hatiye binpêkirin' dabû. AYM niha rola desthilatdariyê ji bo wê diyar kiriye, pêk tîne."
 
Başaran herî dawî da zanîn ku ew li bendê ne biryar ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vegere.