Erdogan: Em nerîna xwe ya Herêma Ewle diparêzin

img

ENQERE – Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, di civîna serokên Bajaran ên AKP'ê de axivî û got: “Nerîna me ya herêma ewle ya bi kontrol a ku 35 kîlometre di navbera sînorê me û sînorê Sûriye û Amerika de berdewam dike. 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan,  di civîna Serokên Bajaran ên AKP'ê de axivî. Erdogan, bal kişand ser bêzariya di nava partiya xwe de û got: "Îro hemû kesên têkevin hundirê AKP'ê, AKP'ê heta dawî deriyê xwe ji wan re vekiriye. Ev meqam ne malê kesî yê bi tapo ye." Erdogan der barê operasyona Herêma Federe ya Kurdistanê ya “Pençe” jî wiha got: "Êrîşa li dijî peywirdarê me yê li Erbîlê nîşan dide ku operasyona me pir bi îsabet e. Armanca me em li ser sînor xeta ewlehiyê ava bikin. Me bi operasyonên xwe yên ser sehaya Suriyeyê û bi xebatên xwe ya li ser xeta Erfîn-Celabrusê êrîş belav kirin. Bi operasyona Pençe1-2 yekem car em çareseriyên mayinde ava dikin. Di serkeftena vê yekê de înşallah wê pirsgirêka me ya Qandîlê nemîne. Nerîna me ya herêma ewle ya bi kontrol a ku 35 kîlometre di navbera sînorê me û sînorê Sûriye û Amerika de berdewam dike.