HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû

img

ENQERE - Di ser hilbijartina 7'ê Heziranê ya ku rê li pêş destpêka hilweşîna AKP’ê vekir re 4 sal derbas bûn. Lê her çend hilbijartina 7'ê Hezîranê hat betalkirin û bi hilbijartina 1'ê mijdarê li dijî siyaseta demokratîk darbe pêk hat jî HDP hêj li qadê û partiya herî mezin a muxalif e. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay bandora 7'ê Hezîranê û polîtîkayên piştî wê nirxand û got: "Ger ku li ruhê 7'ê Hezîranê xwedî hatiba derketin wê îro hilbijartina Stenbolê nehatibûya betalkirin. Nivîskar Veysi Sarisozen jî anî ziman ku wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê darbeyek li AKP’ê bikeve. 

 
Di dîroka siyaseta Tirkiye de hilbijartina 7'ê Hezîranê xwedî dîrokek pir girîng e. Di ser Hilbijartina Giştî ya Tirkiye ya 7'ê Hezîranê re 4 sal derbas bûn. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan wê demê gotibû “400 wekîlan bidin min û bila ev kar biqede." Lê HDP biryar da ku wekî partî têkeve hilbijartinê û di hilbijartinê de yekem car bend derbas kir û bû partiya 3'emîn a Meclîsa Tirkiyeyê. Piştî HDP'ê bend derbas kir û ket meclîsê AKP'ê bi serê xwe hikûmet ava nekir û hilbijartina 7'ê Hezîranê betal kir. Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê OHAL îlan kirin. Siyasetmedaran ev yek wekî darbeya siyasî nirxand. Herî dawî di 31'ê Adarê de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat û AKP'ê di serî de Stenbol û Enqere gelek bajarên mezin winda kir. Piştî AKP'ê Stenbol winda kir, hilbijartina Stenbolê betal kir û wê di 23'ê Hezîranê de li Stenbolê hilbijartin dîsa pêk bê. Di ser hilbijartina 7'ê Hezîranê ku wekî destpêka darbeya li dijî siyaseta demokratîk tê binav kirin re 4 sal derbas bû. Lê dîsa hêza muxalif têkoşîna xwe ya li dijî feraseta “Yekperestî" berdewam dike. Siyasetmedar û nivîskaran diyar kirin ku bersîva çima hilbijartina Stenbolê ku taloqi 23'ê Hezîranê hat betalkirin di hilbijartina 7'ê Hezîranê de veşarî ye. 
 
BERIYA 7'Ê HEZÎRANÊ 
 
Dema niqaşên çareseriya pirsgirêka kurd di asta jor de dihat kirin û di 28'ê Sibatê de mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin û piştre Serokomar Erdogan ev mutabekat red kir partî ketin hilbijartina 7'ê Hezîranê. Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê ya Meclîsa Tirkiye heta hilbijartina 31'ê Adarê ya hilbijartina şaredariyan 4 sal derbas bûn. AKP'ê hemû kesên li dijî xwe wekî “îtîfaqa Xaçli" îlan kir. AKP'ê îdîa kir ku CHP, MHP, HDP, FETO û PKK’ê li hemberî wan bûne yek. 
 
HDP'Ê DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE BEND DERBAS KIR
 
Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê ji sedî 13 deng stend û bend derbas kir.  Piştî HDP'ê bend  derbas kir gelek rewşenbir û siyasetmedaran diyar kirin ku benda li pêş demokratikbûnê rabû. Li aliyê din jî j ber ku AKP'ê 400 wekîl negirtin û bi serê xwe nebû îktîdar hilbijartin betal kir. Erdogan got “Plana B û C  heye. Beriya hilbijartinê di mîtînga mezin a HDP'ê ya di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî, DAÎŞ'iyan êrîşa bombeyî pêk anîn. Dîsa DAIŞ'iyan di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûs a rihayê êrîşa bombeyî kir û 33 kuştin. Di 22'ê Tîrmehê de li Serêkaniyê 22 polîs kuştin û di 24'ê Tîrmehê de jî li dijî PKK’ê operasyonên hewayî li dar xistin. AKP’ê piştî vê pevajoyê bi awayekî fermî polîtîkaya şer xist meriyetê. Di 10'ê Cotmehê de KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Enqere mîtînga "Aştî û Demokrasiyê" li dar xistin. lê DAIŞ'ıyan li vir êrîş kir û 101 kedkar kuştin. 
 
Piştî hilbijartina 'ê Hezîranê ku HDP'ê bend derbas kir di sala 2015'an de tundî û şerê li Tirkiye derket asta herî jor. Serokê CHP’ê Deniz Baykal û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî dîsa ketin tevgerê û rê li pêş Erdogan vekirin. Di 
10'ê Hezîrana 2015'an de Erdogan bi Baykal re hevditin kir û MHP’ê jî helwesta xwe ya li cem AKP’ê nîşan da û biryara hilbijartina 1'ê Mijdarê dan. MHP’ê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê got "Pergala Serokatiyê pergala Îmraliyê ye" û piştî hilbijartinê jî piştgirî da vê pergalê. Lê HDP ê ji 7'ê Hezîranê heta niha hilwesta xwe ya “Aştî, demokrasî û Edaletê" ne guhert û hêj di vê yekê de israr dike. Li aliyê din CHP, MHP û AKP ketin nava hevkariyê û koalisyon ava kirin. 
 
BETALKIRINA HILBIJARTINA 7'Ê HEZÎRANÊ RÊ LI PÊŞ BETALKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ VEKIR
 
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî hilbijartina '7'ê Hezîranê û 31'ê Adarê nirxandin kir û wiha got: "AKP'ê di Hilbijartina 31'ê Adarê de gelek xwîn winda kir. Ji ber ku AKP'ê Stenbol winda kir hilbijartina Stenbolê betal kirin. Ger ku muxalefet li hilbijartina 7'ê Hezîranê xwedî derketibûna wê hilbijartina Stenbolê betal nekirana. Îktîdara AKP-MHP'ê li dijî YSK'ê darbeya sindoqê kir û Hilbijartina Stenbolê betal kir. Betalkirina hilbijartina 7'ê Hezîranê rê li pêş belatkirina hilbijartina Stenbolê ya 31'ê vekir. Ger ku vîna siyasî wê demê li 7'ê Hezîranê xwedî derketiya wê hilbijartina Stenbolê betal nebûya. Wê demê derketibûna kolanan û bertekên xwe anîbûna ziman ev ne dibû. 
 
Rojnameger û nivîskar Veysi Sarisozen jî wiha got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê êrîşên topyekûn encam negirt. HDP'ê dîsa di 31'ê Adarê de AKP têk bir. Li gel AKP-MHP bû yek û koalisyon ava kirin jî dîsa HDP'ê ew hilweşandin. AKP'ê darbeya di 7'ê Hezîrana 2015’an de di hilbijartina 31'ê Adarê de berdewam kir. Lê dîsa bi ser neket. Ger ku di 23'ê Hezîranê de dîsa darbe bike wê bibe sedema têkçûna AKP'ê. 
 
MA / Selman Guleryüz – Deniz Nazlim